KNK'ê êrîşa dewleta Tirk a li Şeladizê şermezar kir

KNK'ê bal kişand ser plan û gefên dewleta Tirk ên li ser destketiyên Kurdan û got: "Di rewşeke wiha de tenê û tenê yekîtî û yekrêziya hêzên Kurdistanê û gelê Kurdistanê dikare pêşî li van gef û êrîşan bigire."

Konseya Rêveber a KNK'ê li ser komkujiya dewleta Tirk a ku duh li herêma Şeladizê ya Başûrê Kurdistanê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk roj bi roj dijminatiya xwe ya li gelê Kurd û li destketiyên Kurdistanê dubare dike û hat gotin, "Tirkiye bi eşkere dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike û destketiyên gelê Kurdistanê ji nav bibe."

KNK'ê diyar kir ku helwesta neyarî ya hikumeta Tirk bi kavilkarî, kuştin û zindanîkirina Kurdan li Bakur ne rawestiya ye û li gel bombekirinê, Başûrê Kurdistanê bi komên MÎT, sîxur û terorîstan tijî kiriye.

KNK'ê bal kişand ser planên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û gefa bi hêza leşkerî li Başûrê Kurdistanê dixwe û wiha dewam kir: "Di rewşeke wiha de tenê û tenê yekîtî û yekrêziya hêzên Kurdistanê û gelê Kurdistanê dikare pêşî li van gef û êrîşan bigire. Îro ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdistaniyan bi hevhelwestî û hevdengiyê heye, ji bo parastina gelê Kurdistanê û destketiyan."

KNK'ê bang li gelê Kurdistanê, partî, rêxistin, medya û rewşenbîran kir ku li hemberî vê hovîtî û sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û got, "Di serî de em daxwazê ji hikumet û desthilatdara Başûrê Kurdistanê dikin ku helwest û cihê xwe li hemberî vê rewşê diyar û ronî bikin."

KNK'ê di dawiya daxuyaniyê de careke din êrîşa Tirkiyeyê ya li ser sivîlên li herêma Şeladizê û tevahiya Kurdistanê bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane xwest, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.