Kesên li Hewlêrê belavokên 'Azadî ji Ocalan re' belav kirin hatin binçavkirin

3 endamên Tevgera Azadî yên belavokên ji bo azadiya Ocalan belav dikirin, ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin binçavkirin.

Endamên Tevgera Azadî, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Hewlêrê belavok belav kirin, lê PDK li pêşiya wan bû asteng.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, endamên Tevgera Azadî yên bi navê Xalid Mûstafa, Xalid Mihemed û Mahîr Azîz li Hewlêrê hatin binçavkirin û heta niha ti agahî ji wan nayê girtin.

Duh jî ciwanên ji bo şermezarkirina komployê ji Silêmanî dimeşiyan Hewlêrê, ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve li pêşiya bajarê Hewlêrê hatibûn sekinandin û 4 ji ciwanan hatibûn binçavkirin. Asayîşa PDK'ê nehiştibû ciwan bikevin nava bajarê Hewlêrê.