KNK'ê 3 jîngehparêzên li Pawe bi bîr anî

KNK'ê diyar kir ku ew siyaseta axşewitandin û xerakirina xwezaya Kurdistanê ya dewleta dagirker a Îranê bi tundî mehkûm û şermezar dike.

Komîsyona Xweza û Jîngehê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî 3 jîngehparêzên li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê di 28'ê Hezîrana 2020'an de di dema vemirandina şewatê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de jîngehparêz Yasîn Kerîmî, Muxtar Xendanî û Bîlal Emînî hatin bîranîn û hate gotin, "Navên wan ên pîroz di nava karwanê pakrewanên jîngehparêziyê de ne. Ew karwanê ku li çend salên bihurî li deverên cuda yên rojhilatê welêt ji bo parêzvaniya xwezayê Kurdistanê giyanê xwe fîdayê ax û pîroziya Kurdistanê kirî."

KNK'ê diyar kir ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi plan û zanebûn agir berdide jîngeh, daristan û çiyayên Kurdistanê û destnîşan kir, ku li gorî raporên çalakvanên jîngehparêzan, hemû zanyarî û daneyên li ber dest, vê siyaseta rejîma Îranê radixe pêş çavan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê me li hemberî vê siyasetê, roj bi roj hewldanên ji bo parastina jîngeh û xwezaya Kurdistanê bilind û xurt kiriye. Mixabin di encama wan hewldan û çalakiyan de qurbanî çêdibin."

KNK'ê diyar kir ku ew siyaseta axşewitandin û xerakirina xwezaya Kurdistanê ya dewleta dagirker a Îranê bi tundî mehkûm û şermezar dike.

KNK'ê bang li çalakvanên sivîl kir, bi taybetî jî parêzvanên xwezayî, ku bi yekgirtî û hevdengî jîngehê biparêzin.

KNK'ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û gelê Kurdistanê re xwest.