Kişanak û Tûncel nehatin berdan

Rûniştinên dozên Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel hate kirin. Di rûniştinan de Kişanak û Tuncel nehatin berdan.

Rûniştina doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel hate kirin.Rûniştin li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Meletiyê hate kirin.

Kişanak û Tûncel bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa 1’emîn a Kocaeliyê tevlî rûniştinê bû.

Tûncel 8’ê Adarê pîroz kir û go, “Heta jin azad nebin wê civak jî azad nebe.Yek ji sedema ku qeyyûm li ser şaredariyan hatiye wezîfedarkirin jî pergala hevserokatiyê ye. Jin wekî gefekê tên dîtin û jinên Kurd dibin hedef.”

Gultan Kişanak jî 8’ê Adarê pîroz kir û ji heyeta dadgehê xwest ku ew bi xwe tevlî rûniştina dema bê bibe.

Heyeta dadgehê biryar da ku bila Tûncel û Kişanak girtî bimînin û rûniştin taloqî 13’ê Nîsanê kir.