Kemal Kûrkût li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn

Kemal Kûrkût ê berî 2 salan li Newroza Amedê ji aliyê polîsan ve hate hefkirin û qetilkirin, ji aliyê HDP, KCD, BDP’yiyan ve li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn.

Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an de dema hewl dida derbasî qada Newrozê bibe ji aliy polîsan ve hate hedefkirin û qetilkirin, ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) ve bi qûrnefîlan li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn. Di bîranînê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevseroka BDP’ê Mehmet Arslan û keça Leyla Guven a li dijî tecrîdê li grevê de ye Sabîha Temîzkan jî amade bûn.

Li cihê bîranînê Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz anî ziman ku Newroza îsal li bin zext, zilim û qetilkirinê hate pîrozkirin.

Aydenîz anî ziman li cihê Kemal Kurkut lê hate qetilkirin qûrnefîl didanin û got: “Cejna Newrozê cejna Vejînê ya gelê Kurd pîroz be.”