KCK: Qetlîama Helebceyê di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hate kirin

KCK’ê Qetlîama Helebceyê şermezar kir û diyar kir Qetlîama Helebceyê di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hate kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi wesîleya salvegera Qetlîama Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em Komkujiya Helebceyê ya ku yek ji mezintirîn komkujiya dîroka mirovahiyê ye, di salvegera wê ya 35’emîn de careke din şermezar dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Kesên ku di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd in. Gelê Kurdistanê wê Helebce û bi hezaran kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane ti carî ji bîr nake. Em careke din di şexsê kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza serketin û serfiraziyê ya ji şehîdan re dubare dikin.

Komkujiya Helebceyê komkujiyeke wisa ye ku di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hatiye kirin. Di destpêka sedsala 20’emîn de hêzên emperyalîst û dewletên mêtinger ên qirker li hev kirin û Kurdistan parçekirin. Kurdistan bi Peymana Lozanê ya ku em ê têkevin 100 saliya wê de hat parçekirin û gelê Kurd xistin nava pêvajoya înkar û îmhayê. Di vê sedsalê de hêzên mêtinger ên qirker li Kurdistanê bi dehan komkujî kirin û bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin. Ziman, nasname û hebûna Kurdan hate înkarkirin. Komkujiya Helebceyê ya ku di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş e, yek ji van komkujiyan e. Komkujiya Helebceyê di çarçoveya plana tunekirina Kurdan de ya ku jê re Enfal jî tê gotin, hat kirin.

Li Helebceyê ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn çekên kîmyewî hatin bikaranîn, bi hezaran mirov xeniqîn û şewitîn. Wekî qetlîamên Dêrsim, Zîlan û yên din ên Kurdan de, dîmenên Komkujiya Helebceyê yên ku dilê mirovan dişewitîne, hene. Ev dîmenên komkujiya li ser gelê Kurd diyar dike ku zilma li ser gelê Kurd çiqasî kûr e.

KOMKUJIYA HELEBCEYÊ LI PÊŞ ÇAVÊ DINYAYÊ HATE KIRIN

Ligel ku Komkujiya Helebceyê li ber çavên dinyayê pêk hat jî tu kesî îtîraz nekir û bertek nîşan neda. Hêzên modernîteya kapîtalîst li ser berjewendiyan têkilî bi hêzên qirker re danîn û ji ber vê li hemberî komkujiyên li ser Kurdan bêdeng mane. Jixwe hêzên mêtinger û qirker xwe spartine hêzên modernîteya kapîtalîst û bi saya piştgiriya wan înkar û qirkirina li ser Kurdan domandine. Ev bêhelwestiya hêzên modernîteya kapîtalîst a li hemberî polîtîkayên qirkirin û qetlîamên Kurdan îro jî didome. Tevî ku tê zanîn dewleta Tirk a qirker û mêtinger çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi kar anî, lê hemû dewlet bi taybetî DYE û dewletên Ewropayê bêdeng in û ligel vê rewşê her cure têkiliyê bi dewleta Tirk re datînin.

Dewletên dinyayê ne tenê li hemberî çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, li hemberî dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê, êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê, bombebarana rojane ya li ser erdnîgariya Kurdistanê, guhertina demografiyê, girtina Kurdan û talanê jî bêdeng in. Ev helwesta dewletan tê wateya desteka ji polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan. Gelê Kurdistanê îro jî di bin gefa qirkirinê de ye. Polîtîkayên qirkirin û komkujiya li ser Kurdan îro jî didome. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi encamstendina li ser qirkirina Kurdan dixwaze hebûna Kurdan bi temamî ji holê rake. Di çarçoveya qirkirina li ser Kurdan de li dijî gerîlayên ku Kurdistanê diparêze û ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe, her roj çekên kîmyewî tê bikaranîn, Başûrê Kurdistanê tê dagirkirin, tê xwestin ku Şoreşa Rojava were tasfiyekirin, her roj li ser Şengal û Mexmûrê êrîş tên kirin, li ku derê Kurdên welatparêz hebin dibin hedef û tên qetilkirin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi temamkirina qirkirina Kurdan re bikeve sala 100’emîn a Peymana Lozanê. Hewcehiyê pê nabîne ku vê yekê veşêre, vî tiştî diparêze û bi eşkere îfade dike. Lewma em nikarin bibêjin tola Komkujiya Helebçeyê hatiye hilanîn an jî dawî li polîtîkayên qetlîamê hatiye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê Komkujiya Helebceyê didomîne. Ji ber vê yekê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku qirkirina Kurdan didomîne, bîranîn û fêmkirina Komkujiya Helepçeyê wê rasttir û watedartir be. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan bi desteka dewletan dijî û bi vê piştgiriyê dide qirkirina ser Kurdan. Di salvegera Komkujiya Helebceyê de em careke din bang li hemû dewlet û hêzan dikin ku piştgiriyê nedin polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li ser dijminatî û qirkirina li ser Kurdan.

HEMÛ KESÊN TÊKILIYÊ DIDIN AKP Û MHP’Ê TÊ WATEYA KU BI KOMKUJIYA HELEBCEYÊ RE NE

Divê ti kes piştgiriyê nede AKP-MHP’ê ku xwedî zîhniyeta dagirker a li dijî Kurdan e. Di nava Kurdan de yên ku bi AKP-MHP’ê re dikevin nava têkiliyên hevkariyê hene. Ev tê vê wateyê ku kesên têkiliyê bi AKP û MHP’ê re datînin, bi Komkujiya Helepçeyê ne. Tu wateyeke din tune.  Gelê Kurd bi vî rengî dizane û wisa dinirxîne. Li hemberî AKP-MHP’ê ya ku li dijî Kurdan e, tenê tiştek heye ku Kurd dikarin bike; têkoşîna li dijî AKP-MHP'ê.

Gelê Kurdistanê bi xurtkirina yekîtiya xwe û bilindkirina têkoşîna azadiyê dikare li hemberî komkujiyan be û polîtîkaya komkujiyê pûç bike. Di Salvegera 35’emîn a Komkujiya Helebçeyê de tişta herî watedar û rast ew e ku li dijî xeta hevkar û teslîmiyetê û ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd xebat were kirin. Divê hemû welatparêzên Kurdistanê bi vê hişmendî û armancê tevbigerin.

Wek tê zanîn di 6’ê Sibata 2023’an de li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê erdhejeke mezin çêbû. Di erdhejê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Heta niha gelê me di nava hevgirtineke mezin de ye. Pêwîst e ev hevgirtin zêdetir pêş bikeve û bidome. Gelên li herêma erdhejê hê jî pêdiviyan wan bi stargeh, cil û berg û xwarin û bi piştgiriyê heye. Heta ku ev pêwîstî hebe û heta avakirina qadên erdhejê bi dawî bibe divê gelê me hevgirtina xwe pêş bixe û bidomîne.”