Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê ji ber wefata Prof. Dr. Qedrî Yildirim peyameke sersaxiyê weşand.
Peyama KNK'ê wiha ye:
"Rewşenbîr û ramangirê Kurd Prof. Dr. Qedrî Yildirim jiyana xwe ji dest da. Ji bo koça dawiyê ya gorbihuşt Qedrî, dem hê pir zû bû. Çûna wî ya di vê dema berhemdariya xwe de, bi rastî him wendayi him jî xemgîniyeke pir mezin e. Di wî jîyê xwe de li ser çand, dîrok, wêje û ziman erdnîgariya Kurd, Farsî û Erebî tevahî 14 pirtûk nivîsîne.
Em bi dilekî xemgîn dibêjîn; Bila Xwedê Wî bi dilovanîya xwe şad bike, bila serê malbata wî û gelê Kurdistanê sax be.
Em xizmet û xerman û berhemên Prof. Dr. Qedrî Yildirim yên giranbuha ti carê ji bîr nakin."