KNK çû serdana Tevgera Îslamî û Komela Îslamî

Heyeta KNK’ê serdanên xwe yên tûra duyemîn a hevdîtinên yekîtiya neteweyî didomîne û îro jî çû serdana Tevgera Îslamî û Komela Îslamî.

Heyeta KNK’ê serdanên xwe yên tûra duyemîn a hevdîtinên yekîtiya neteweyî didomîne û îro jî çû serdana Tevgera Îslamî û Komela Îslamî. Heyeta KNK’ê ya ku ji Endamê Konseya KNK’ê Farûq Cemîl, endamên KNK’ê Ferhat Dostkî û Firyad Hîranî pêk tê, çûn serdana Navenda Giştî ya Tevgera Îslamî. Li vê derê hevdîtin bi qasî saetekê dom kir. Piştî hevdîtinê Berpirsê Polîtburoya Tevgera Îslamî Kamîl Hacî Elî di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ew piştgiriya xebatên yekîtiya neteweyî dikin û got: “Ji bo kombûna kongreya neteweyî em bang li hemû aliyan dikin ku werin ba hev û em ji KNK’ê jî dixwazin ku bila serbixwe be.”

Heyeta KNK’ê piştre jî çû serdana Komela Îslamî. Hevdîtina heyeta KNK’ê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Komala Elî Bapîr bi qasî saet û nîvekê domiya. Piştre hevdîtinê Elî Bapîr di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de got:“Ji bo yekîtiya mala Kurdan em piştgiriya hemû hewldanan dikin.”

Bapîr got : “Ji bo yekîtiya neteweyî me pêşniyazên xwe ji KNK’ê re kirin. Em naxwazin gelê me di nav partiyan de parçe bibin. Fikrên siyasî girîng in lê di warê yekîtiya neteweyî de divê em bibin yek. Em amade ne ku piştgiriya xebata yekîtiya neteweyî bikin.”

KNK’ê di 9’ê Tebaxê de li Hewlêrê ‘Pêşnûmaya Prensîp û Rêgezên Xebata Yekîtiya Neteweyî’ bi raya giştî par ve kiribû û ji bo yekîtiya neteweyî dest bi tûra duyemîn a hevdîtinan kiribû.