Kekê çalakgerê greva birçîbûnê: Berpirsyarî ya me hemûyan e

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Şiyar Akboga ye. Kekê wî Ramazan Akboga diyar kir, berpirsyariya her kesî ye ku xwedî li berxwedana girtiyan derkevin û li dijî tecrîdê têbikoşin.

Şiyar Akboga sala 2004'an hate girtin û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate bicihkirin. Bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" 28 sal cezayê girtîgehê dan wî. Piştî ku 9 salan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate hiştin, ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Bandirmayê hate kirin. Li wê girtîgehê tevî 28 hevalên xwe ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Kekê wî Ramazan Akboga diyar kir, daxwazên çalakgeran mafdar û însanî ye û ji ber vê yekê malbatên wan piştgiriyê dide wan.

Akboga anî ziman, 6'ê Gulanê wî birayê xwe dîtiye û diyar kir, bedena wî lawaz bûye, xwînê verdişe û ji hişê xwe diçe. Akboga ragihand, li gel çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan pirsgirêkên wiha yên tenduristiyê hene, lê tevî vê yekê jî çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

Akboga destnîşan kir, divê her kes li gorî hesasiyetên pêvajoyê helwestê nîşan bidin û got, "Pêşîgirtina li mirina mirovan ne tenê berpirsyariya dayikên laçik spî ne, berpirsyariya her kesî ye."

Akboga diyar kir, di dema çûyîna hevdîtinê de rêveberiya girtîgehê ji wan xwestine ku ew çalakgeran îqna bikin ku dest ji çalakiyê berdin û got, malbatên çalakgeran piştgiriyê didin daxwazên wan û yekane rêya bidawîbûna çalakiyê jî pêkanîna daxwazên wan ên li dijî tecrîdê ye.

Akboga diyar kir, piştî ku grevên birçîbûnê dest pê kir rewşa tenduristiyê ya dayika wî nebaş bû, beşek ji bedena wê felç bûye lê tevî vê yekê jî her roj li Koşûyolû tevlî çalakiyê dibe.