KCK: Têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, divê mezintir bibe

KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî rojane çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Gelê Kurdistanê yê welatparêz li her cihê ku lê ye divê li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker, helwesta xwe xurtir bike û têkoşînê mezintir bike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Piştî ku fermandariya gerîla û tevgera me li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla daxuyanî dan û li ser mijarê bang kirin, di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz, dostên gelê Kurd, mirovên çep, sosyalîst, şoreşger, demokrat û xwedî wijdan bi berpirsyarî rabûn û bi çalakiyan nerazîbûna xwe nîşan dan. Bi taybetî piştî ku fermandariya gerîla li ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker hin belge weşand, hestiyarî zêde bû. Bi rêya çalakiyan xwedî li rûmet û wijdanê mirovahiyê hate derketin û li dijî qirkirinê li gel doza mafdar a gelê Kurd sekinî. Em van çalakiyan gelekî hêja û bi wate dibînin û spasiya gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku tevlî van çalakiyan bûn û piştgirî dan."

'ÇALAKÎ DIVÊ HÎN ZÊDE BIBIN Û DEWAM BIKIN'

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha dewam kir:

"Li Ewropayê di serî de li Dusseldorfê, li Stockholm, Marsîlya û gelek deverên Ewropayê gelê Kurd tevî dostên xwe bi çalakiyên bi beşdariya bi deh hezaran kesî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger qirker û artêşa wê ya dagirker ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin û nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan dan. Bêdengiya DYE, Elmanya û delwetên din ên Ewropayê li hemberî vî sûcê li dijî mirovahiyê yê faşîzma AKP-MHP'ê, hevkariya wan a li vî sûcî li Ewropayê bû sedema hêrseke mezin a gelan, jinan, enternasyonalan û dostan. Ev hêrsa ku veguherî çalakiyên girseyî yên bi heybet, ji bo gerîla û gelê Kurd bû moraleke mezin. Ji ber vê helwesta bi wate em gelê xwe yê li Ewropayê, dostên xwe, jinan, enternasyonalan û her kesên tevlî çalakiyê bûne silav dikin, pîroz dikin. Ev çalakiyên ku li Ewropayê hatin lidarxistin gelekî bi wate û hêja ne. Ev çalakî divê hîn mezintir bibin û li dijî dewleta Tirk a ku li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û li pêş çavên cîhanê sûcê li dijî mirovahiyê dike, heta ku helwestek bê nîşandan, dewam bikin.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a qirker mêtinger ên bi çekên kîmyewî, di serî de li Silopiyayê li Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelê me li gel dostên xwe çalakî lidar xist û nerazîbûna xwe nîşan da. Çalakiyên ku li Silopiya û Stenbolê hatin lidarxisting elekî bi wate bûn. Li Rojava, Şengalê, Mexmûrê û Başûrê Kurdistanê jî gelê me bi çalakiya nerazîbûna xwe nîşan da, dewleta Tirk a mêtinger şermezar kir. Gerîla ji bo azadiya Kurdistanê û gelan her tiştê xwe feda dike, lewma cihgirtina li gel gerîla pîvana bingehîn a welatparêzî û mirovbûnê ye. Gelê Kurdistanê yê welatparêz heta niha bi dayina berdêlên gelekî giran ti carî xwe ji têkoşîna azadiyê venegirt, li dijî dijminê faşîst mêtinger, qirker, neteweperest û nijadperest ê ku dixwaze Kurdan tune bike, têkoşiya û hebûna xwe parast. Îro jî bi xurtî li gel gerîla cih digire û vê têkoşîna xwe dewam dike. Ji ber vê helwesta ku di her şert û mercî de li ser xeta azadiyê israr dike, em gelê Kurdistanê yê welatparêz ji dil pîroz dikin û bang dikin ku bi ruhê seferberiyê hîn bi xurtî tevlî vê têkoşîna serketinê bibe.

BÊDENGÎ ERÊKIRIN E, HEVKARÎ YE

Dewleta Tirk a mêtinger qirker xwedî rabirdû û paşerojeke komkujiyê ye. Li dijî Kurdan ne tenê îro, her wiha berê jî gelek caran çekên kîmyewî bi kar anî, bi her rê û rêbazên li dijî mirovahiyê êrîş kir û sûcê li dijî mirovahiyê kir. Dewleta Tirk û artêşa Tirk a dagirker her roj vî sûcî dike. Divê li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk kes bêdeng nemîne, nerazîbûna xwe nîşan bide û bikeve nava liv û tevgerê. Bila her kes zanibe ku kes û hêzên li hemberî dewleta Tirk a mêtinger qirker ê vî sûcê li dijî mirovahiyê dike bêdeng dimîne, ji aliyê geê Kurd ve weke hevparê qirkirina Kurdan têne dîtin. Kes nikare bibêje ku bi bêdengiya li hemberî sûcê li dijî mirovahiyê hevkariyê jê re nake. Ji ber ku bêdengî tê wateya erêkirinê, tê wateya hevkariyê. Di serî de Elmanya û dewletên din ên Ewropayê, li hemberî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst a dijminê Kurdan û li dijî sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng dimînin. Bêdengî di heman demê de piştgiriya ji bo tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst e. Dewleta Tirk a mêtinger qirker pişta xwe dispêre DYE, NATO û dewletên Ewropayê, bi vî rengî polîtîkaya qirkirina Kurdan dimeşîne û bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê dike.

HÊZÊN BAŞÛRÎ JÎ DIVÊ HELWESTEKE HÎN XURTIR NÎŞAN BIDIN

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên dagirkerî, qirkerî û sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng dimîne, helwestekê nîşan nade. PDK ji xwe hevkarê vî şerê qirêj e. Lê belê parlament û rêveberiya Kurdistanê ku gelek partî di nav de ne, heta niha helwestek nîşan nedane. Ev rewş ji aliyê gelê Kurdistanê ve nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk a qirker dixwaze Kurdan tune bike û li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne. Yên ku helwestekê li hemberî dewleteke bi vî rengî nîşan nede, gelo eleqeyeke xwe bi Kurdîtiyê re heye? Wê çawa karibe navê rêveberiya Kurd li xwe bike? Başûrê Kurdsitanê berê Helebce dît. Li Helebceyê dema ku çekên kîmyewî hatin bikaranîn, hêzên Kurdistanî yên welatparêz hemûyan bi xurtî nerazîbûna xwe nîşan dan, piştgirî dan rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Îro jî li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî têne bikaranîn, lê belê rêveberiya Başûrê Kurdistanê helwestê nîşan nade, nerazîbûna xwe raber nake, mîna ku tiştekî bi vî rengî nîne nêzîk dibe. Kurdbûn bi vê nêzîkatiyê nabe. Gelê Kurdistanê jî helwesteke bi vî rengî qebûl nake. Ji xwe PDK di şerê dijî gerîla de li gel dewleta Tirk a mêtinger qirker cih digire, piştgiriyê dide artêşa Tirk. Ev rewşeke li ber çavan e, gelê me vê dibîne û bi vê zane. Hêzên siyasî yên Başûrî jî li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker helwesta pêwîst nîşan nadin. Ev nêzîkatî li welatparêziyê, li Kurdîtiyê nayê. Di serî de hêzên siyasî yên Başûrî divê demokrat, welatparêz, rewşenbîr, hunermend û nivîskarên Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir helwestê nîşan bidin.

DEWLETA TIRK HÎN JÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Dewleta Tirk a mêtinger qirker hîn jî rojane çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê li dijî mirovahiyê dike. Fermandariya gerîla vê yekê her roj bi daxuyaniyan bi raya giştî re parve dike. Lewma gelê Kurdistanê yê welatparêz li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye, li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker divê helwesta xwe hîn bêhtir nîşan bide, têkoşînê mezintir bikin û heta tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bê hilweşandin nesekine. Dostên gelê Kurd jî divê vê piştgiriya xwe ya bi wate mezintir bikin û heta gelê Kurd ji bin zordariya qirkirinê rizgar bibe û azad bibe, piştgiriya xwe dewam bikin. Gelê me û dostên me divê zanibin ku tifaqa AKP-MHP'ê rêxistineke faşîst a dijminê Kurdan e û tenê bi têkoşînê dikare bê hilweşandin. Em her kesên ku li ber sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk rabûne ji ber nerazîbûna wan pîroz dikin û bang dikin ku helwesteke hîn xurtir nîşan bidin, heta serketina vê têkoşînê ku nîşaneya wijdan û rûmeta mirovahiyê ye, çalakiyên xwe dewam bikin."