KJK: Ji bo ku qirker hesap bidin divê em têkoşînê geş bikin!

KJK’ê cangoriyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî û got ku, "Di salvegera qirkirinê de ji bo ku qirker hesap bibin divê em têkoşîna hiqûqî, siyasî û civakî geş bikin."

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersimê û êrîşên li ser gorên şehîdan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘PIŞTÎ 83 SALAN HEMAN FERASET HEYE’

Daxuyaniya KJK’ê wisa ye:

“Di salvegera 83’emîn a terteleya Dersimê de em şehîdên Dersimê bi hurmet bi bîr tînin û diyar dikin ku we têkoşîna me bigihêje armanca xwe. Li ser vî esasî em hemû gelê xwe yê li dijî qirkirinê li ber xwe dane, silav dikin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên fîzîkî û çandî didomîne û qirkirinên xwe li ser qelandina gelekî domandiye. Vê dewletê ji bo înkar û îmhaya Kurdistanê her çiyayê Kurdistanê bomberdûman kiriye û gazên kîmyewî di serî de bi çekên giran sûcekî gelekî mezin ê şer û mirovayetiyê kiriye. Di vê qirkirinê de di çarçoveya Plana Şark Islahatê hemû kirinên şerê taybet hatiye kirin. Ji xeynî qirkirina fîzîkî zarok ji malbatên xwe hatine stedin û li YÎBO’yan hatiye perwerdekirin, axaftina bi zimanê zikmakî hatiye qedexekirin, mirov hatin sirgunkirin. 83 sal şûnde ev feraset hê jî didome. Vî giyan û feraseta nexweş li hemû cihanê û di nav Kurdan de deşîfre bûye û hatiye redkirin.

‘BERSIVA HERÎ RAST MAYINA LI DÊRSIMÊ YE’

Li hemberî vê qirkirina ku xwestin Kurdan ji Dersimê derxînin, bersiva herî rast mayina li Dersimê ye. Divê mirov vegere Dersimê û Dersimê bike qadên jiyana azad. Pêşengên berxwedana Dêrsimê di nav dilê gelê Kurd de man. Seyîd Riza di serî de em Besê, Zarîfe û hemû şehîdên Dêrsimê bi hurmeteke mezin bi bîr tînin û bawer dikin ku wê Dersim wekî navenda çanda Elewî bimîne û xwedî li nirxên xwe derkeve. Peywireke girîng e ku mirov cihê gora pêşengên berxwedanê hîn bibe û di heman demê de geşkirina têkoşîna hiqûqî, siyasî û civakî jî peywireke girîng e.

'ÊŞKENCEYÊ LI GORAN JÎ DIKIN!

Heta ku bi êşa qirkirinê hevrûbûn çênebe ne Kurdistan azad dibe ne jî Tirkiye demokratîk dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi zîhniyeta qirker, tekperest weke halê rojane yê partiya Îttîhat û Terakkî hebûna xwe dispêre tinekirina nasname û gelên cuda û bi kevneşopiya dewleteke Pan Îslamîst-Tirkperest tevdigere, bi kiryarên faşîzan bi çavsorî êrişê dibe ser nirxên exlaqî û polîtîk ên civakê. Ji xwe êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên bi zîhniyeta şerê taybet dike, ne li gorî pîvanên însanî ne, ne jî li gorî normên exlaqî ne. Ev desthilatdarî makînayeke şerê taybet e ku ji bo bêhişhiştina civakê tevdigere. Ev makîne nirxên me, mirovahiya me, nirxên me daduqurtîne. Êrişê dibe ser gorên gerîlayan ên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bûne, wan xera dikin û bi vî rengî tolê ji gelê Kurd hiltîne. Bi rêya van êrişan dixwazin gelê Kurd biêşînin û rûmeta wan bişikînin. Ji ber ku gerîla serbilindahiya vî gelî ye, rûmeta wan e, serhildêriya wan e. Serhildan jî dike ku tirs bibe cesaret, hişmendî, îrade û sekn. Êrişa TC'ê ya li dijî goristanên gerîla hewldana ji bo bênirxkirina nirxan, bêrûmetkirina rûmetê, teslîmgirtina seknê û têkbirina hişmendiyê ye. Navê gerîlayan ji ser kêl dibe, bi hinceta ku gotinek li ser kêl hatiye nivîsandin kêl parçe dikin. Kulîlkan jê dikin, daran ji şûna wan radikin. Hestiyên me ji gorên me direvînin. Hem dizekî goristanan e hem jî êşkencekarekî ku êşkenceyan li goristanê dike. Dewleteke zordar a ku nikare xwe li goristanan werbigire, êşa dayikan zêde kiriye, agir xistiye dilê dayikan. Dayikan ceza dike ku çima keç û xortên bi vî rengî anîne dinyayê. Zane ku eger ev dayik nebûna wê jin û mêrên ewçend azad nebûna.

'HER GORISTAN DIVÊ BIBE QADA NOBEDÊ'

Tevî vê yekê ezmûnek daniye pêşiya tevahiya civakê. Civak ya wê bêdeng bimîne û bibe hevparê vê bêrûmetiyê, yan jî wê dengê xwe bilind bike û rûmeta xwe biparêze. Li holê rewşeke dudilî nîne. Ya ku divê bê kirin parastina rûmetê ye, xwedîderketina li rûmetê ye. Lewma her malbatên me yên şehîdan, malbatên gerîla û welatparêz divê vê bêrûmetiyê red bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Li dijî vê dewleta faşîst a dest dirêjî pîrozmendiyan kiriye, dem ew dem e ku em nîşan bidin em jê natirsin û li ser piyan e. Rêber Apo destnîşan kir ku rastiya Kurd a ji jiyana biyolojîk derbas bûye dikare bi rengekî azad bijî û azadiyê ava bike. Gelê me zane ku ji azadiyê bêhtir tiştekî hêja û bi rûmet nîne. Bi vê hişmendiyê divê xwedî li rêwiyên doza azadiyê xwedî û nirxên xwe derkevin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de her goristan divê bibe qada nobedê. Jİ bo vê jî hemû normên hiqûqî û exlaqî divê bên bikaranîn. Civak bi platformên li ser medya civakî dikare nerazîbûna xwe nîşan bide. Dikare çalakiyan bike. Divê em destûrê nedin ku faşîzma dixwaze Kurdistanê bike kabristan, gorên me li me teng bikin. Ev êrişa dijmin divê têgihiştina me ya li ser dijmin mezintir bike û namerdiya vî dijminî her tim bîne bîra me."