KNK’ê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa bu mûşekan a li ser Hewlêrê ya şeva borî şermezar kir û got: “Çareserî bo ewlekariya paristina destkevtiyan û serkevtina gelê Kurd û Kurdistanê, yekrêzî û yek dengiya hêzên Kurdistanî ne.”

KNK’ê diyar kir Kurdistan bi her çar perçeyên xwe her dem bûye hedefa êrîşên dewletên dagirker yên herêmê û ti carî hebûn û bi destxistina maf û statûya Kurd-Kurdistanê qebûl nekirine û nakin jî.

KNK’ê ev got: “Erîşa muşekî ya şeva bihûrî li ser bajarê Hewlêrê û belafirxanaya navdewletî, bi mexseda têk birina istiqrar û aramiya herêmê ye. Di encama êrîşê de çendîn kes birîndar bûne û kesekî jiyana xwe ji dest daye. Dewletên dagirker û hevkarên wan, dijminatiya statû û deskevtên Kurdistanê dikin. Ev êrîş jî karê wana ye.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) vê êrîşê ji çi terefî û bi çi mexsedê hatibe kirin riswa dikin û bi tundî şermezar dikin. Em ji birîndaran re şifayên xêrê û ji bo kesê jiyana xwe ji dest dayî re rehmetê û ji malbatê re sersaxiyê dixwazin.

Kurdistan bi her çar perçeyên xwe her dem bûye hedefa êrîşên dewletên dagirker yên herêmê û ti carî hebûn û bi destxistina maf û statûya Kurd-Kurdistanê qebûl nekirine û nakin jî. KNK vê êrîşê dijî hebûn û destkeftiyên gelê Kurdistanê dibîne û di vê çarçeveyê de dinirxîne. Dewletên herêmê, bi taybet dewletên dagirker bi şêwazên hovane dixwazin destkeftinên gelê Kurd ji holê rakin û mînaka herî nêzink jî ew e ku dewleta Tirk berî çend rojan li devera Garê, bi hovane êrîşî hêzên Kurdistanî kirin.

Em KNK bi israr dibêjin; çareserî bo ewlekariya paristina destkevtiyan û serkevtina gelê Kurd û Kurdistanê, yekrêzî û yek dengiya hêzên Kurdistanî ne! Em bi vî rengî dikarin hebûn û ewlekariya gelê xwe ji êrîşên hovane bi parêzin.”