KCK: Rizgariya Reqayê destpêka serdemeke nû ye li Sûriyeyê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, serketina Reqayê li gelan û şervanan pîroz kir. KCK'ê destnîşan kir, ku bi rizgarkirina Reqayê re li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kiriye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser serketina Reqayê adxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû şervanên Ereb, Kurd, Suryanî, Tirkmen, Tirk û enternasyonalîst ên şehîd bûn, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi serketina Reqayê re wê pêvajoya afirandina Sûriyeya demokratîk a li ser bingeha demokratîkbûnê hê bi lez bi cih were. Sûriyeya demokratîk, ku Ereb, Kurd, Suryanî, Çeçen, Durzî, Tirkmen û hemû gelên din bi nasname û çanda xwe lê bijîn, wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak."

Daxuyaniya KCK'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê (QSD), di encama şerekî 4 meh û nîvan de, çeteyên li derveyî mirovahiyê, li Reqa ya ku ji xwe re kiribûn paytext têk birin û Reqa rizgar kirin. Em hemû şervanan û gelên ku rê li ber vê serketinê vekirin, pîroz dikin. Ev şer bi navê tevahiya mirovahiyê hate kirin. Şerê demokrasî û azadiyê ye ku bi navê gelên Rojhilata Navîn hate kirin. Em hemû şervanên Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Tirk û enternasyonalîst ên di vî şerî de şehîd bûn bi minetdarî bi bîr tînin û şîfa xêrê ji hemû xaniyên di şer de birîndar bûn dixwazin.

'SERKETINA REQAYÊ SERKETINA NETEWEYA DEMOKRATÎK A LI SÛRIYEYÊ YE'

Serketina ku li Reqayê li hemberî DAIŞ'ê hate bidestxistin, serketina neteweya demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê û gelemperiya Sûriyeyê ye. Di serî de ciwanên Ereb û Kurd ên ji Reqayê, gelên Suryanî, Tirkmen, Çeçen û hemû gelên Sûriyeyê tevlî vî şerî bûne. Li Reqayê di têkbirina DAIŞ'ê de ciwanên Ereb i roleke gelekî girîng rabûn û zîhniyeta neteweya demokratîk û biratiya gelan xurt kirin. Lewma, 'Cenga Mezin' a li Reqayê bû nîşaneya berbiçav a biratiya gelan a bi feraseta neteweya demokratîk. Em hemû gelên ku cihê xwe di vî şerî de girtine pîroz dikin.

'DESTPÊKA SERDEMEKE NÛ YE'

Bi rizgarkirina Reqayê re, bi têkoşîna rizgarkirinê ya bi feraseta neteweya demokratîk re, ji bo yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê gaveke gelekî girîng hatiye avêtin. Federasyona Sûriyeya Demokratîk bi vê karaktera xwe, wê bibe bingeha yekîtiya Sûriyeyê. Bi rizgarkirina Reqayê em bawerin ku li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kiriye. Bi serketina Reqayê re wê pêvajoya afirandina Sûriyeya demokratîk a li ser bingeha demokratîkbûnê hê bi lez bi cih were. Sûriyeya demokratîk, ku Ereb, Kurd, Suryanî, Çeçen, Durzî, Tirkmen û hemû gelên din bi nasname û çanda xwe lê bijîn, wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak.

Şerê ku li Reqayê li dijî DAIŞ'ê hate kirin, bicihhatina feraseta neteweya demokratîk a di vî şerî de, rê û rêbazên Sûriyeya demokratîk raxistine pêş çavan. Aştî û aramiya Sûriyeyê, bi pêkhatina feraseta siyasî ya federal û xweser a demokratîk a demokasiya herêmî û feraseta neteweya demokratîk dibe Em pê bawerin, ku bi vî rengî wê hem yekîtiya Sûriyeyê xurt bibe, hem jî Sûriyeya demokratîk ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve bandoreke xurt Rojhilata Navîn bike. Pêwîste hemû gel, civak û hêzên siyasî yên li Sûriyeyê bi erk û berpirsyariya afirandina Sûriyeyeke bi vî rengî rabin. Êşên ku gelên Sûriyeyê di nava 6 salên dawî de kişandiye, divê bi afirandina Sûriyekeke demokratîk watedar bê kirin. Mafê hemû gelên Sûriyeyê ye ku li Sûriyeyeke demokratîk û azad bijîn. Em bawerin ku ruhê Reqayê wê Sûriyeyeke federal a demokratîk ava bike û ji ber hewldanên di vî warî de serketinê ji hemû gelan û hêzên siyasî yên li Sûriyeyê re dixwazin."