Kenê zarokên Şengalê hêviya Êzîdxanê ye
Zarokên Êzîdxanê, tevî hemû êş û azarên fermana 73'an, bi rûkenî pêşwaziya jiyanê dikin.
Zarokên Êzîdxanê, tevî hemû êş û azarên fermana 73'an, bi rûkenî pêşwaziya jiyanê dikin.
Zarokên Êzîdxanê, tevî hemû êş û azarên fermana 73'an, bi rûkenî pêşwaziya jiyanê dikin.
Piştî kuştin, revandin, koçberkirin, tî û birçîbûnê li Çiyayê Şengalê jiyaneke nû tê avakirin. Êşên bi fermana 73'an re rû dan, hê mîna duh nû ne. Lê gelê Şengalê ti carî hêviya xwe ji jiyanê qut nekir û di bin konan de jî be, li cih û warên xwe jiyanê ji nû ve ava dike.
Ne serma Çiyayê Şengalê, ne jî germa dijwar nekarî vî gelî ji axa bav û kalan derxîne. Her malbatek li dora hev civiyan, dest dan hev û niha bi deh hezaran mirovên Êzidî li ser axa xwe di binê konan de xwe li jiyanê digirin.
Zarokên Êzîdxanê jî ne cihek heye ji bo lîstikên xwe yên kevn lê bilîzin, ne jî warek heye biçin lê bigerin. Lê dîsa jî parka ku ji aliyê Saziya Xizmetguzariya Şengalê ve li bajarokê Xanesorê hatiye çêkirin, ji bo zarokan bûye cihekî lîstik û kêfxweşiyê.
Tevî hemû êş û nexweşiyên bi serê wan de hatî, kenê li ser rûyê zarokên Şengalê mîna gulên nêrgizê her geş e. Ev kenê wan jî nîşaneya berxwedan û hêviyê ye. Di heman demê de bersiveke li çete û xêrnexwazan.