'Kleşên me dikarin bi balafirên wan'

Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê destnîşan kirin ku wê destûrê nedin dewleta Tirk ku Başûrê Kurdistanê dagir bike û gotin, heta dawiyê wê li ber xwe bidin.

Gerîlayên YJA Starê yên li qadên şer ên Başûrê Kurdistanê li ber dagirkeriya dewleta Tirk radibin ji ANF'ê re axivîn û qala amadekariyên xwe yên ji bo parastina xaka Kurdistanê kirin.

Yek ji gerîlayên YJA-STAR'ê Ekîn Sûr ku ji Amedê ye, bi bîr xist ku dagirkeriya dewleta Tirk niha li Bakur, Rojava û Başûr bi awayeki fîîlî heye û got; "Berxwedana me ne tenê li dijî dewleta Tirk e, berxwedana me li dijî tevahiya dagirkeriyê ye. Ev çi hêzên herêmî dibin çi jî hêzên cîhanî. Lê ya niha herî zêde bi awayekî çalak li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ketiye nav liv û tevgerê dewleta Tirk e. Şerê xwe jî hewl dide hê zêdetir bi balafirên xwe yên keşfê û balafirên xwe yên şer bike. Li gel vê, şerê xwe yê hê mezintir bi şerê psîkolojîk dixwaze bi rê ve bibe."

Gerîlaya YJA-STAR’ê Sûr ragihand ku li hemberî vê teknîka şer a dewleta Tirk ew jî li çiyayên Kurdistanê bi her awayî amadekariyên xwe dikin û got, "Em wateya jiyanê di berxwedanê de dibînin. Dagirkeriya Tirk bi vê berxwedana me têk diçe. Em ji şerê xwe dizanin û li ser televîzyonan jî eşkere ye, balafirên wan ên şer ji kleşên di destên me de direvin. Ev rewş ne asteke teknîkî ye, asteke îradî ye, asteke berxwedanê ye. Asta şerê me her ku diçe hê bilindtir dibe. Di demeke herî kin de jî ev şerê rûmetê, şerê azadiyê wê bi ser bikeve û faşîzma AKP-MHP'ê têk bibe."

'HER FÎŞEKÊ BI KÎN Û NEFRET DITEQÎN'

Gerîlayeke din a YJA-Starê Evrîm Tendurek ku ji Giyadînê ye, piştî çeka xwe ya giran ceriband, hestên xwe yên teqandina fîşekê wiha anî ziman; "Ez her fîşekê bi kîn û nefret diteqînim. Bi taybetî ji bo bîranîna Şehîd Zenda û Şehîd Avareş. Her fîşeka diteqînim ji bo van hevalan e. Her ku ji destên min tê jî ez ê tola van hevalan ji dijminê xwînxwar hilînim."

Tendurek destnîşan kir ku kêmek hezkirina azadiyê û Kurdistanê di nav dilê kê de hebe lazim e ji bo parastina xaka xwe bikeve nav liv û tevgerê û wiha domand; "Bi vî rengî em ê karibin tecrîda li ser Rêber APO, dagirkeriya li Kurdistanê bişkînin û wisa Kurdistanek azad biafirînin. Bangawaziya min bi taybetî ji bo ciwanên Serhedê ne. Yên xwedî wijdan, lazim e destê xwe deynin ser wijdanên xwe. Werin li dijî vê dagirkariyê cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin."

Gerîlaya YJA-STAR’ê Tendurek herî dawî got; "Ji bo hemû hevalên ku di çeperan de li dijî dagirkeriyê  ber xwe didin, bila bizanin ku hevalên li vê eniyê bi wan serbilind in. Bi taybet jî Xakurkê. Em ê bi hev re li hemû çeperan dijminê dagirker bişikînin. Ji bo hemû hevalan serketinê dixwazim."