KCK: Polîtîkaya qirkirina Kurdan a dewleta Tirk li Garê têk çû -NÛ BÛ

KCK: Vê derba giran a ku li Garê li artêşa Tirk hate xistin, wekî derba giran a di sala 2008’an de li Zapê hate xistin, karakterê dewleta Tirk teşhîr kiriye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Wê derba giran a ku li Garê li artêşa Tirk a dagirker hate xistin, serkeftina hemû Kurdan e. Wan ê bi 15’ê Sibatê re qaşo cejn bikira. Ev berxwedan serkeftina hemû Kurdan e. Divê hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistsanê  û yên li derveyî welat wê berxwedanê wekî cejnekê pîroz bikin. Vê derba giran divê bibe sedema têkbirina komploya meha Sibatê û azadiya Rêber Apo û gelê Kurd pêk were.”

Di daxuyaniya Hevserokiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt hate kirin: “Wekî di 21’ê Sibata 2008’an de li Zapê hatibû kirin li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrîşeke dagirker hatibû destpêkirin. Di 4 rojan de herî kêm 50 balefir û bi dehan helîkopteran qada Garê bomberdûman kirine. Bi vê bomberdûmanê re xwestine ku gelek leşkeran deynin qadê. Ev hewldanên danîna leşkeran bi rêjeyeke giran hatiye têkbirin.  Li cihên ku leşker danîne jî gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedaneke dîrokî nîşan dane û derbên giran li artêşa Tirk dane. Em gerîlayên ku derbên giran li artêşa Tirk dane, pîroz dikin. Gerîlayên fedaî yên di berxwedana parastina hebûna gelê Kurd de, bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

ARMANCA WAN QIRKIRINA LI SER KURDAN BIBIN SERÎ

Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê û şefê wan ê faşîst Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî bi salan e, li ku derê hebûneke Kurdan hebe, dixwaze wan ji holê rake û qirkirina Kurdan bibin serî. Li ser vî esasî dema li Bakurê Kurdistanê li ser gelê Kurd qirkirinê dike, li Başûr û Rojava jî tevgerên dagirker daye destpêkirin. Bi van êrîş û dagirkeriyê dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurdan a bi pêşengiya PKK’ê tasfiye bikin û qirkirina li ser Kurdan biqedînin. Pê re jî hewl didin li ser gelên Rojhilata Navîn jî pergaleke zilmê ava bikin. Êrîşa li ser Garê wekî ku desthilatdariya AKP û MHP’ê dibêje, ne li dijî çend cihan e. Jixwe ev serê çend rojan e, dibêjin li Garê biryargeh û baregehên gerîlayan heye, piştî ku ev dere dagirkirin wê Qendîl û qadên din werin bidestxistin û propagandaya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan hatiye kirin.

Televîzyonên ku berdevkiya Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî dikin ragihandibûn ku wê di nêz de li Enqereyê pîrozbahiyê bikin. Di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî de wê cejna têkbirina PKK’ê ragihandine. Deryavanên ku bi fîdyeyê li Nîjeryayê rizgar kirin, di pîrozbahiyên tasfiyeirina PKK'ê de wê bi propaganda 'hikumet çiqasî xurt e' bihatina bikaranîn.

Hêzên dagirker ên ku digotin şevekê em ê ji nişka ve werin û propagandaya tasfiyekirina gerîla dikirin, ligel her cure teknîk û bomberdûmanê li benda serkeftinê bûn lê di bin wê bomberdûmanê de şevekê ji nişka ve reviyane. Wekî ku li Zapê siwar hatine peya çûne. Tekane serkeftina wan reva wan a wekî di sala 2008’an e ku serokê artêşa giştî Yaşar Buyukanit gotibû me bi hêsanî leşkerên xwe vekişand.

Serokê artêşa giştî li xwe mikur hat ku ew bi mehan in planeke wisa ya dagirker dikin. Jixwe planeke wisa bi mehan dikaribûn amade bikirina. Gava pêşîn a vê planê berê li Heftanînê avêtine, lê li hemberî berxwedana gerîla nekarîne serkeftineke baş bi dest bixin. Vê carê plana xwe xurt kirine. Beriya pratîka wê jî berê çûne Iraqê û diyar kirine ku wê PKK’ê tasfiye bikin. Piştre çûna Hewlêrê û tevî PDK’ê awayê dawîn ê vê planê çêkirina. Piştî pesendkirin û piştgiriya îstîxbaratê ya PDK’ê di 10’ê Sibatê de dest bi êrîşê kirine. Bi vê êrîşê re qaşo wê wekî Sibata 2008’an navenda kontrolê ya fermandariya gerîla ango biryargeh were tunekirin wê piştre jî berê xwe bidin hemû qadên gerîla. Jixwe bi rojan e digotin ‘Mehmetçîk li ser rêya Qendîlê ye, PKK li ber têkçûnê ye’ û armanca xwe diyar dikirin.

DEMA PÊKANÎNA AZADIYA RÊBER APO Û YA GELÊ KURD E

Divê ev were zanîn ev êrîş li ser esasê tunekirina PKK’ê û temamkirina qirkirina gelê Kurd hatiye plankirin.Piştî ku PKK û gerîla hate tunekirin wê destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakirine û wê statuya Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakirina. Bi vî awayê wê ji bo bidestxistina Mûsûl û Kerkûkê jî gaveke mezin avêtibûna. Jixwe her roj dibêjin em ê şoreşa Rojava ji holê rakin. Wê derba giran a ku li Garê li artêşa Tirk a dagirker hate xistin, serkeftina hemû Kurdan e. Wan ê bi 15’ê Sibatê re qaşo cejn bikira. Ev berxwedan serkeftina hemû Kurdan e. Divê hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistsanê  û yên li derveyî welat wê berxwedanê wekî cejnekê pîroz bikin. Vê derba giran divê bibe sedema têkbirina komploya meha Sibatê û azadiya Rêber Apo û gelê Kurd pêk were.

Ev serkeftina li hemberî mêtingerên qirker ne bi tenê ya PKK’ê ye ya hemû gelên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê û ya hemû hêzên siyasî yên Kurd e. Gelê Kurdistanê divê xwedî li vê serkeftinê derkevin. Divê li dora gerîla ya ku ev serkeftin bi dest xistine kom bibin, tevlî têkoşîna rizgarkirina her çar parçeyên Kurdistanê bibin.

GERÎLA PARÊZVANÊ STATUYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Vê berxwedanê dîsa diyar kiriye ku gerîla parêzvanê statuya Başûrê Kurdistanê ye. Gerîla li hemberî êrîşa DAÎŞ’ê Hewlêr û Kerkûk di serî de, Başûrê Kurdistanê diparêze û careke din diyar kiriye ew Başûrê Kurdistanê diparêzin. Dema ku bi gerîla re yekbûnek pêk were, hatiye nîşandan ku wê tu hêzên êrîşkar nikaribin xisarê bidin statuya Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk her dem bi zext, şantaj û gefan dixwaze hêzên siyasî yên Kurd biajo ser Tevgera Azadiyê. Vê berxwedana dîrokî ev zext, pêkutî û gef têk biriye, gelê Kurd û hêzên siyasî ji bin îpotekê rakiriye.

Têkbirana artêşa Tirk a li Gareyê weke têkçûna sala 2008’an a li Zapê karektera dewleta Tirk teşhîr kir, da diyar kirin ku gelê Kurd û şervanên azadiyê jî di azadiya gelê Kurd de çiqas bi biryar û berxwedêr in. Ev rastî di serî de pêwîst e ciwan û jin gelê Kurd piştevaniya xwe ya bi gerîla û Tevgera Azadiya Kurd re zêde bike û teşwîqî tevlîbûna gerîla bikin. Çawa ku ciwanên Kurd piştî êrîşên DAÎŞ’ê û berxwedaniya Zapê tevlî gerîla bûn, pêwîst e niha jî tevlî bibin. Ji ber ku gerîla baweriya azadî û hebûna vî gelî ye.

Dewleta Tirk a mêtînger ku dixwaze hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û bi tesfiyekirina PKK’ê gelê Kurd qir bike, piştî têkçûna li Gareyê ji bo ku li ser vê têkçûnê re bigrin dixwazin dîlgirtiyên şer ên ku wan bi xwe kuştin bixin rojevê. Ev tenê berovajîkirinek a şerê taybete ku bi ser têkçûna hêzên xwe re bigre. Kesên vê berovajîkirinê dikin dixwazin bi ser têkçûna hikumeta AKP-MHP’ê re bigrin û firsend neyê dayîn ku xwe rizgar bikin. Ev têkçûn têkçûna Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî yên ku xwe bi şer û xwînê li ser lingan digirin. Pêwîst e gelên li Tirkiyê ji vê desthilata ku Tirkiyeyê hem di hindur hem ji derve bi polîtîkayên şer û zextên faşîstane bêçare û dixe rewşek neyê jiyîn, were rizgarkirin. Gefa desthilata AKP-MHP’ê piştî vê têkçûnê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê zêde bûye. Ev rastî jî dide diyarkirin ku temenê vê desthilatê kêm bûye. Pêwîst e gelê Kurd û hêzên dermokrasiyê li dijî vê gefê, di helwest demokratî û azadiya ji bo berjewendiyê gelên li Tirkiyê di îradeya xwe de bi israr bin. Pêwîst e gelên li Tirkiyê baş bizanibin ku hikumeta AKP-MHP’ê nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Ji bo kabîlyeta wan a rêvebirina Tirkiyeyê kêm e. Her roj Tirkiyeyê ber bi zêdetir felaketan ve dibe û tîne rewşa ku lê neyê jiyîn. Di vî alî de gelên li Tirkiyê û hêzên demokrasî ji vê desthilata faşîst re bêje bes e û vê xofê li ser milê xwe bavêjin. Pêwîst e Tirkiyeyek Demokratîk û Kurdistanek Azad ava bikin û Rojhilata Navîn bînin rewşa cografyaya civakên demokratîk.

Em bi hestên xwe yên şoreşgeriya welatparêz û bi heybet gerîlayên ji bo rizgariya gelên Tirkiyê û gelê Rojhilata Navîn ji vê destilata faşîst a dijminê mirovahiyê serkeftinek mezin bidestxistin, pîroz dikin, şehîdên xwe bi rêz û minet bibîr tinin; em bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin ku vê serkeftinê bikin cejna demokrasiyê.”