KJK: Li Kurdistanê karesata xwezayî nîne, karesata dewletê heye

KJK'ê têkildarî şewatê daxuyaniyek da û got, "Li Kurdistanê karesata xwezayî nîne, karesata dewletê ya mêtinger, qirker heye. Em ji bo berxwedan û avakirinê bang dikin."

DAXUYANIYA KJK'Ê YA TÊKILDARÎ ŞEWATÊ

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek weşand û got, "Ji ber karesata şewatê ya li Amed û Mêrdînê em gelekî diêşin. Kesên jiyana xwe ji dest dane bila rehma xwedê li wan be, ji malbatên wan û gelê me re sersaxiyê dixwazin."

'JI BO BERXWEDAN Û AVAKIRINÊ EM BANG DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a mêtinger rejîma qirkirina polîtîk û çandî ya li ser gelê Kurd li gel qirkirina xwezayî dimeşîne. Li çiyê her cûre ji çekên qedexekirî bi kar tîne, cografya Kurdistanê bêdar dihêle, vê yekê bi rengê polîtîkayeke taybet dimeşîne, bi bendavan xisareke mayinde li ekolojiyê dike, êrişên hewayî dibe ser cih û warên xelkê me yê Rojava, li qadên çandiniyê bi sabotajê şewatê dike, bi polîtîkaya qeyûm derfetên gelê me yên ji bo parastina ji êrişan û her cûre felaketan tine dike. Divê baş bê zanîn ku li Kurdistanê felaketeke xwezayî nîne, felaketa dewleta mêtinger, qirker heye.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, raya giştî ya demokratîk û tevgerên ekolojîk dikin ku li hemberî vê felaketa ji sabotaja dewletê dest bi seferberiya civakî bikin, ji bo jinûve geşkirin û avakirina daristan, gund, çandinî û parastina zindiyan, piştevaniyeke mezin bikin. Li ser bingeha parastina Kurdistanê divê her kes bi ruhê avakirina civakî tevbigere. Li hemberî kiryarên qirker û êrişên dewletê yên dijminatiya li Kurdan, em bang li gelê xwe dikin ku ewlekariya xwe pêk bîne, tedbîrên xwe werbigire û tevnên rêxistinî ava bikin. Li Kurdistanê li dijî felaketa dewletê ya mêtinger, divê bi berxwedana topyekûn û ruhê avakirinê kiryarên rejîma qirker bêne rawestandin."