KJAR: Rewşa girtiyên siyasî di metirsiyê de ye

Hêja: Rewşa girtiyan, bi taybetî ya girtiyên siyasî û girtiyên siyasî yên jin, rewşa girtiya siyasî ya jin Zeyneb Celaliyan jî di metirsiyekî mezin de ye.Pêwîste bi lez daxuyanî bê dayîn bê ka ji bo kû derê veguhestine û dixwazin çi bikin.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rojîn Hêja derbarê rewşa heyî, rewşa vîrûsa Koronayê û xweparastina gel li hemberî wê, rewşa girtiyên siyasî bi taybetî rewşa Zeyneb Celaliyan û hevalên wê û her wiha zêdebûna tund û tîjiya li ser jinan nirxwandin kir û di dawiyê de bal kêşand li ser pêkanîna hevjiyana azad û civaka demokratîk.

‘EV ŞERÊ DI NAVBERA MODERNÎTEYA SERMAYEDARÎ Û MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DE YE’

Endama KJAR’ê Rojîn Hêja derketina vîrûsa Koronayê weke şêwazê biyolojîk a şerê cîhanî yê sêyemîn pênase kir û got: “Rêber Apo şerê niha ya îro birêve diçe wek şerê cîhanî yê sêyem bi nav kir. Şerê cîhanî yê sêyemîn hem di aliyê leşkerî û hem siyasî de birêve diçe. Îro em dibînin ku şêwazê şer guheriye; ew şere tevî ku di hêla siyasî û leşkerî de tê kirin di aliyê biyolojiyê de jî şer didome. Her roj bîlanço tê eşkere kirin, rêjeya kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin yan jî bi vîrûsê dikevin nîşan dide bê ka ew şere çiqasî bi şêwazekî nû û dijwar birêve diçe. Modernîteya sermayedarî di roja me ya îro de bi taybetmeniyekî nû li ser esasê ji nû ve dîzayn kirina cîhanê xwe birêve dibe. A niha ew şerê ku tê kirin şerê di navbera modernîteya sermayedarî û modernîteya demokratîk de ye. şerê bîrdoziye. Di esas de modernîteya sermayedarî ji bo mirovatiyê tenê êş, kuştin û mirin aniye. Wate civakekî bi krîz û bi tund û tîjî avakiriye. Îro civak di nava krîz û tengijînekê de dijî.”

‘RÊBER APO VÎNA JIYAN, JIN Û CIVAKA AZAD E’

Hêja modernîteya demokratîk wek alternatîfek li hemberî civakekî bi krîz û wê rastiyê pênase kir û diyar kir ku ew şerê cîhanî yê sêyemîn şerê di navbera her du paradîgma ne, ji bo wê jî îşare bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pêde çû: “Di bingehê de yê ku modernîteya demokratîk pênase kir û rastiya modernîteya sermayedarî eşkere kir û aliyê wê yê krîz, nexweşî û êşa wê ya ji bo mirovatiyê derxistî holê jî Rêber Apo bû. Ji bo wê jî eger em bala xwe bidinê tirsekî mezin li hemberî fikir û ramanê Rêber Apo heye. Wexta ku em dibêjin şer di navbera bîrdoziyan de ye, ew tecrîda ku li ser Rêber Apo birêve diçe jî çavakaniya xwe ji wê yekê digire. Tecrîda li ser Rêber Apo nîşaneya tirsa wan e; ji ber ku Rêber Apo ji bo hemû mirovatiyê jiyanekî azad û demokratîk pêşkêş kir. Tecrîda li ser Rêber Apo ne tenê tecrîda li ser wî ye belku tecrîda li ser hemû mirovatiyê, jiyana hemû jinan û hemû civakê birêve diçe. Ji ber ku Rêber Apo vîna jiyan, jin û civaka azad e.”

‘ÎRAN JI BO SIYASETÊN XWE JIYANA GEL XISTIYE NAVA METIRSIYÊ’

Derbarê belavbûna vîrûsê ya li Îranê Kordînasyona KJAR’ê Rojîn Hêja bal kêşande ser siyasetên Îranê û got: “Dema ku ev vîrûse li Çînê belavbû û hê belavê welatên din nebibû, dihat gotin ku li Îranê gel bi vîrûsê ketine lê piştre rejîma Îranê ew înkar kir û veşart. Di pêvajoya hilbijartinê de gel ew pêvajo û dewlet nepejirand û li hemberî wê helwest nîşan da. Gel dît ku ew rejîme hêza çareseriyê nîne û bi şêwazekî kuştin û krîzê bi xwe re tîne; lewma bi wê rengî li hemberî dewletê helwesta xwe bi şêwazê boykotkirina hilbijaritnên parlementoyê ve danî, neçû ser sindoqan û bi wê şeklê vîna xwe ya azad nîşan da. Rejîma Îranê jî dema dît ku rêjeya boykotkirinê pire û gel naxwaze biçe ser sindoqan lewre ji bo ku encamê hilbijartinan nekeve bin bandora siyasî û daxwazên demokratîk, hebûna Koronayê ya li welat eşkere kir û bi wê şêwazê sedemê encama hilbijartinê bi koronayê ve girêda. Ew yek jî rûyê rast ê dewletê nîşanê gel da ku çawa ji bo siyasetên xwe gel xiste nava metirsiyekê. Destpêkê hatina vîrûsê nexiste rojevê û tedbîrên pêwîst negirt. Lê niha jî dibînin ku wek siyasetekî taybet vîrûsa koronayê pir xiste rojevê û pêşiya xwepêşandan û nerazîbûnan girt û bi wê rengî tirs û panîk xiste nav gel.”

‘CIVAKÊ BI XWE XWE PARAST Û PERGALA XWE AVA KIR’

Hêja îşare bi rewşa bêkarî û hejariya gel li Îranê kir û wiha domand: “Gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber hejartiyê nikarin di mala xwe de bimînin û karê xwe rawestînin. Di wê qonaxê de ku dibêjin li mala xwe bimînin û dernekevin; gel dibêjin ku em hejarin lewma yan em ê ji birsîtiyê yan jî bi wê nexweşiyê bimirin. Sala bihorî 468 hezar kes ji ber nebûna ewlekariya cihê kar jiyana xwe ji dest dane û 1764 kes jî birîndar bûne. Ewlekariya jiyanî ya gel li ser kar nîne. Rast e ku civak ji bo ku bi vê nexweşiyê nekeve tirsiya lê di heman demê de dersa ku civakê derxist ew e ku êdî dewlet têkçûye û tu xizmetgozariyekê ji bo gel nekiriye.” Hêja bal kêşande ser xweparastina li hemberî vîrûsê û got: “Me hem li Îran, hem li Rojhilatê Kurdistanê û hem jî li beşên din ên Kurdistanê dît ku gel bi xwe xwedî li xwe derdikeve. Civak bi xwe xwe parast û pergala xwe avakir. Mînak di encama paradîgma Rêber Apo de pergalek li Rojavayê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê çêbûye; em dibînin ku gelê me pergala xwe avakiriye û bi vê nexweşiyê neket. Çend caran metirsî çêbûye lê asta xwe parastin û avakirina pergala tendirustiya wan bû sedem ku karîn xwe biparêzin. Gel kolanên xwe paqij kir û li malên xwe tedbîrên pêwîst wergirt û di aliyê feqîrtiyê de jî alîkariya hevdu kirin û li hev xwedî derketin. Ew helwesta gel cihê destxweşiyê ye. pêngava ku bi pêşengtiya Heyva Sor a Kurdistanê ya bi navê malbatên xwîşk û bira li her çar beşên Kurdistanê hate destpêkirin; gavekî girîng e û pêwîste di wê pêvajoyê de em xwedî li hevûdu derkevin û her kes bi qasê hêza xwe alîkariyê bide hevûdu.”

‘DEWLETAN EV QONAX WEKE FERSENDEKÊ JI BO BIRÊVEBIRINA SIYASETÊN XWE BIKAR ANÎ’

Rojîn Hêja qala siyasetên dewlet ya wê qonaxê û buhakirina tiştan ya ji aliyê rejîma Îranê ve kir û anî ziman: “Me dît ku li Îranê jî gendelî di asta herî jor de hebû. Li şûna ku dewlet alîkariya gel bike astengî derxist û qedexe danî; me dît ku ciwan xwestin alîkarî bidin û bi şêwazekî rêxistinî xwe ava bikin lê dewlet wê yekê qedexe kir. Di xwepêşandanên sala bihurî jî me dît ku ji ber buhatiyê gel nerazîbûna xwe nîşan da û xwepêşandan kir, bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî hatin bê ser û şûnkirin. Di wê pêvajoyê de ji sedî 15 sebze û fêkî û ji sedî 25 amûrên nav malê hatin buhakirin. Ew ne tiştekî nû ye, di Cotmeha par de ku ji sedî 3 benzîn buha bû, me dît ku gel çiqasî xwepêşandan kir lê wan ew pêvajoye ji bo xwe wek firsendekî dîtin da ku hemû tiştî buha bikin. Dewlet ku bi hemû sazî û dezgehên xwe ve ku pere ji berîka gel digirin û dixin berîkên xwe; em dikarin bêjin ku dewletan bi wê nexweşiyê ve gelan li malên wan girtin û bi wê rengî ji wan re derfet û firsend çêbû ku siyasetên xwe birêve bibin. Ji bo wê jî pêwîste gel li hemberî wê yekê hişyar be û helwêst û nerazîbûnên cûr bi cûr nîşan bide. Pêwîste wê bizanin ku dewlet wê pêvajoyê dikin firsendek ji bo bihêzkirina xwe, ji nû ve avakirina xwe û birêvebirina siyasetên li ser gel bikar anîn. Ji ber wê jî pêwîste em jî ji nû ve bi wê zanebûnê xwe rêxistin bikin, ji wê siyasetê haydar bin û nehêlin ku dewlet bi rengekî nû û bi siyasetekî nû derkeve pêşiya me.”

‘KOMARA SÊDARÊ CAREKÎ DIN BI ŞÊWAZÊN CÛR BI CÛR SIYASETÊN XWE BI RÊ VE DIBE’

Koordînasyoan KJAR’ê Hêja di dewama axaftina xwe de siyaseta taybet ya li ser girtîgehan a li Îran û Tirkiyê nirxand û got ku ew dewletane wisa nîşan dan ku wê ji ber vîrûsa Koronayê efûyê derdixin û girtiyan serbest berdidin, ji ber ku di metirsiyê de ne û ji bo wê jî çend hezar girtiyan serbest berdidin û zagonekî nû çêdikin, lê hate dîtin ku bi wî rengî nîne. Hêja derbarê rastiya siyasetên dewletê nirxand û rewşa girtiyan wiha anî ziman: “Raste pir kes serbest berdan lê kesên ku berdan jî ew kesane bûn ku dizî û bê exlaqî kiribûn ango ew kesên ku li beramberî mirovatî sûc kirine berdan. Eger em bala xwe bidin, dibînin ku kesên demokrat, azadîxwaz û kesên ku ji ber hizra xwe xistine girtîgehê serbest bernedan. Eger em temaşe bikin li girtîgeha Ûrmiyê û girtîgehên din jî agahî ji gelek girtiyan nîne ka birine kû derê. Yek ji wan kesan jî girtiya siyasî Zeyneb Celaliyane ku di wê dawiyê de tê gotin ber bi cihekî nediyar ve hatiye veguhestin. Êdî gel ji wan rewşane haydare. Beriya niha jî li ser girtiyên siyasî, siyasetê wisa dihate birêvebirin; her carê bi şêwazekî nû bi rêya êşkence û zextê siyasetê teslîmgirtinê pêş dixin. Di dema dawiyê de Îran 40 kes îdam kir; ew tê wateya ku komara sêdare carekî din bi şêwazê cûr bi cûr siyasetên xwe birêve dibe û dixwaze rewatiyê bide siyasetên xwe. Tenê di vê dema dawî de çend kes îdam kir ku nû temenê wan bûbû 18 sal. Ji bo wê jî ew rewşa girtiyan, bi taybetî ya girtiyên siyasî û girtiyên siyasî yên jin, rewşa girtiya siyasî ya jin Zeyneb Celaliyan jî di metirsiyekî mezin de ye. Pêwîste bi lez daxuyanî bê dayîn bê ka ji bo kû derê hatiye veguhestin û dixwazin çi bikin; pêwîste ku ew rewşe bi awayekî vekirî ji gel re eşkere bikin, ji ber ku gel niha ji ber wê rewşê di nav guman û fikaran de ye.”

‘DIYALEKTÎKA JIYANA DU ALIYE, JI BO WÊ JÎ PÊWÎSTE HERDU ALÎ JÎ BI VÎN BIJÎN’

Endama Koordînasyona KJAR’ê Rojîn Hêja di dawiya nirxandinên xwe de bal dikêşe ser zêdebûna rêjeya tund û tîjiya li ser jinan a di vê qonaxê de û li ser pêkanîna hevjiyana azad tekez kir û wiha domand: “Di wê pêvajoya ku gel li malên xwe de mane, ji pir aliyan ve şîdeta li ser jinê ber bi zêdebûnê ve çû. Di wê qonaxê de dibînin ku siyaseta rêgezperestiyê ya pergala sermayedarî, dewlet û malbatê ya li ser jin birêve diçe, zêdetir kûr bû. A niha em dibînin ku ew tund û tîjiya li ser jinê ji pir aliyan ve bi rengê dagirkirina rêgezî û destdirêjiya zayendî di nava malbatan de ji aliyê hevjînên wan tê kirin. Di wê qonaxê de acizbûn û nefreta ku pêwîst bû li beramberî dewlet û siyasetên wê pêş bikevê li hemberî jin û zarokan hate nîşandan. Li gorî rapora Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî eşkere kirî di wê qonaxê ya belavbûna vîrûsa Koronayê de 15 milyon jin rû bi rûyê şîdetê hatine; ew yek rastiya jinê li cîhanê nîşan dide. Rêber Apo dibêje; ‘Li rewşa jin temaşe bikî tu yê rewşa civakê nas bikî’. Niha rewşa jin ku berdewam bi şîdet, zext û zilmê re rû bi rû dimîne; ew siyasetin ku ji aliyê pergal û dewletê ve kûr dibin. Diyalektîka jiyan du alî ye, ji bo wê jî pêwîste her du aliyan jî bi vîn bijîn. Ji bo wê jî pêwîste ku her kes felsefeya jiyana azad û pîvanê hevjiyana azad ji xwe re bingeh bigire û bijî. Kesek ku hişmendiya xwe nû kiriye û xwe bi pîvanê demokratîk ava kiribe, kesek e ku vîna xwe ava kiriye û vîna yên hawîrdora xwe jî nas dike; jiyaneke xweş û xweşik ava dike. Ji bo wê jî pêwîste her kes ji nû ve li ser vê mijarê bihizire û xwe perwerde bike. Jiyan û civakekî çawa dixwaze? û divê ji bo wê jî xwe berpirsiyar bibîne û ji xwe ve dest pê bike. Eger di kesayetekê û malbatekê de hişmendiya sîstemê têk biçe vê di encamê le di seranserê sîstemê ew hişmendî têk biçe. Di vir de ya ku serdikeve felsefe û paradîgma jiyana azad, civaka azadîxwaz, civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwazê jinê ye.”