KJK'ê ji bo şeş mehan seferberî îlan kir

Konseya Rêveber a Koma Jinên Kurdistanê (KJK) ji bo şeş mehan "pêvajoya seferberiyê ya awarte" ragihand û got, "Em ê bi hemû hêza xwe di nava şeş mehan de li ser lingan bin û konseptan hemûyan pûç bikin."

Konseya Rêveber a KJK'ê civîna xwe ya asayî pêk anî, pêvajoya siyasî nirxand û li ser metirsiyên heyî hişyarî da.

PÊVAJOYEKE NÛ YA KOMPLOYÊ

Daxuyaniya KJK'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Jin, gelê Kurd û hêzên şoreşger di demeke welê de ne ku komployeke nû li wan tê ferzkirin. Di demeke wiha krîtîk de, Konseya Rêveber a KJK'ê ji bo erk û wezîfeyên xwe yên ji bo berxwedana şoreşgerî û pêşengiya têkoşînê plan bike, civîna xwe pêk anî. Rojeva civîna me ya asayî, rojeveke awarte bû. Di civîna me de rewşa polîtîk û leşkerî bi berfirehî hate nirxandin û hate tespîtkirin ku hêzên tifaqa komploya nû ew hêz in ku sala 1998'an li dijî Rêberê me komplo kirin. Hate destnîşankirin, heman hêzên mêtinger û emperyalîst dixwazin careke din bi rola xwe ya nexêr rabin û bi çarenûs û paşeroja gelê me bilîzin. Tifaqa faşîst a ku sala 1998'an li dijî Rêberê me komplo kir, careke din bi dilê û rûyê xwe yê tarî li ser kar e. Piştî sed salî, ji bo careke din pêşî li destketiyên gelê Kurd ên bi berdêlên mezin hatine afirandin bigirin û gelê me bê statu bihêlin, bi hemû hêza xwe ketine nava liv û tevgerê.

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ LI CÎHANÊ BI ROLEKE GIRÎNG RADIBE

Asta azadiyê ya jinên Kurd, berxwedana gelên bindest û jinan, hêviya têkoşînê, afirandina azadiyê û jiyanê xur kiriye. Têkoşîna azadiyê ku em pêşengiyê jê re dikin; li cîhanê bi rol û mîsyoneke girîng radibe. Li gel jinên cîhanê, bi îrade, biryardarî û piştavaniyê refên têkoşîna azadiyê hatine xurtkirin û gavên girîng hatine avêtin.

AFIRANDINA ENTERNASYONALÎZM Û KONFEDERALÎZMA JINÊ

Derfetên afirandina enternasyonalîzm û konfederalîzma jinê zêde dibin. Di civîna me de tespîta wê yekê hatiye kirin ku serdestiya mêr, hêzên emperyalîst, faşîst û mêtinger vê asta pêşketinê ya jinan û destketiyên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd afirandine li dijî berjewendiyên xwe weke metirsiyeke mezin dibînin. Lewma careke din bi rengekî gemarî û xayinane ketine nava plan û tifaqan û dest bi êrîşê kirine.

WEZÎFEYA QIRKIRINA KURDAN KU ERDOGAN-BAHÇELÎ DANE SER MILÊ XWE

Erdogan û Bahçelî bi navê dewleta Tirk wezîfeya meşandina polîtîkaya qirker û kujer a li dijî Kurdan û jinan dane ser milê xwe. Faşîzma Erdogan gihîştiye wê asta kiryarên li derveyî mirovahiyê û nîjadperest ku ne kêmî Hîtler, Mûsolînî û Franco. Erdogan dijminekî xas ê Kurd û jinan e. Ev polîtîkaya xwe ya dijminane bi rijandina xwîna Kurdan nîşan daye. Vê yekê weke wezîfeya xwe ya bingehîn û sedema hebûna xwe dibîne. Jin, zarok, extiyar û temamiya mirovên me yên Kurd bûne hedefa faşîzma Erdogan-Bahçelî. Êrîşên xwe yên li ser Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi rengekî bê navber didomîne. Ev êrîş li dijî rêxistinên Kurdan hemûyan û li hemberî gelê Kurd e. Girîng e her partî û hêzên Kurd vê yekê bibîne û li gorî wê tevbigere.

ERDOGAN TENÊ XWE JI XWÎNÊ XWEDÎ DIKE

Erdogan, piştî Efrînê ji bo careke din Rojava dagir bike û polîtîkaya xwe ya qirkirinê bixe meriyetê, diranên xwe yên xwînmij nîşan dide. Bûye vampîr û kesekî nexweş ku ji bilî xwînê nikare xwe bi tiştekî din xwedî bike. Polîtîkaya faşîst a dewleta Tirk xitimiye û ketiye nava krîzê. Erdogan hewl dide vê krîza siyaseta Tirkiyeyê bi polîtîkayên rojane yên şerê taybet binixumîne. Rojev û pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi şerê li dijî Kurdan û kuştinê dinixumîne.

EM HIŞYARIYÊ DIDIN KURDÊN NOKER

Em dibêjin, divê ti hêz, partiya siyasî û saziyeke Kurdan destekê nede komplo û êrîşên li dijî azadiya Rêberê me û destketiyên gelê Kurd. Ti ji hêzên Kurdan divê di nava vê komployê de cih negirin û xwe nekin sparteyeke komkujiya li dijî Kurdan. Em hişyariyê didin hêzên Kurd ên noker. Careke din kujerê gel, jin û zarokên xwe. Divê ti ji partî û hêzên Kurd nekevin binê vî gunehê giran. Divê bê zanîn, ên bixwazin vê bikin wê helwesteke tund ji me bibînin. Em bang li gelê xwe û jinan jî dikin, kîjan sazî, rêxistin û partî dibe bila bibe, kî cihê xwe di nava van polîtîkayan de bigirin, helwestê li dijî wan nîşan bidin û wan teşhîr bikin.

PARASTINA RÊBERTÎ, DESTKETIYAN Û AZADIYA JINÊ BINGEHA TÊKOŞÎNÊ YE

Di civîna me de ev rewş û mijar hatin nirxandin û azadiya Rêbertî, parastina welat û destketiyên gelê me weke wezîfeya stratejîk a demê hatiye diyarkirin. Bingeha têkoşîna me wê parastina Rêbertî, destketiyên gelê me û nrixên azadiyê yên jinan be. Li ser vê bingehê em dibêjin; bi milîtaniya hevrê Bêrîtan a li dijî êrîşên sala 1992'an ên dewleta Tirk û nokeriya bi Tirkan re, bi sekna hevrê Zîlan a li dijî êrîşa sûîqestê ya sala 1996'an a li Şamê li dijî Rêberê me û bi rêbaza fedayî ya bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' a sala 1999'an li dijî komploya navdewletî hate nîşandan, em dikarin ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Pêşengên jin ên vê rêbaza fedayî, divê careke din bi vê rol, bîr û baweriya wezîfeyên xwe tevbigerin.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Koma pêşîn a greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatibû destpêkirin a li Girtîgeha Xarpêtê ketiye roja 53'emîn. Çalakiya parlementera HDP’ê Leyla Guven jî ketiye roja 48'emîn. Di civîna me de hemû şoreşger û welatparêz û pêşengên ketine greva birçîbûnê wekî nûnerên helwesta fedaî ya pêvajoyê hatine qebûlkirin. Em diyar dikin ku em ê peywira xwe bi fedaîbûn û helwesta wekî ya Bêrîtan, Zîlan, Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr bi cih bînin. Hemû hevrêyên me yên ku li qadên cihê li ser peywira xwe ne, ew ê bibin bersiv. Faşîzm, mêtingerî û planên emperyalîst ew ê li hemberî têkoşîna me têk biçin.

PÊVAJOYA SEFERBERIYA AWARTE

Li ser vê feraset û biryardariyê di civîna me de 6 mehên pêşiya me weke pêvajoya seferberiyê hatiye îlankirin. Em ê berê xwe bidin serketinê. Em dizanin ku me her peywira xwe ligel dijwarbûna şertan bi ser xistiye. Ji ber hêz, bandor û pêşveçûna me êrîşên mezin li dijî me didin kirin.

EM Ê ŞEŞ MEHAN LI SER PIYAN BIN

Em bang li jinan, gelê xwe û ciwanên Kurdan dikin ku li dora slogana 'Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re bijîn' têkoşînê di asta seferberiyê bidomînin. Li hemberî van êrîşan divê berxwedan jî hebe. Em ê bi hemû hêza xwe di şeş mehên pêşiya me de, li ser lingan bin û em ê konseptan hemûyan pûç bikin. Em bang li şoreşgerên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dikin ku hêzê bidin vê pêvajoya têkoşîn û berxwedanê. Em bang li jinan dikin, bi berpirsyariya ku ev têkoşîn nirxên azadiyê yê jinan diparêze, xwedî li vê berxwedanê derkevin."