Kedkarên tendirustiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê hatin bibîranîn

Kedkarên tendirustiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li ber avahiya Galeryayê ya Amedê hatin bibîranîn.

Yekitiya Bijîşkên Tikriyê (TTB) têkildarê hevpîşeyên xwe û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li ber avahiya Galerya ku hilweşiyaye daxuyanî dan. Seroka TTB’ê Şebnem Kurur Fîncanî tev li daxuyaniyê bû û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl danîn ber kavilên Galeryayê.

Di daxuyaniyê de Şebnem Kurur Fîncani axivî û got: “Di eslê xwe de 14’ê Adarê heftiya berxwedanê ye. Di wêneyê em dibînin de dîmenên ne xwezayî hene. Demek dirêje em têkoşînê didin. Di serî de li hemberî şewba li cîhanê belavbûye û niha jî li hemberî bê ewlehiyan. Erdhej bûyerek xwezayî ye. Lê belê bilançoya ewqas giran û di bajêr xirabûna hinek avahiyan ne ji rêzê û ne jî xwezayî ye. Cardin em dibêjin erdhej xwezayî ye me ne dikarî pêşî lê bigirin. Lê belê me dikarî ewlehî bigrin û pêşî li mirina ewqas kesan yan jî birîndarbûyîna wan bigrin. Ev encamên dûrbûna ji zanistê ye. Ev encamên polîtîkayên rantê ne.”

Fîncani destnîşan kir ku ew û hevpîşeyên wan ji roja erdhejê ve li qadanin û hewil didin birînên gel bikewînin û got: “Hempîşeyên me yên karibûn xwe ji kavilan rizgar bikin çûn nexweşxaneyan erk girtin. Lewra avahiyên tendirustiyê, nexweşxane jî zirerên mezin girtibûn. Dibe ku ji bo Amedê ne derbazdar e, lê li bajarên ku hilweşînên mezin hatine jiyîn de, li Semsûr, Hatayê û deverên din hîna nexweşxaneyên nû hatine avakirin hilweşîyan. Nexweşxaneya Mereşê ya saleke hatiye avakirin jî bi heman rengî zirer girtiye. Ji ber ku li ser erdê avîn hatibû avakirin. Di encama van îhmalkariyan de bi sedan hevalên me ango bi qasî 500 hempîşeyên me jiyana xwe jidest dan. Hevpîşeyên me tevî hemû astengiyan xwestin xwe bigihînin nexweşxaneyan kar bikin lê bele yên ku vê rêxistinbikin tune bûn.”

Di dawiya daxuyaniyê de qurnefîl danîn ber avahiya galeryayê ya hilweşîyaye.