Kesên xeleka mirovan li Amedê çêkirin destgîrkirin

Kesên ji bo desteserkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê protesto bikin, xelekek ji mirovan çêkiribûn bi darê zorê destgîrkirin.

Li Çerxerêya Tûrgût Ozal a navçeya Rezanê hevşaredarên Şaredariya Licê Tarik Mercan û Rûken Yilmaz û endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Çoşkûn û Şehrîban Zûgûrlî, Hevseroka HDP'a Yenîşehîrê û 2 kesên navên wan nehat hînbûn dema li dijî qeyûman çalakî xeleka ji mirovan çêkiribûn û rê li trafîkê giribûn hatin destgîrkirin.

Hevşaredarên Licê jî di nav de 7 kesên dema xwestin nerazîbûnê nîşanî qeyûman bidin û bûn xelek û rê li çûnhatinê birîn hatin destgîrkirin.