KJK: Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e

KJK’ê salvegera 40’emîn a avabûna PKK’ê pîroz kir û got, “Rastiya PKK’ê rastiya gelan û ya mirovayetiyê ye. Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e.”

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 40’emîn a avabûna PKK’ê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Partiya me PKK 40 salan li dû xwe dihêle. Em salvegera avabûna PKK’ê di serî de li Rêber Apo, li şehîdên xwe, li gelê xwe yê welatparêz ê berxwedêr û li rêhevalên xwe pîroz dikin.

Salvegera avabûna partiya me pêvajoya afirandine berxwedan û serkeftina mezin e. Di vî warî de PKK moral e, exlaq e û têkoşîneke mezin e. Rastiya PKK’ê rastiya gelan û ya mirovayetiyê ye. Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e. 40 salên ku derbas bûne, salên serkeftinê yên li ser navê mirovayetî û jinê ye.

PKK’Ê HÊVIYA MIROVATIYÊ JI NÛ VE ZINDÎ KIR

Partiya me PKK li herêmê, li qada navneteweyî û neteweyî de bûye nav û nîşana afirandina nirxan. PKK bûye pêşengê sosyalîzma demokratîk, di warê partiya jinan de bi israr e, li hemberî şerên taybet li ser lingan maye û li hemberî hemû êrîşan bûye bîr û baweriya serkeftinê.

Vê rastiya têkoşînê ya çil salan bûye salên serkeftinê yên ku dil êdî diqîrin. Bi vê re bi pêkanîna şoreşa rizgariyê ya gelê me, hêviya mirovayetiyê jî ji nû ve zindî bûye.

EM Ê DESTKEFTINÊN NÛ BI DEST BIXIN

Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe careke din bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê li hemberî êrîşên li ser têkoşîna me azadiyê, têkoşîna xwe geştir bikin. Em diyar dikin ku hevdîtina bi Rêber Apo em ê pêk bînin. Em bal dikişînin ser vî tiştî ku KJK ew ê di sala 41’emîn a PKK’ê de her cure êrîşan pûç bike û serkeftinên mezin bi dest bixe.”