KNK: Bi xurtî tevlî çalakiyên li dijî komploya 15’ê Sibatê bibin

Konseya Rêvebir a KNK’ê bi rasthatina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û komplo şermezar kir.

Konseya Rêvebir a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yekîtiya xwe û tifaqa ligel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Em Komplo û bêdadiya 15’ê Sibata 1999’ê ya di şexsê birêz Abdullah Ocalan de li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê hatî meşandin, bi tundî şermezar dikin!

Li 15’ê Sibata 1999’ê bêdadiyeke mezin hate kirin. Meziniya wê bêdadiyê di karaktera wê bûyer û kiryarê de tê dîtin. Li milekê mezinekî xelkê Kurdistanê û serokê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan, li milê dî dewleta dagîrker Tirkiye û dewletên tifaqdar yên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikênin. Ne wijdan, ne însaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û nejî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, hiqûq, dad û dadyariyê, bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin.

Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Emerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yêkîtiya Ewrûpayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Israîl, Misir û Kenya jî pêre, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yêkîtiya Ewrûpayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin.

Pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev merkezên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Li hêviyê bûn ku PKK a ku pêşengiyeke radîkal ya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav be, an jî qet nebe gelek lawaz be. Di midehê van 21 salan de çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, nejî xelkê Kurdistanê dest ji doza xwe berdan. Bersiva xelkê Kurd her di wê sala komploya 15’ê Sibata 1999’ê da jî gelek xurt bû.

Ew roj yêk û îro du, dijmin û hevalbendên wan şkestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd serkevt. Van 21 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 21 salan da heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encamê da Ocalan, PKK û pêkve xelkê Kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttire.

Niha jî dewleta dagirker a Tirk, ne tenê êrîşê hêzên çekdar dike, di heman demê da êrîşê hemî deskeftiyên Gelê Kurdistanê dike. Dest datîne ser şaredarî, parlamenter, şaredar û di hemî astan de siyasetmedaran digre. Bi vî rengî dixwazi Gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna Gelê Kurdistanê bişkêne.

Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her weha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Di pêvajoya referandûmê ya Başûrê Kurdistanê da, bi Îran û Iraqê re kete nava tifaqê û bi eşekere dijmintiya gelê Kurdistanê kir. Du sal pêş niha bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kir. Çend meh pêş niha jî, êrîşê Serêkaniyê û Grê Spî kir. Hêzên QSD/YPG/YPJê bi qehremanîkî mezin û bê hempa li berxwedan û demeke dirêj herêm parastin. Di hemî waran de hêza dijmin qat bi qat ji hêza QSD/YPG/YPJê zêdetir bû. Di encamê de herêma Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagîrkirin. Dewleta Tirk niha jî dixwazi herêmên din yên Rojava dagîr biki. Di vî warî de her roj di nava hewldanan de ye. Dewleta Tirk dijminê serkeye, divê hemî hêzên Kurdistanî li hember dewleta Tirk rawestin.

Li ser komploya 15’ê Sibatê re 21 sal derbazbûne. Di van 21 salan de, dijminan û hevalbendên wan nekarîn ne Ocalan, ne jî doza Kurdistanê tesfiye bikin. Hewildanên wan yên bi vî rengî daîm bi têkoşîna yekîtiya xelkê Kurd belav bûn. Navendên fitne û fesadê berî 21 salan jî ev êrişkariya xwe ya neyarane kirin û serê wan bi zinarên Kurdistanê ket û mejiyê wan belav bû. Vê carê jî wê wisa li wan bêt. Kurd û Kurdistaniyan di midehê van 21 salan da têkoşîna xwe bilind kirine, yêkîtiya xwe mezintir kirine, plan û projeyên têkbirina şoreşa Kurdistanê serûbin kirine, propagandayên kirêt û ne ehlaqî tarûmar kirine.

Gelê Kurdistanê, bi tecrubeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêvebirên xwe hardaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin û di çarçoveya yêkîtiya neteweyî û welatî da têkoşîna azadî û rizgariyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê wê heta serkevtina mezin dewam bike.

KNK di salvegera komploya 15’ê Sibatê da careke dî bang li hemû Kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yêkîtiya xwe û tifaqa ligel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermizar bikin.

Em KNK bang li hemû Kurdistaniyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15’ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.”