Kevana Zêrîn: Ji dagirkirin, talankirin û kavilkirina ax û welatê

Tevgera Çand û Huner a Jinên Kevana Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî piştgirî da bangewaziya avakirina yekîtiya netewî.

Tevgera Çand û Huner a Jinên Kevana Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê îro di daxuyaniya ku weşandiye de bal dikêşe ser girîngiya avakirina yekîtiya netewî û hewldanên ji bo pêkanîna wê. Ew beşa daxuyaniya Kevana Zêrîn wihaye:

“Wek Tevgera Çand û Huner a Jinên Kevana Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, em bangavaziya ku ji bo yekîtiya netewî tê kirin, gelek bi nirx û erkeke dîrokîn dibînin. Îro di sedsala 21’an de, tişta herî bingehîn ya ji bo mafê gelê Kurd, parastin û mayînde kirina hebûna gelê Kurd, yekîtiya netewî ye. Kuştina zarok, jin û însanên me re êdî na! Ji dagirkirin, talankirin û kavilkirina ax û welatê me re êdî na! Ji qirkirina çandî re êdî na! Şerê birakûjî ku desthilatdarên dijminê gelê kurd, di nava Kurda de pêşxistî re êdî na! Em qêrîna dayikên zakokên ku di doh li Helepçê, Roboskî û îro jî di Til Rifat de hatin kuştin tu carî ji bîr nekin. Li hemberî hemû curê qirkirinan, hêza xwe parastinê, bi yêkîtiya Kurd re wê mayînde bibe. Emê bi avakirina yekîtiya netewî ve, pêşeroja zarokên xwe û gelê xwe bigirin ewlehiyê.”

Di berdewama daxuyaniyê de Kevana Zêrîn îşare bi meşa ji Lozanê heya Cenevrê dike û destnîşan dike ku îro Kurd weke berê nemane û gihiştine asta ku êdî çarenûsa xwe diyar bike. Berdewamiya daxuyaniyê bi wê rengiye: “Ruhê demê, ji bo gelê Kurd, yekîtiyê ji me re ferz dike; yekîtî jî azadiyê diyar dike. Weke her neteweyekê em jî êdî mafê diyarkirina çarenûsa gelê xwe dixwazin. Ji her deme bêtir em îro nêzî vê rastiyê ne. Meşa ku ji Lozanê heya Cenevreyê tê li darxistin, di vê wateyê de gelek dîrokî ye. Hêzên ku di peymana Lozanê de Kurdistan çar perçe kirin, îro jî carekî din dixwezin Lozanê zindî bikin. Wê careke din Kurdan bê welat bihêlin. Lê êdî Kurd, ne ew Kurdên berê ne. Êdî xwedî felsefe, zanist, hêza parastinê û çandeke berxwedanê ne. Îro gelên cihanê jî, li gel yekîtiya Kurdan in. Em wek gelê Kurd, bi yekîtiya xwe ve, sedsala 21’an bi statukirina Kurdistanê ve dikarin tacîdar bikin. Bangewazî û armanca vê meşê, ji bo me Kurdan ji ber vê pir girîng e. Em jî di navenda cenga berxwedaniyê de, wek hunermend û xebatkarên jin yên Tevgera Çand û Huner a Jinên Kevana Zêrîn ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bi vê daxuyaniya xwe ve, bang li raya giştî û bi taybetî li hemû partî, rêxistinî û aliyên siyasî yên Kurd dikin da ku li hember wan polîtîkayên hêzên dagirker, yêkîtiya xwe ya netewî avabikin. Werin em bi hev re pêşeroja gelê xwe ronî bikin. Bi stranên azadiyê bixemilînin.”

Kevana Zêrîn di dawiya daxuyaniya xwe de ew bangewaziye kir: “Wek hunermendên jin banga me ew e; werin em bi hev re bi dengekî bilind bibêjin; “Çavkaniya hêza me yekîtiya me ye! Werin em bi hev re yekîtiya xwe biparêzin!”