KJAR’ê ji bo rêveberina şoreşa jinê ya li Rojhilat û Îranê projeya xwe eşkere kir

Koordînasyona KJAR têkildarî xwepêşandana piştî qetilkirina Jîna Emînî ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir û piştre veguherî şoreşa jinê, bi daxuyaniyekê proje pêşniyara xwe eşkere kir.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê proje pêşniyarên xwe yên derbarê şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve hatibû qetilkirî vegûherî Şoreşeke Jinê eşkere kir.

Proje pêşniyara KJAR’ê wiha ye:

“Em 25’ê Mijaderê pêşwazî dikin. Roja li dijî tund û tujî, tekoşîn kirinê. Vê rojê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve ku gerdûnî bûye, pêşwazî dikin. Hemû jinên cîhanê li derdora vê dirûşmê bûne perjîn û nêzî hev bûn e. Ev pêşdeçûn, kelecanê didin û hêvî ava dikin. Bi taybet berxwedan û tekoşîna ku li Rojhilatê Kurdisatan û Îranê pêş dikevin, sira berxwedana jin û civakê ye, sembola jiyan û nasmaya azadiyê ye.

‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ CÎHANÊ BER BI GUHERÎN Û AZADIYÊ VE DIBE

Em li Rojhilatê Kurdistan, di pêşengiya jinan de, demên azadiyê dijîn. Di nav pêvajoyeke ku serhildanên jinan bi rengekî bi heybet pêş dikevin de, derbas dibin. Ev tê wê wateyê ku, di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Di sedsala 21’an de, em ê bi şoreşa jinê, jiyana azad ava bikin. Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îran, êdî ji bo Îraneke demokratîk, Îraneke nû wê çawa be, pêwîste vê carê hêzên hegomonîk biryarê nedin, jin û civak bidin. Ya ku cîhan bi qêrîna ‘Jin-Jiyan-Azadî’ ber bi guhertinan û azadiyê ve dibe, em in. Ev tê wê wateyê ku kesên dilê wan ji bo azadî, şoreş û wekheviyê lê dide, em jinin. Em dibêjin ku, jin hêza şorşê, ya vê sedsalê ye

JINÊ HEMÛ CIVAK KIR YEK

Ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê civak kir yek, sekin û berxwedaniya jinê bû. Di heman demê de, ya ku rejîm ji kokên wî ve hejand, bi serhildanê jinan bi jiyanî bûna xeta konfedralîzmê ya jinan bû. Di vê pêvajoya serhildanê de, nêzî 400 welatparêzên me şehîd bûn. Van şehîdên xwe ên demokrasiyê, bi rêzdarî û heskirin, bi bîr tînin. Ji bo Îraneke demokratîk û azad ku xeyala van şehîdan bû, di têkoşîna pêşxsitina vê yekê de, ji bo pêşengiyek xwirtir, em soz didin. Îro ji her demê bêhtir, derketiye holê ku modernîteya kapîtalîst, zilamsalar a cîhanê nikare dewam bike. Ev rewş li her devereke cîhanê, tê wateya kaos û qirîzên hîn berfirehtir. Lê li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Kurdistanê, weke şer diteyise derve.

JIN LI SER XWE BIRYAR BIDE

Bi şerê cîhanê ê 3’emîn re, şerên ku mezin bûn, koçên ku pêş ketin, qeyîranên av û hewa, qirkirina xweza, mirin, feqîrî û hwd. Her roj bilindtir bû. Ya herî girîng jî, bi politîkayên dijminanê ku li hemberî jinê pêş dixin. êrîşî jiyanê dikin û komkujiyan pêk tînin. Ji şeran jî, ji komkujiyan, koç, hejarî û şîdetan jî, herî zêde jin parê digrin. Bi rêka şeran, qadên jiyana azad, ji holê tên rakirin. Heta roja me ya îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji ber mecbûriyeta hîcabê, jin di hêla civakî û derûnî de hatiye tepisandin û bi qanûnên Şerîatê hatine qetilkirin. Sazî an jî polîsên exlaqê, ji derveyî civak bê exlaq kirinê, bi kêrî tu tiştekî din nehatin. Em dibêjin ku di derheqê jinan de, pêwîste bi tenê jin xwedî biryar bin. Ev mafê herî bingehîn yê mirov e. Di vê pêvajoya serhildanan de, bi hezaran mirovên me ji milê hêzên teybet yên Îranê ve hatin girtin. Zêdetirî dehezaran mirov niha girtîne. Heya ji piraniya wan jî agahî nehatine girtin. Rejîma Îranê, ji azadiya jinê pir ditirs e. Ev jî nîşanî me dide ku, Îran wê bi hêza jinan bê azad kirin.

ŞOREŞA ROJHILAT Û ÎRANÊ JI BO DAXWAZÊN HEMÛ JINAN Û CIVAKÊ DIBE BERSIV

Ev şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di pêşengiya jinan de bi rêve diçe, her roj mezintir dibe. Ji ber vê yekê dînamîka perspektîfa netewa demokratîk, çareseriyên pêwîst di hindirê xwe de dihewîne û ji hemû daxwazên jinan û civakan re dibe bersiv. Wek KJAR, em dibêjin ku “Bi Rêxistin kirina Neteweya Demokratîk, jiyana azad ava bikin. Serhildanên ku ev du mehin bi rêve diçin, her roj zêdetir bi reng dibe û beyî ku ji heybeta xwe tiştekî winda bike, berdewam dike û ji azadiyê gav paş de navêj e. Di nav hêrsek mezin de ye. Ev hêrs lêpirsîner e, şoreşger e. Li hemberî serdema zilam a mehşerî ku dixwaze vê sedsalê li bin guhê hevdû bide û biguhere, hesab xwesinek tê jiyan kirin.

SERHILDÊR DIVÊ DI NAVA KOMÎT Û KOMÎTEYAN DE CIHÊ XWE BIKE

Ji bo pergala xwe ya demokratîk derbasî jiyanî bibe, her jina ku di nav van serhildanan de cih digre, şagirtên zankoyan û dibistanên ku ji vê pêvajoyê re pêşengî dikin. Jinên Kurd, Belûc, Fars, Ereb, Mazenî, Ermenî, pêwîste herî kêm di nav yek komîte an komînekê de cihê xwe bigrin. Her kesê ku di vê pêvajoyê de kedek mezin da, pêwîste ji bo vê yekê xwedî hewildanan be û pêşeroja xwe bigre sexlemiyê de. Niha dem dema bi însiyatîfa demokratîk, avakeriyê pêş xistinê ye.

HETA DI HEMÛ QADÊN JIYANÊ DE GUHERÎNÊN DEMOKRATÎK PÊK NEYÊ WÊ SERHILDAN MEZINTIR BIBIN

Heya ku di hemû qadên jiyanê de guhertinek demokratîk pêk neyê, wê jin serhildanên xwe bilindtir bikin. Wekî ku şehîd Nesrîn Qadîrî jî got: “Azadî êdî ji qefesê derket!” Hemû Jîna êdî meşeleya azadiyê ne. Pewîste em bi hemû hêza xwe, xwedî li vana derkevin. Ev jî di astek mezin de rêxistinbûnekê dixwaze. Wekî ku di serhildanan de jî xuya dike, ya ku pergala zilamê serdest herî zêde mecbûrî guhertinên demokratîk kir. Tekoşîna azadî, wekhevî û dadmendiya jinê bû. Li piraniya deverên cîhanê jî, meşa mêr a bi vê dirûşmê dide diyar kirin ku, ew jî ji vê pergalê bêzar bûne. Ji bo di her milî de demoratîkbûna Îran pêş bikeve, bangewaziya me ew e ku, ji hemû neteweyan, jin tekoşînek hevbeş bimeşînin û yekbûna xwe xurt bikin.

JINÊN CÎHANÊ LI JÊR DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ LI HEV KOM DIBIN

Hemû jinên cîhanê li jêr diruşma ‘Jin-Jiyan-Azadî’ de hatin gel hev. Em dibêjin ku; ‘Em yekin, hene û ya xwe ne, ji bo azadiyê li qada ne!’

20’Ê MIJDARÊ DENGÊ XWE BIKIN YEK

Di roja Jîna ya cîhanî de, bangewaziya me ji bo hemû jinên cîhanê; Di 20’ê Mijdarê de, di şexsê Jîna Emînî de, jinên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin qetilkirin, ji bo van şehîdan di qadan de em dengê xwe bighînin hev. Rojek ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, em derkevin qadan. Bi diruşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di hemû parzemînan de silav bisekinin. Di şexsê Jîna Emînî da, em vê rojê vegerînin roja xwedî derketina li nirxên dîrokî yê jin û civakê. Em ji bîr nekin ku di hemû cihên cîhanê de bi milyonan Jîna hene. Em nêzî azadiyê ne, ber bi wê ve dimeşin. Ji ber vê yekê jî, em dibêjin em hêza xwe bighînin hev.

PROJEYA ME; XWE RÊXISTINKIRIN E, PÊŞXISTINA FELSEFEYA DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ YE

Wek pirojeya me ya çareseriya neteweya demokratîk, ji bo rêxistinbûna jinan li hemû gund, tax, navçe, bajar, dibistan û zaningeh, dema pêşxistina vê felsefeyê hatiye.Yê ku vê dirûşm ava kir, Rêber Apo ye. Rêxistinbûna vê fikrî, bi paradîgmaya muhteşem formule kir û di nav hemû jinên cîhanê de berbelav bû. Îro jin li hember pergala serdest ya Îranê ji hemû deman bêhtir li ser lingan in. Êdî gel vê rejîma dagirker li peyî xwe hiştiye. Ji ber vê yekê jî, kolana bernedin. Ji bo azadiya xwe kolanan bi domdarî tijî dikin. Di sekna xwe ya serhildanê de bi israr bin.

PROJE PÊŞNIYARÊN ME

Avakirin û pêşxistina xwerêvebirina demokratîk, gengaziya şoreşa civakê ye. Li ser vê bingehê, em wek KJAR, piroje û pêşniyara xwe ya ji bo bi rêvebirin û parastina şoreşa jinê, di 10 xalan de pêşkeşî jin, ciwan û tevahî civakê dikin. Xwe di pêşxistin û piratîze kirina van xalan da berpirsyar dibînin.

1-            Azadiya Zeyneb Celaliyan, jinên girtî yên siyasî û azadiya hemû girtiyên siyasî wê esasê tekoşîna me be, li ser vî esasî emê tekoşîna xwe bilin bikin.  

2-            Li hember pergala parçeger, kujer a ku dijminahî dixe nav gelan, tevahî netew û mozayîkên çandî a di Îranê de pêwîste ji bo bihevrebûn û xwe bi rêve birinekî demokratîk di pêşengiya jinan de komîteyên xwe yên pêywendî û tifaqên demokratîk ava bikin.

3-            Bi zanebûna, parastina cewherî ku mafek bingehîn yê her mirovekiye jin, gel û ciwan xwe bi rêxistin bikin, dikarin seknê xwe yê serhildanan mayînde bikin. Hîç taxek bê komîte an jî bê yekîne nebe. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelê me ji qatîl, sîxûr, tecavuzkar, îşkencekar û erkdarên besîc re cezayên Pêwîste bide.

4-            Di bin navê komîteya dadê de, bi beşdarbûna aktîf a jinan ve civak dikare bi kesên ku cihhê baweriyê ne, pêşengên baweriyê ne, parezêrin pergalê xwe ya dadê ava bike û pergalê dadê ya rejîmê red bike.

5-            Tevahî hunermend, werzîşvan, mamoste, karker, pizîşk û aktîvîstên ekolojî ku bi salane ji bo demokrasî û azadî tekoşîneke bê eman didin, di vê serdemê şoreşê de pêwîste encumen û komîteyên xwe ava bikin. Bi taybet jinên ku pêşengê van beşan bûne pêwîste ji bo parastina şoreşa azadî û demokrasî çawa xwe di nav komîteyên giştî de rêxistin dikin, pêwîste di paralelê wî de komîteyên xwe yên xweser jî ava bikin.

6-            Daxwaza şagirtên zaningehhê ku her roj, li her derê pêşengî ji serhildanên azadiyê re kirin heta dawî demokratîk in. Mamoste, ronakbîr, akademîsyen, xwendewan bi rêxistinkirina komîteyan perwerdeyê azad û demokratîk ava bikin. Her mal, kolan û tax weke dibistan û akademiyek rêxistin bikin.

7-            Jinên Rojhhilatê Kurdistan û Îranê li her derê bi komîn, yekîne û şurayên gond û bajaran ava kirinê ve, di derheqê pêşerojê xwe da, xwe rêxistinkirinê ve dikare azadiya xwe pêkan bike.

8-            Di parastin û pêşxistina şoreşê de malbat xwedî rolekî girîng e. Di vê serdemê de her malbat pêwîste ji bo xurtkirina tevahî komîteyan rolakî sereke bilîze. Ji bo pêşxistina kesayetê azad û nû li ser prensîba malbata demokratîk têkoşîna xwe bilind bike.

9-            Gelê Îran li hember bikaranîna ol, bawerî û çanda civakê ku dewleta dagirker wekî amûrek parçekirinê li dijî gelan bi kar tîne, pêwîste di xweseriya ol, bawerî û çand de komîteyên xwe ava bikin û li hember rêxistinên hevdu bi rêz nêz bibin.

10-          Komîta piştgiriya civaka şoreşgerî. Di vê pêvajoyê da ji ber serhildan û pirotestuyên di meydanan da û her wiha ji ber sîstema dagirker a hakim li ser aburiya civakî gelek malbat û kesên şoreşger zehmetiyên mezin jiyan dikin. Di pêşengtiya jin û ciwanan de, her wiha bi alîkariya şirket û saziyên aburî a xweser, kesên dilsoz bi şoreşê ra ji bo tamîn kirina pêwîstiyên jiyanî xwe rêxistin bikin.

Pergala netew dewlet di şexsê jin de pêşxistina qirkirina civak ê ye, pergalê neteweya demokratîk jî di şexsê jin de nûjenbûna civaka exlaqî û polîtîk e, xwe gihandina hezê jiyanê azad e.

Bijardeya jiyana azad ku li derdora dirûşme ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şênber dibe avakeriya pergalek demokratîk e. Dîsa li her çar aliyê cihhanê jin li ser lingane. Em ji bo hemû gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dibêjin ku; ji bo jin û gelên ku demokrasî, vîna gelan û azadiyê diparêzin bangawaziya me eve, “ Em bi ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyana rast bidin jiyîn.”. Em di vê pêvajoyê şoreşê de yek bibin, xwe bi rêxistin bikin, û bi têkoşînek bilind xwe azad bikin. DEM DEMA PARASTINA ŞOREŞA JINÊ YE.”