KNK'ê Cejna Êzî pîroz kir

"Bi hev re jiyan, aştî û aramiya civakê ji armancên herî bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Ji bo xwegihandina van armancan jî ked, kar û xebat pêwîste. Hêvîdarin ku liv û tevgera me hemûyan di vê arasteyê de be."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya Cejna Êzî ya civaka Êzidî peyameke pîrozbahiyê weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê cejna Êzî li bawermendên Êzidî û tevahiya Kurdistaniyan pîroz dikin. Hêvîdarin ev cejn aştî û aramiyê ji tevahiya mirovahiyê re bîne.

Roj rûgeha Êzidiya ye û li gorî baweriya gelê Mîtrayî û rojperestên li Mezopotmiyayê ew ji elementên xwezayê yên herî pîroz e û çavkaniya temamî jiyanê ye.

Her sal li vê dema salê, ango li kintirîn rojên salê bawermendên Êzdayî sê rojan bi rojî dibin, ji bo jiyan li ser zemînê dewam bike bi nimêj û duayan ji Xwedayê mezin lavan dikin ku jiyê rojê dirêj bike.

Bi hev re jiyan, aştî û aramiya civakê ji armancên herî bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Ji bo xwegihandina van armancan jî ked, kar û xebat pêwîste. Hêvîdarin ku liv û tevgera me hemûyan di vê arasteyê de be."