KJK’ê Zeynep Kinacî bi bîr anî

Koordînasyona KJK’ê Zeynep Kinacî (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê bi çalakiya fedayî jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî.

Koordînasyona KJK’ê mesajek weşand û got: ‘’Zeynep Kinacî keça rih serhildêr a ji Meletî ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bi rengekî xurt jê serwext bûye, li dijî polîtîkayên qirkirinê bi çalakiya xwe ya 30’ê Hezîrana 1996’an ji vejîna dîroka jina Kurd re bûye nav û roja wê.’’

KJK’ê li ser çalakiya Kinacî got: ‘’manîfestoya xwedavenda azadiyê û jiyana azad’’ û domand, ‘’Fermandara pêşeng hevrê Zîlan sala 96’an li dijî suikasta ku dixwestin li dijî Rêber Apo bikin bi vê çalakiya xwe bûye helwesta serdema xwwe. Em hevrê Zeynep Kinacî (Zîlan) ku 96’an li Dersimê çalakiya fedaî kirî bi hurmet û minet bi bîr tînin, rawesta wê ya têkoşînê û xeta wê sedema serfiraziya me ye.

Zîlan bi çalakiya fedaî bûye daxwaz û helwesta azadiyê ya hemû jinan. Helwesta hemû jinan û fermandar azadiyê ye. Ji bo ku mirov bi karaktere Zîlan bibe parazvanê xeta Zîlan divê mirov xwedî pratîkeke rast be û di xeta rêbertî re bigihije hev. Hevrê Zîlan navê mezin ê pevgihîna di xeta Rêbertî de ye. Meşa di xeta fermandara mezin Zîlan de, ji bo hemû jinan û her kesê xwedî daxwaza azadiyê ye rawesta xetê û fermandar e. Îro peywira sereke ya hemû jnan ew e bû em tevlî peywirên xwe yên demê bibin û bi rengî Zîlan tevlî pêvajoyê bibin. Rawesta esasî ew e ku mirov ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibe.

Zîlan li dijî konsepta îmha û înkarê, li dijî qirkirinê bersiva herî mezin e. Li ser çalakiya fedayî ya 30’ê Hezîrana 1996’an Rêber Apo gotiye, ‘’fermandara min e’ û pîvana wê daniye bê ka divê mirov çawa xwe tevlî têkoşînê bike. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîn, sedema jiyanê ye ji bo jinên Kurd û gelê Kurd. Helwest û rawesta me ye. Hebûna Rêbertiya me, azadiya wî bi hebûna gelan, jinan, ciwan û azadiya wan re bûye yek. ‘’

Koordînasyona KJK’ê bi berdewamî got: ‘’Rêbertiya me hêviya azadiyê ya gelan, jinan geş kiriye, mezin kiriye û kiriye heqîqeteke ku dijî. Kesayatiya Zîlan ew heqîqet e ku ber bi azadiyê ve dimeşe. Rasteqîniya xwedavend Zîlan ku bi çalakiya xwe ber bi azadiyê ve dimeşe ew e ku mirov felsefeya azadiyê baş bi rengekî serkeftî qebûl kiribe, tê maneya ku mirov bi Rêber Apo re bibe hevrê û rast bihijiyê.’’

KJK’ê bi bîr xist ku 6’ê Gulana 1996’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan suîkastek hatiye kirin Zeynep Kinacî bi çalakiya xwe bersiv daye vê û got, ‘’Fermandar Zîlan li dijî êrîşa li ser Rêbertî bêdeng û neçar nemaye, li gel ku sala wê ya pêşî ya gerîlatiyê jî bûye, hostatiyeke afirîner a taktîkî nîşan daye û li dijî êrîşa dijmin bi rengekî ku dijmin şok bike bersiv daye.

Rêber Apo ev çalakî bi van gotinan pêşwazî kir: ‘’Kesayatiya şerker, çalakî li kû be em li wir in. Fermandarî ew der e, fermanbar em in’’.

KJK’ê bi berdewamî got, ‘’Hevrê Zîlan li Kurdistanê çanda Xwedavendiyê ji nû ve zindî kiriye. Kiriye ku jin bigihije kokên xw yên dîrokî.

Zîlan ev qêrîn û ev helwest bû, ‘’Kes nikare êrîşê bibe ser Rêbertiya me ku em kirine em, dewletên faşîst nikarin me bitirsînin, hem nikarin me bitirsînin û hem jî li pêşberî avakirina jiyana me nikarin rawestin jî.’’ Îro jî faşîzma AKP-MHP’ê ya bi vê hişmendiyê ye wê têk biçe, gel û jin wê bi ser bikevin’’