KNK'ê bang li desthilata Başûr kir: Rûmeta gel biparêzin

KNK’ê diyar kir ku divê ji vîna gelê Başûr re hurmet were girtin û bang li desthilatdariya Başûr kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û rûmeta gel biparêzin.

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rewşa dawî ya Başûr daxuyaniyeke nivîskî da. KNK’ê diyar kir ku Kurdistanî û dostên wan daxwaz kirin ku referandûm were paşxistin lê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê guh nedane kesî û piştî encamdana referandûmê û gefên Tirkiye, Iraq û Îranê desthilatdarên Başûr xwe kerr kirine û bê plan  û projeyê vîna gel li naverastê hiştine.

KNK’ê her wiha diyar kir ku divê ji vîna gelê Başûr re hurmet were girtin û bang li desthilatdariya Başûr kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û rûmeta gel biparêzin.

‘EM HELWESTA BÊRÊZÎKIRINA BAŞÛR QEBÛL NAKIN’

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

"Her çiqasî Kurdistanî û dostên wan daxwaz kirin ku referandûm ji bo xwe amadekirin be jî, bê paş xistin, lê mixabin desthilatdarên başûrê Kurdistanê li ser encamdana referandûmê israr kirin. Di encamê de tevî hemî nakokiyan jî, kesên çûyîn ser sendiqan nêzî %93 ji wan bi erê deng dan. Lê piştî gef û êrişên dewleta Turkiye, Îran û Iraqê, mixabin desthilatdarên başûr bêdeng, bê kirde û bê pilan mane. Niha tu tiştek li ser vê yekê ku çi bê kirin nayê bihîstin û di heman demê de xwe îfadekirina nîştimanî û berpirsane nayê kirin. 

Di heman demê de dewleta Iraqê bi piştgiriya eskerî, zaniyarî û propagendayî ya Îran û Tirkiyê şerek li dijî başûrê Kurdistanê dest pê kiriye. Bi taybetî bi siyaseteke dijminkarane hewl dide Kurdan ji hev dûr bikin û nakokî û alozî di navbera wan de çê bike. Helwesta şerxwazane ya Îran, Tirkye û Iraqê heta diçe li dijî başûrê Kurdistanê zêde dibe. Em wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi ti awayî helwesta dijminahî û bêrêzîkirina wan dewletan li dijî başûr qebûl nakin. Divê Tirkiye, Îran û Iraq vê rastiyê bizanin ku gelê Kurdistanê bi ti awayî dest ji mafê xwe yên rewa bernade. 

‘DIVÊ JI VÎNA GELÊ BAŞÛR RE RÊZ WERE GIRTIN’

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi bîra hemî kesî tîne ku Iraq dewleteke fedrale û li gorî destûra Iraqê jî herêma Kurdistanê beşek ji vê Fedraliyê ye. Ji ber vê pêwîste nizîkatiyek li gorî destirê li gel pirsgirêkên herêma Kurdistanê bêne kirin. Rêz ji îrade û daxwaza gelê başûr re bê girtin. Her wisa desthilatdarên herêma Kurdistanê di dema muzakere li gel hikumeta Iraqê rûmet û pêgeha gelê başûr biparêzin û bi awayekî bi cesaret û cidî bersiva destwerdan û pîlanên Tirkiye û Îranê bidin. 

‘RÛMETA GEL BIPARÊZIN’

Rev ji berpirsiyarî û tawanbarkirina  kesên din, zirar li rûmet û serbilindîya başûrê Kurdistanê û tevahî ya Kurdistanê dike. Ji ber vê em bang ji wan aliyên ku di desthilatdariyê de ne dikin ku xwe kom bikin û nekevin dafikên dewletên dagirker, ji ber ku wan ti carî rêz ji mafên gelê Kurd re negirtine. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, daxwaz ji desthilatdarên başûr dike ku berpirsiyariya xwe bizanibin û li pêşberî gelê başûr û tevahî Kurdistanê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û rûmeta gelê xwe biparêzin.

‘HIKÛMETEK BI CESARET Û PARLAMENEK BI HÊZ HEWCE YE’ 

Divê êdî ji bo rewşa kirîz û şikestxwarî alternatîvek hebe, divê hikumetek bi cesaret û parlemanek bi hêz dest bi kar bike. Gelê başûr bi ti awayî layiqê vê rewşê nîne ku rûmet û şanaziya wan yên neteweyî bên binpê kirin. Jin û mêrên başûr ew hêza wan heye ku bi awayekî serkeftî xwe birêve bibin û serbilindiya gelê xwe biparêzin. 

Her wiha em daxwaz ji dostên Kurdistanê dikin ku ji ber sedem û nakokiyên siyasî li gel desthilatdarên hikumeta herêmê, bi awayekî giştî gelê başûr ceza nekin û rûyê xwe ji gelê Kurdistanê nezivrînin. Divê rêz ji dengdayîna gelê başûr ya ji bo diyarkirina mafê çarenûsê re bê girtin.

‘ÊRÎŞÊN LI SER KURDISTANÊ DAGIRKERÎ YE’

Di heman demê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK, daxwaz ji hemî kurdistaniyên welatparêz dike ku li hember her cure destdirêjî bo ser xak û gelê Kurdistanê di bin çi navî de be, wekî dagirkerî bizanin, li hember vê xwedî helwest bin û li hember wan bisekinin. 

Bê guman Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, piştgiriya çareserî bi rê ya aştî û diyaloga demokratîk dike, lê bikar anîna mafê parastina rewa ji bo parastina rûmet, serbilindî û nirxên mirovahî yên gelê Kurdistanê wekî erka her kesî dibîne. Pêwîste Kurdistaniyên welatparêz û dilsoz li ser xebat û tekoşîna xwe ji bo biratiya gelan, ji bo rêzgirtin ji mafên demokratîk û mirovî ya gel û sîstemek demkratîk berdewam bin."