KCK: PDK rastiyan berevajî dike

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê bal kêşand li ser pêla berfireh ya berevajîkirina rastiyan a ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ku li dijî Tevgera Azadiyê daye destpêkirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di derbarê şerê taybet ya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser bingehê berevajîkirina rastiyan dimeşîne daxuyaniyek da.

'SERÎ LI HER CÛRE PROVAKASYONAN TÊ DAYÎN'

Daxuayniya KCK’ê wiha ye:

“Partiya Demokrat a Kurdistanê dest bi pêlekî berfireh ya berevajîkirinê kiriye. PDK ji bo nixumandina hemû sûcên netewî û siyasî yên li hemberî gelê Kurdistanê, dest diavêje pêkanîna hemû cûre provakasyon û berevajîkirinê. Ji tawanbarkirinê ya bûyera kuştina berpirsê xala sînorê Serzêrê (ku HPG’ê ew derewand) bigre heya nûçe û raporên bê bingeh yên derbarê tevgera me, hewldide ji bo plana qirêj a pêşerojê bingeh ava bike.

'TI RASTIYA NÛÇEYÊN MEDYAYA PDK'Ê NÎNE'

Ew nûçeya dawî jî ku qaşo komek girêdayî tevgera me destgîr kirine ti bingehekî wê ya rastiyê nîne û bi temamî dûre ji rastiyê. Nûçeya têkildarî vê mijarê bi alîkarî û hemahengiya dezgeha sîxorî ya MÎT’ê hatiye çêkirin û armanca wê ew e ku ji bo rewatiyê bidin êrîşên li ser tevgera me bingehê amade bikin. Raya giştî ya gelê Kurdistanê baş dizane ku di dema tengasiyê de û di dema êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser hebûna gelê Kurd li Başûr, kê Başûr parast û kê senger û gel terikand û revî.

'JI BO EWLEHIYA BAŞÛR BI SEDAN HEVRÊYÊN ME ŞEHÎD BÛNE'

Em Tevgera Azadîxwaziya Gelê Kurdistanê, parastina hebûn, azadî, aramî û asayîşa gelê Kurdistanê li hemberî êrîşa dagirker û kirêgirtiyan weke erkê netewî û exlaqiya xwe dizanin. Bi sedan hevalên me yên gerîla ji bo parastina gelê Başûr ji Şengalê bigre heya Hewlêrê giyana xwe fedakirin û fermandeyên wek Zekî Şengalî, Egîd Civyan û Têkoşer Gewer di wê rêyî de şehîd bûn.

'PDK Û TIRKIYE ASAYÎŞA HERÊMA KURDISTANÊ DIXE METIRSIYÊ'

Gerîla di misogerkirina ewlehî û asayîşa herêma Kurdistanê rola pêşengî lîstiye û ti wextî bi destê xwe ewlehî û asayîşê naxe bin metirsiyê, ji ber ku bi sedan şehîd di wê oxirê de daye. Di wê derê de pêwîste bê zanîn hêzên ku asayîşa herêma Kurdistanê dixin nav metirsiyê, PDK û dewleta Tirk e. Di encama plana hevbeş a dagirkeriyê ya her du hêzan de ye ku rojane dengê teqîna bombe, top û fûzeyên Tirkiyê li çiya û dolên Kurdistanê kêm nabe. Her wiha PDK’ê jî mîna desthilata Erdogan pêlekî ya girtin, revandin, zindanîkirin, tirsandin û ji her alî ve zext li ser rojnamegeran, mamaosta, çalakvan û kesayetên muxalîf bi rêvedibe û ewlehî û asayîşa welatiyan têk dide.”