KJK: Faşîzm bi teqezî wê têk biçe û dagirkerî bi dawî bibe!

Koordînasyona KJK'ê ji fermandarên gerîla Delal Amed û Azê Malazgirt ku par li Bestayê şehîd bûbûn bi bîr anî û got, ''Faşîzm wê têk biçe û dawî li dagirkeriyê were''.

Koordînasyona KJK'ê ji bo bîranîna endama Komîteya Rêveber a PKK'ê û her wiha Fermdara Biryargeha HPG-YJA STAR'ê Delal Amed û yek ji Fermanara Botanê ya HPG-YJA-STAR'ê Azê Malazgirt daxuyaniyeke niviskî da.

Koordînasyonê du fermandarên ku par bi hev re şehîd bûn bi bîr anî û got, ''Di artêşbûna pêşî ya jinê de, di partîbûnê de, di geşkirina îdeolojiya rizgariya jinê de, heta bi avakirina pergala pêşî ya jinê de, di hemû qonaxên dîrokî de cih girtine.''

DEMA AZADIYÊ YA JINÊ

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

''Têkoşîna me ya azadiya jinê ya Kurdistanê her roj geştir dibe, gelek jinan bi azadiyê dide naskirin û bênavber didome. Her wiha li dijî her cure êrîşa zayendiya civakî ya pergala zilam serwer li ber xwe daye, no bûye û xurt bûye. A herî girîng jî jinên Kurdistanê bi şerê ku sedsala 21'ê dane û bi rika ku nîşan dane mohra xwe li sedsalê dane. Ev sedsal bi rengê dema azadiyê ya jinê bi nav kirine û perspektîfa têkoşînê bi vê bingehê ji Rêber Apo standine û berxwedan û şerê herî bêhempa yê hemû deman kirine.''

PÊŞENGÊN ŞOREŞGER ÊN DEMA JINÊ

Ji ber ku di dema nû de stratejiya şerê şoreşger ê gel bi rengê xeta sereke hatiye geşrkini. Li ser vê xetê armanca pêngava şoreşger bûye rojeva sereke ya têkoşîna azadiya me ya jinê. Bi vê çarçoweyê weke her pêvajoya dîrokî, di pêvajoya me dîrokî ya pêngavê de jî, fermandaren me yên pêşeng, qedro, bi helwesta xwe ya têkoşînê, bi şêwaza şer û bi fedekariya xwe biryardariya xwe nîşan dane. Milîtanên azadiyê ku ji bo evîna li azadiyê jiyanê ji çav derdixin, bi şehîdbûna xwe bûne pêşengên şoreşger ên dema jinê.

JI ARTÊŞBÛNA PÊŞÎ YA JINÊ HETA BI PARTÎBÛNÊ

Hevrê Delal Amed û Azê Malazgirt ku dema salvegera şehîdbûna wan e, ji roja ku tevlî nav têkoşîna azadiyê bûne û heta şehîdbûnê xwedî serboriyeke bênavber a têkoşînê ne, bûne ji wan nûnerên  hêlên azad ên vê dîroka bêhempa. Ji bo vê jî, careke dî bibîranîna van hevrêyan, xwedîderketina li bîranîna wan û parvekirina wê ku em rêwiyên rêya wan in û hevrêyên wan in ji bo me xwedî girîngiyeke taybet e. Ji qonaxên girîng ên dîroka me; di artêşbûna pêşî ya jinê de, di partîbûnê de, di geşkirina îdeolojiya rizgariya jinê de, heta bi avakirina pergala pêşî ya jinê de, di hemû qonaxên dîrokî de cih girtine. Di serî de li dijî artêşa TC'ê ya faşîst, qirker û dagirker li djî hemû avakirinê pergalên serwer û tecawizkar tevahiya jiyana xwe li ber xwe dane  û gavekê jî ji ya xwe nehatine xwarê. Bûne ji wan fermandarên jin ên pêşeng ku li dijî her cure hişmendiya mêr a xwedî hişmendiya şêwaza jiyana kevneşopî û bi helwesta xwe jinan mîna koleyan dibînin, bûne xwedî helwest. Bi karaketerên xwe yên resen li hemû qadên têkoşînê û li qadên şerê germ ku têkoşîna herî dijwar tê dayin, cihê xwe girtine. Li gel pêşengiya serdemê bi berpirsyariya dîrokî rabûne. Şêwaza êrîşê ya dijmin bi jiyan û şêwaza xwe ya şer pûç kirine.

FERMANDARIYA DELAL AMED

Nexasim jî hevrê Delal Amed demeke dirêj fermandariya YJA-STAR'ê kiriye. Bi hêza xwe ya analîzkirina dijmin, bi pêşxistina taktîkan, di xwe qevastina taktîkên berdest ên gerîla de asta ku nîşan dayî hêjayî baldariyê ye. Rayeya wê ya analîzkirina rasteqîniya şerê li Kurdistanê, asta fêhmkirina wê ya rastiya dijmin, hostatiya wê ya motîvekirina hêza şer û ya herî girîng jî hêza îdeolojîk bi wateya têkiliya heqîqî ya hevrêtiyê bi bingehê rast danî, taybetmendiyên pêşî yê fermandariyê ne ku bi ber çavê mirov dikevin.

Weke ku tê zanîn; hevrê Delal Amed 1992'an dema li Amedê li zanîngeha  Dîce Firatê beşa mîmarlikê dixwend tevlî nav refên partiyê bûye. Dema ku berê xwe dayî nav refên gerîla, bê dudiliyekê, rasterast çûye eniya şer û di nav şerê germ de xwe ava kiriye. Li qadên ku şer lê giran bûyî yên Kurdistanê cih girtiye, birîndar bûye, lê ti caran ji ya xwe nehatiye xwar û bi paş ve gav neavêtiye. Li Dersimê, li bajarê xwe Amedê gerîlatî kriiye û di serî de li van qadan, li gelek eniyên şer, bi demeke kurt  bûye xwedî sekna fermandara ku neşikestî.

Hezkirina wê ya hevrêtiyê, germahiya wê ya jinî di kenê wê de, di axaftina wê de, di zevtkirina çeka xwe de, xwe nîşan daye. Bûye yek ji wan fermandarên ku xwe bi partiyê re kiriye yek û îdeolojî ava kiriye. Çûye qada Rêbertiyê û piştî perwerdehiya ku ji Rêbertî standî, di serî de pirsa azadiya jinê, li ser pirsên îdeolojîk û rêxistinî serê xwe êşaniye û nebûye fermandareke yek alî tenê. Li ser tecrûbeyên jiyanê û şer bi asta herî xurt, xwe derbirandiye. Herî dawî beriya ku biçe qada Botanê, bi gotina, ''Ez ji bo tola hevrêyên ku di berxwedana xwerêberiyê de şehîd bûne û ji bo tola mirovên me yên welatparêz ên ku şehîd bûne bistînim, diçim'' gotiye divê di berxwedana xwerêberiyê ya Bakur de ji artêşa TC'ê ya faşîst bi teqezî divê hesab were pirsîn û ev berpirsyariya her kesî ye. Hevrê Delal ala li Botanê dewr kiriye û li cihê ku danî ên ku bûne Delal, berdewam kirine û wê berdewam bikin. Ji bo vê em careke dî dixwazin sond bixwin ku em ê bibin hevrêya Delalan ku di rêça Sara û Bêrîtanan de meşiyane û xeyalên wan pêk bînin. Bi teqezî wê faşîst têk biçe, dagirkerî bi dawî bibe, Rêber Apo wê ji pergala çarmîxkirî ya Imraliyê were derxistin û bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, di xeta Delalan de wê azadî bi ser bikeve.''