KCK: Têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîna dijî faşîzmê ye

KCK’ê bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li dijî zext û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rawestin, li ser vê zemînê têkoşîna dijî faşîzmê tam û watedar bikin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û domand: ‘’Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nahêlin ku parêzerên xwe  bibîne.  2016’an bi encama zexta  raya giştî birayê xwe Mehmet Ocalan bi demeke kurt dîtiye. Ne tenê Rêber Apo, 3 girtiyên dî yên şoreşger ên li Îmraliyê jî parêzerên xwe nabînin. Ev tecrîda giran bi binpêkirina peymanên navnetewî û destûra sazkar a Tirkiyê pêk tê. Qey destûra faşîst a berdest têrê nake, bi destûr û yasayeke taybet a ji bo kesekî ev tecrîd tê kirin.’’

Di da xuyaniyê de hate gotin, ‘’Mirov çawa nêzîkî rêberê civakekê bibe mirov wiha nêzî wê civakî jî dibe’’ û bi domdarî hate gotin, ‘’Ji vî alî ve nêzîkatiya li Rêbertiyê nêzîkatiya li gel e. Tecrîd û zexta li ser Rêbertî tecrîd û zexta li ser gelê Kurd e. Şerê ku ji 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî Kurdan tê kirin, 5’ê Nîsana 2015’an dest pê kiriye. Ji bo vê jî têkoşîna dijî tecrîdê her wiha têkoşîna dijî polîtîkayên şer û faşîzmê ye.’’

 ‘NÊZÎKATIYA LI RÊBERTÎ NÊZÎKATIYA LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YE’

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bi berdewamî got: ‘’Nêzîkatiya li Rêbertî her wiha nêzîkatiya li hêzên demokrasiyê ye. Rêber Apo ji bo ku Kurd û hêzên demokrasiyê gihandine hev faşîzma mêtinger a qirker li dijî Rêber Apo bi hêrseke mezin e. Ji  vî alî ve tecrîd û politikaya zextê ya li Îmraliyê tecrîd û politikaya zextê ya li ser hemû hêzên demokrasiyê ye. Divê hemû hêzên demokrasiyê, sosyalîst û şoreşger zanibin, heta ku mirov li Rêber Apo xwedî dernekevin, heta ku mirov li dijî tecrîd û zexta li Imraliyê dernekevin li Tirkiyê têkoşîna demokrasiyê û  azadiyê wê ne tam û rast be. Dijminatiya herî mezin a ku desthilata faşîst li Rêbertî dike, vê rastiyê derdixîne holê.

Têkoşîna demokrasiyê û azadiyê tenê mirov nikare bi Kurdan ve bihêle, têkoşîna dijî tecrîd û zexta li ser Imraliyê jî divê tenê ji Kurdan neye hêvîkirin. Dewleta Tirk dibêje heke hûn xwe nêzî  tengala Kurdan bikin, bi wan re têbikoşin em ê bi ser we de werin, her wiha dibêje, hûn li dijî tecrîd û zexta li Îmraliyê derkevin em ê bi ser we de werin û hûn ê ziyanê bibînin. Şoreşger û demokrat li dijî van zextan heke serê xwe bitewînin wê ji ji nirx û baweweriyên xwe dûr bikevin. Ji bo vê jî, pê re, di nav demokratên şoreşger de, di nav hêzên demokrasiyê de ew hişmendî çêbûye ku bi Kurdan re hevkariyê bikin û li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin. Ev helwest divê veguhere xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd, bi têkoşîna dijî tecrîd û zexta li Imraliyê were temamkirin û hê bêhtir were watedarkirin. Hemû jinên Tirkiyeyî divê pêşengiya vê bikin. Ji ber ku hişmendiya azadiyê ya Rêber Apo û têkoşîna wî, jinên Tirkiyeyî jî xurt kirine. Kiriye ku têkoşîna jinan a hemû cîhanê geş bibe.

CPT Û KE TECRÎDÊ NORMALÎZE DIKIN

Rêxistinên mafê mirovan, parêzerên Rêber Apo, malbat, rayedarên HDP’ê, gelek sazî û kesên demokrat şoreşger, rêxistinên şoreşger, tevgera jina Kurd tecrîd û zexta li Îmraliyê kirine rojev. Di demeke wiha de ku faşîzma Kurd û nirxên Kurdan zêdetir kiriye hedef, rewşa Rêbertî ku Kurd jê re hesas in kirine rojevê. Di rewşeke wiha de kul i ser Rêberê Kurd êrîşên giran hene, derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd ti agahî tine. CPT û Konseya Ewropa ku di vê mijarê de berpirs in, bi nêzîkatiya xwe zextên li ser gelê Kurd meşrû dikin û tecrîd, zexta li Îmraliyê normalîze dikin.

DIVÊ RÊGEZ Û BERPIRSYARÎ WERIN BICIHANÎN

CPT li girtîgehên cuda û li welatên cuda her çendî binpêkirina mafê mirovan ji bo ku li cih bibîne plan kiribe jî, di di nav planê de Imralî tine û ev jî tê wê maneyê ku CPT û Konseya Ewropayê qirkirina dewleta  Tirk a li ser Kurdan û tecrîda giran a li Îmraliyê dipejirînin. Gotina ‘bêdengî ji pejirandinê tê’ tam li vê helwesta CPT û Konseya Ewropayê digunce. Dewleta Tirk li Îmraliyê pêkanînên taybet ê ji bo kesan dike, CPT û Konseya Ewropa jî dema ku mijar dibe Kurd û Rêbertiya Kurd rêgezên xwe ji bîr dike û bi berpirsyariya xwe ranabe.

BÊDENGÎ PEJIRANDIN E

Li Tirkiyê hemû zext, zilm û faşîzm ji ber polîtîka û kirinên li dijî Kurdan ên li ser Imraliyê ne. Bêdengiya li bara zexta li ser Kurdan û Rêbertiya Kuran pejirandina faşîzma li Tirkiyê, pejirandina zilma li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê helbet ji van saziyan wê bixwaze ku pêgirê rêgezên xwe bin û tişta hewce bikin.

Divê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê vê bibînin;  faşîzma li Tirkiyê tenê bi baweriya bi hêza xwe û bi vê çarçoweyê bi têkoşînê dikare were şikandin. Divê were dîtin ku yek ji parçeya girîng ê têkoşîna qelskirina faşîzma li Tirkiyê, xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd û rawesta li dijî tecrîd û zexta li Îmraliyê ye.

Ji vê hêlê ve, em bang dikin li dijî faşîzmê divê têkoşîn were dayin, hemû hêzên demokrasiyê li dijî zext û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ra bin, li ser vê zemînê têkoşîna dijî faşîzmê tam û watedartir bikin.’’