KNK’ê li Hewlêr bi gelek aliyan re civiya

Şandeya KNK’ê ya bi pêşengtiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs a ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo çareserkirina aloziyên heyî ya li gel sazî, partî, kesayet û rewşenbîran re bê navber didome.

Li Hewlêrê şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de serdana Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurditanê, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Yekgirtûy Îslamî Kurdistan, Kildan û Aşuriyan kirin.

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya bi pêşengtiya Ehmed Qeremûs li Hewlêrê rêze hevdîtin kirin.

KNK’ê bi Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurditanê, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Yekgirtûy Îslamî Kurdistan, Kildan û Aşuriyan re civiyan û bi Serokê Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Xidir Rûsî û Serokê Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî re hevdîtin kirin. Li aliyê din jî KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê bi hev re şêwira pêşxistina diyaloga navxweyî bi riya online lidarxistin.

Endamê Rêveberiya Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Xidir Nehro Celal têkildarî hevdîtinê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Em li gel lidarxistina Kongreya Neteweyî ne. Cihê kêfxweşiyê ye ku KNK hewl dide ku rê li pêşiya têkçûna aliyên Kurdî bigire. Di civînê de me jî weke Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê anî ziman.”

Endamê şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Çeto Baranatî li ser serdanên aliyên Başûrê Kurdistanê yên ji bo yekîtiyê erênî dît û diyar kir ku piştgiriya aliyên siyasî yên ji bo aramkirina rewşa heye girînge. Herwiha destnîşan ku heta ku dawiyê li vê rewşê bînin wê serdanên xwe berdan bikin.

Di çaroveya hevdîtinan de şandeya KNK’ê bi Yekgirtûy Îslamî Kurdistan û hizbên siyasî yên Kildan û Aşuriyan civiya.

Di civînan de li ser girîngiya yekîtiya netewî ya Kurd hate axaftin. Her wiha hate diyarkirin divê hemû aliyên Kurdistanî li beramberî pilanên dijmin yên ku dixwazin Kurdan li beramberî hev bidin şerkirin, hişyarbin.