KNK’ê ji bo kongreya netewî serdana PDK’ê û PDK-Î kir

KNK a ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya ku serdanê xwe bipartiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê re dike, didome. Li Koyê serdana partiyên PDK Rojhilat û PDK-Î re kir.

Heyeta Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya ku ji bo di platfromekî hevparş de gotûbêjkirina Yekîtiya Netewî bi hemû partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê re dicive, li Koyê serdana Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) û Partiya Demokratî Kurdistan –Îran (PDK-Î) kir.

Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, Endamê Konseya KNK’ê Farûk Cemîl û endamên KNK’ê Şikrûllah Emîn, Yûsif Kerkûkî û Ferhat Doskî ku heyeta KNK’ê pêktên, destpêkê çûn serdana PDK-Î. Heyet li vir ji aliyê alîkarê Sekreterê Giştî yê PDK-Î Hesen Şerefî û rêveberên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî bi qasî saetek û nîvê dom kir û şûnde, Şerîfî daxuyaniyek da û diyar kir ku li gel heyeta KNK’ê li ser yekîtiya netewî gotûbêj kirine û got: “Em di wê hêviyê de ne ku her kes û hemû partî piştgirî bide vê xebatê. Avakirina yekîtiya netewî erkê me hemûyane.

Heyeta KNK’ê ya ku piştî serdana PDK-Î û şûnde çû serdana PDK’yê. Li vir jî ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDK’ê Mistefa Mewlûdî û rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî û şûnde, Mewlûdî di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de axivî û diyar kir ku di civînên de tiştên baş hatin gotûbêjkirin û got: “Me guh da pêşniyarên heyeta KNK’ê. Wan jî guh dan pêşniyarên me. Hevdîtinek baş bû. Piştî ku ev pêşniyar di nava partiyê de hate nirxandin û şûnde, di demekî herî kurt de bersiv bidin.”

Heyet heta niha li gel Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Komela Îslamî Kurdistan, Partiya Demokratî Kurdistan (PDK), Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistan, Partiya Bizûtneweyî Îslamî, Yekîtiya Civaka Kurdistan (KCK), Bizûtneweyî Demokrasî Gelê Kurdistan, Yekîtiya Neteweyî Demokratik a Kurdistan (YNDK), Tevgera Azad, Partiya Kedkar û Şoreşgerên Kurdistan a Îran- Komela, Partiya Komunîst a Îran-Komela û Komelgeha Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Rojhilat (KODAR) re hevdîtin kiriye.

Heyeta KNK’ê, îro di saetên sibehê de li Hewlêrê, bi Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hevdîtin pêk anî.