Kesê ku qeyyûm ew ji kar derxistibû, xwe kuşt

Li Wanê Mesût Babatê ku berê qeyyûman û piştre jî walîtiyê ew ji kar derxist, xwe kuşt.

Di sala 2016’an de qeyyûmên xespkar Mesût Babat ji kar derxistibû. Di sala 2019’an de şaredariya HDP’ê dîsa ew xistibû kar lê vê carê ji ber lêpirsîna ewlekariyê ya Walîtiya Wanê ew ji kar hatibû derxistin, ji ber vê jî Babat xwe kuşt.

Mesût Babatê 42 salî bi şev xwe kuşt. Babat li kolana 17’an a Yenî Mahalleyê li malê xwe kuşt. Hate diyarkirin ku pênc zarokên wî hebû.

Hate hînbûn ku Babat piştî ji kar hatibû derxistin demeke dirêj li kar digeriya lê ji ber ku kar nedidît, nikaribû debara xwe bike.