KDP-Î: Di êrîşên hêzên Îranê de 2 pêşmerge şehîd bûn
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê (KDP-Î) ragihand ku di êrîşên hêzên dewleta Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê (KDP-Î) ragihand ku di êrîşên hêzên dewleta Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.
Dewleta Îranê îro serê sibehê bi drone û fuzeyan êrîş bir ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê (KDP-Î), Komeleya Zehmetkêşan, Komeleya Şoreşgeran û Komeleya Komunîst ên li Başûrê Kurdistanê.
PDK-Î li ser êrişa li gundê Koyê yê Hewlêrê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "2 pêşmerge Rêbwar Ebdî û Aso Tewana şehîd bûn, 8 kes jî birîndar bûn."