Dengbêj Mecîdê Silêman çû ser dilovaniya xwe

Keddarê Radyoya Êrîvanê, Hebestkar û Dengbêj Mecîdê Silêman çû ser dilovaniya xwe.

Helbestkar û dengbêjê Kurd, keddarê Radyoya Êrîvanê Mecîdê Silêman di 81 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Mecîdê Silêman 1937’an li Ermenîstanê, li gundê Semenkaşê hatibû dinê. Bavê Silêman, Mihemedê Siloyê Miho Zakavkaz ku yekî hejar bû, piştî ku dibistana mamostetiyê diqedîne li gundê Davîtaşên dibe muxtar û bi malbata xwe re diçe gund.

BI WELATPARÊZIYA XWE DIHATE NASKIRIN

Mecîdê Silêman 1964’an li Enstîtûya Çandiniyê ya Êrîvanê beşa veterîneriyê diqedîne. Mecîd bi denbêjiya xwe û helbestên xwe balê dikişine ser xwe, heman salan li radyoya Êrîvanê dengbêjiyê dike. Helbestên Mecîdê Silêman li Ermenîstanê û Qezakîstanê dibin pirtûk.

Silêman 1990’î bi malbata xwe re koçî Qezakîstanê dike. 1992’yan li Qezakîstanê, li gundê Aşîbûlakê koma şano û govendê ava dike. Di rêxistina Kurdên Sowyetan de bi çalakî cih girt, tevlî avabûna Yekbûnê bû, ku rêxistiniya pêşî ya Kurdên Sowyetan bûn. Silêman ku sempatîzanê Tevgera Azadiya Kurd û PKK’ê bû, bi welatparêziya xwe dihate naskirin.