KNK’ê êrîşa li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî şermezar kir
Konseya Rêveber a KNK’ê êrîşa li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî şermezar kir û bang kir pêşî li qetlîamên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.
Konseya Rêveber a KNK’ê êrîşa li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî şermezar kir û bang kir pêşî li qetlîamên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî şermezar kir.
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên cihadîst rojane êrîşên xwe li dijî xelk û hemû pêkhateyên li Bakur-Rojhilatê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê didomînin. Di roja 28’ê Sibata 2024’an de hêzên ewlekariya navxweyî yên ser bi Sotoro ku ji pêkhateya Asurî-Suryanî-Kildanî pêk tên, bûne hedefên êrîşên dewleta dagirker û sê endamên asayişê canê xwe ji dest dan û du endam jî birîndar bûne.
Weke KNK em sersaxiyê ji hêzên ewlekariya navxwe, gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û malbatên wan re dixwazin û êrîşên hovane şermezar dikin û dilsoziya xwe ya bi gelê Asurî-Suryanî-Kildanî re dubare dikin.
Dewleta dagirker û rejîma AKP-MHP’ê ya dîktator û faşîst li gel hêzên cîhadîst careke din bi van êrîşên xwe da isbatkirin ku plan û armancên wan têkbirina destkeftiyên netewa demokratîk a li ser bingeha wekheviyê hatiye avakirin. Paradîgma netewa demokratîk bûye hêviya xelkên herêmê ku ev paradîgma wê dawiyê li xeyalên rejîmên faşîst û dîktator bîne. Em bawer dikin ku hevkarî û hevbeşiya li ser zemîna wekheviyê dê dawî li politîkayên qetlîam û têkbirina demografiya herêmê bîne.
Weke KNK em bang li hêzên herêmî yên siyasî û navdewletî yên weke koalîsyona navdewletî, YE, NY û Emerîka dikin ku demildest helwestê li hemberî êrîşên dewleta dagirker bigrin û pêşî li planên qetlîam û têkbirina demografiya herêmê bigrin.”