KCK: Mêtîngerî ji hev dikeve, Kurd bê çare nîne
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê li ser komploya 15'ê Sibatê daxuyanî da û got, "Li Kurdistan û Tirkiyeyê hukmê mêtîngeriyê qediya ye û wê ji hev bikeve."
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê li ser komploya 15'ê Sibatê daxuyanî da û got, "Li Kurdistan û Tirkiyeyê hukmê mêtîngeriyê qediya ye û wê ji hev bikeve."
Konseya Giştî ya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 18. salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Rêberê me di roja 15’ê Sibata 1999’an de di encama lihevkirina hêzên hegemon ên navdewletî de bi bêbextiyek mezin radestî dewleta Tirk hat kirin."
Konseya Giştî ya Serokatiyê bibîr xist, ku li ser vê bêbextiyê 18 sal derbas bûne û got, "Di 19. Salvegera vê bêbextiya kirêt de, em vê bêbextiyê bi kîn û hêrsek mezin şermezar dikin. Em Rêber Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên esaretê de berxwedaniyek mezin kir, silav dikin. Her wiha em hevrêyên me yên fedayî ku li dijî bêbextiyê xwe li dora Rêber Apo bi dirûşmeya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin!' kirin xelekek ji agir, bi bîr tînin. Soza xwe ya bi wan re dubare dikin. Gelê welatparêz û fedakar ê Kurd li dijî bêbextiyê tam 18 sal in bi berxwedaniyek mezin xwedî li Rêber xwe derketin, em berxwedaniya wan jî silav dikin."
'ESARETA RÊBER APO, ESARETA DESTKETIYÊN NETEWEYA DEMOKRATÎK E'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku siyaseta qirkirinê ya ku dewleta mêtînger a Tirk bi salan ji bo înkar û îmhaya Kurdan daye meşandin, bûye sedem ku Kurd di dirêjahiya sedsala 20. de her tim di nava berxwedanî û îsyanê de bin.
Konseya Giştî ya Serokatiya KCK'ê da xuyakirin, ku îsyan û berxwedaniya herî mezin jî di pêşeniya Rêberê Gelê Kurd û şehîdên qehreman de di dawiya sedsala 20. de hatiye kirin û bû şerê mezin ê hebûn û tinebûnê.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev pêvajoya têkoşînê di pêşengiya PKK’ê de xwe wek 'Şerê Hebûna Neteweyî' bi nav kir û gelek destketî ji Kurdan re anî. Ji bo wê jî hêzên mêtînger-kapîtalîst ên navdewletî ev yek ji bo berjewendiyên xwe wek xetereyek mezin dîtin. Hêzên mêtînger-kapîtalîst ên navdewletî ketina serdema nû bi 'Hebûna Kurdê Azad' li gorî berjewendiyên xwe yên emperyal nedîtin. PKK wek xetereyekî li pêşiya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin dîtin û ji bo ji holêrakirina gefa 'Kurdê azad' ev bêbextiya herî mezin pêş xistin. Armanca herî mezin a bêbextiya navdewletî ew bû ku Kurd wek netewe bi îrade û azad nekeve sedsala 21. de. Bi vî awayî xwestin Rojhilata Navîn li gorî kêfa xwe û li gorî berjewnediyên xwe yên mêtînger jinûve dizayn bikin. Rêber Apo, tevger û gelê Kurd li pêşiya berjewendiya xwe ya global astengiya herî mezin dîtin. Ji ber vê yekê bi girtina Rêber Apo gelê Kurd, tevger û desketiyên wê yên neteweyî ku afirandiye, dîl girtin."
Konseya Giştî ya Serokatiyê ragihand, bersiva herî mezin a Rêberê Gelê Kurd ew bû ku plan û projeyên hêzên komploger li ser Kurdan û Rojhilata Navîn, vala derxist û got, "Hem Rêbertiya me hem jî gelê Kurd û tevgera me ev bêbextî bi berxwedaniyek mezin pêşwazî kirin. Li hember komployê xwe nû kir. Xeleka berxwedaniyê ya gel û şehîdên me yên qehreman li dora Rêbertî, bû xeleka valaderxistina bêbextiyê. Gelê me lîstoka mezin a li ser xwe û ev komploya mezin a li ser xwe bi gelemperî şermezar kir. Bi sedan şehîdên me yên qehreman canê xwe feda kirin. Bêhêjmar hevrêyên me yên qehreman bi dirûşmeya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin!' hem bi beden hem jî bi vîna xwe li dora Rêberê me bûn xelekek ji agir. Ji ber Rêber Apo wek kombûna hemû nirxên bixwe afirandiye, dîtin. Bi mehkûmkirina Rêbertiya me di odeya takekesî de, di rastî de 'Kurdîtiya azad' mehkûmî van şertan kirin, wan xwe di vê rastiyê de dîtin. Ji ber vê yekê esareta Rêbertî wek esareta xwe dîtin. Gelê Kurd peywendiya vê dozê bi trajediya dîroka ya xwe re girêda û baş fam kir. Ji bo vê jî yekane rêya rizgariya xwe di xirakirina vê trajediyê de dît û xwedî li vê berxwedaniyê derket."
'LI DIJÎ KOMPLOYA HERÎ MEZIN A SERDEMÊ, PARADÎGMAYA HERÎ MEZIN'
Daxuyaniya Konseya Giştî ya Serokatiya KCK'ê wiha dewam kir:
"Rêbertiya me ev komploya herî mezin û lîstoka emperyalîst ku bi sedê salan wek çarenûsa ‘Tirkkirin’ yan jî ‘Mirin’ê ji Kurdan re hatiye xêzkirin, xira kir. Rêbertiya me her wiha bû biryardariya ku êdî Kurd bibe xwediyê mala xwe, welatê xwe û lê xwedî derbikeve. Di bin rastiya sotîner a şert û mercên esaretê de, Rêber Apo bi şoreşa zihnî ya herî mezin bersiv da komployê. Wek Rêberê gelek şoreşger, dema hat xwestin wek fîlozof û zanyarekî, hat xwestin wek zanyarê siyasetê û dîrokzanekî, dîroka ku gelê wê pê hatiye mehkûmkirin û ev çarenûsa trajedîk guherand. Ji bo vê guhertinê jî di warê fikrî, zihnî û fizîkî de, berxwedanî kir. Fikir û ramana herî pêşketî ya serdemê, di serî de ji gelê Kurd û hemû gelan, jinan û tevahiya kesên bindest ên berxwedêr re pêşkêş kir. Bi pêşxistina têgînan paradîgmaya jiyanek nû ya azad û demokratîk derxiste holê. Bi tezên xwe yên jiyana azad û civaka azad, ji komploya herî mezin a vê serdemê re, parastina herî mezin a serdemê kir. Parêznameya Şaristaniya Demokratîk, di serî de ji bo Kurdan û jinan, parastina li ser navê hemû gelên bindest bû. Parêznameya mirovê azad e, parêznameya civaka azad e. Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk a li ser bingehê azadiya jinê ya Rêber Abdullah Ocalan ku di nava şert û mercên esareta li Îmraliyê de pêşxist, wê di sedsala 21. de hemû gelên bindest bihewîne û çarenivîsa wan biguherîne. Paradîgmaya jiyan û têkoşînek nû ye. Ji ber vê çendê pêvajoya esareta li Îmraliyê, wek ku hêzên komploger pîlana wê dariştine, neçû serî. Berovajî bû pêvajoya pêşxistina fikir û ramana civakek demokratîk û azad, ew jî li ser navê tevahiya mirovahiyê. Nêrîn û ramana Rêber Apo, di roja me ya îro de ji bo hemû Kurdan bûye pergalek nû ya civakî. Ev raman jiyanek nû û ferasetek berxwedaniyê bixwe re tîne. Bi Kurdan û jinan re hemû kesên bindest ji vê pêşketinê îlham digrin. Ev yek jî vedigere coş û heyecanek mezin, dibe tevgerek mezin a hêviyê."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dewleta Tirk a mêtînger îro dixwaze bi hinek hêzên ku di komployê de cihê xwe girtin, tiştên ku bi komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an bi ser nexistin, bi hemleyên nû bi ser bixe.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Îro dîsa komplo germ kirine. Hêzên ku dîsa komplo germ kirine û xistine rojevê, koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê û mutefiqên wan yên navdewletî ne. Bi siyaseta rojane ya li ser Îmraliyê ferz dikin, siyaseta bê qanûnî ya ku taybet ji bo kesekî dixin meriyetê û gelekî bi sîstematîke. Xwe xapandineke ku em bifikirin siyaseta li ser wir, siyaseta girtîgehek normal a dewleta Tirk e. Siyaseta li Îmraliyê ya tecrîda taybet û goşegîriyê, sedema herî esasî ya neçarseriya pirsgirêka Kurd û sedema şer û pevçûnê ye. Ji ber ne gelê Kurd ne jî tevgera me, vê esaret û tecrîd-goşegiriya taybet a li Îmraliyê napejirîne. Wê bi her cure berxwedaniyê bersiv bide û dide.
'ŞOREŞA ROJAVA, BERXWEDANIYA ŞENGALÊ Û RÊVEBERIYA XWESER KOMLPO BI ERDÊ RE KIRE YEK'
Piştî komploya navdewletî li Kurdistan û Rojhilata Navîn gelek guhertin çêbûn. Di nava van guhertin û pêşketinan de Kurdan bi têkoşîn û bedelên mezin, gelek destkeftî bi dest xistin. Piştî têkoşînek ewçend mezin, şoreşa Rojava derket holê. Pêvajoya berxwedaniya Rêveberiya Xweser li Bakûr destpêkir. Li Şengal û Kobanê berxwedaniyek bêwêne hat nîşandayîn. Bi gelê herêmê re dostanî, biratî û şêwirmendiyek hevbeş çêbû. Pergala Konfedralîzma Demokratîk her ku diçe dibe modela civakek demokratîk. Çandeke jiyanê ya demokratîk- konfederatîf pêş dikeve û zindî dibe. Ev hemû bi qehremantiyek mezin û dayîna bedelên giran çêbûn. Wê Kurd êdî ti caran li hember ti hêzên desthilatdar çok daynene. Wê serî netewîne ji ber zane bûye û gihiştiye asteke birûmet, polîtîk û bi rêxistinkirî. Îro Koalîsyona AKP-MHP’ê bi faşîzma xwe ya bêsînor, dixwazin destkeftiyên gelê Kurd û asta ku gihiştiyê hedef bigirin. Dixwazin carekedin Kurdîtiya berê ya teslîm dibe, nokertiyê dike û xwe înkar dike, ferz bikin. Gelê me di wê zanebûnê de ye ku bi asta xwe ya polîtîk û rêxistinkirî, vê ferzkirinê vala derxîne.
'KURD NE BÊ ÇARE NE'
Dewleta mêtînger a Tirk, esareta Rêber Apo her tim li dijî gelê Kurd û tevgera me wek siyasetek gefwarinê bikar tîne. Lê pêvajoya ku niha dewleta mêtînger gihiştiyê, pêvajoyek ber bi hilweşînê ve ye. Vê pêvajoyê ji xwe re wek têkoşîna netewî ya duyemîn û pêvajoya şerê Îstiqlalê (serxwebûnê) binav dikin. AKP wer difikire ku wê bi Koalîsyona bi MHP’ê re û bi siyaseta nijadperest, olperest û faşîzan, vê pêvajoyê qezenc bike û xwe dîsa bi ser hevde bîne. Lê xwe gelekî dixapîne, ji ber Tirkiye ber bi kaosek mezin ve diçe. Li Kurdistan û Tirkiyê êdî hukmê mêtîngeriyê bidawî bûye û wê hilweşe. Ti şansek Tirkiyê derveyî çareserkirina pirsgirê Kurd û demokratîkbûnê, nemaye. Bi siyaseta faşîzan û qirkirinê, kaos kûrtir dibe, welat ber bi hilweşînê ve diçe. Dewleta Tirk a mêtînger di vê mijarê de bê çare ye. Lê her kes divê bizane Kurd ne bê çare ne."
'AKP EV 5 SAL IN SÛC DIKE'
Konseya Giştî ya Serokatiya KCK'ê da xuyakirin, Rêberê Gelê Kurd 5 sal in bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye, ev bi temamî nêzîkatiyek bi kêfa dilê xwe ya AKP’ê ye.
Konseyê bibîr xist, ku ji Tîrmeha 2011’an heta niha destûr nehatiye dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got, "Ev rewş binpêkirina qanûn û huqûqê ye. Daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag derew û xapînok e. Dayina agahiyên derew û şaş ji raya giştî re, di warê siyasî de sûçeke û di warê civakî de jî bêexlaqî ye. Li gel ku her hefte parêzerên Rêbertiya me serî li dozgeriyê didin, lê belê ev bû 5 sal, bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye. Astengkirina hevdîtina parêzeran dikeve sala xwe ya 6’an. Hikûmeta AKP’ê ev tam bû 6 sal, sûc dike. Sûceke ku divê ji aliyê saziyên dad û edalet ên navnetewî ve were dazirandin. Sûcê binpêkirina mafê mirove. Sûceke demokrasiyê ye. Sûcê AKP dike, roja îro berfireh û tavhiya Tirkiyê girtiye. Di rewşa heyî de Tirkiye ne bi rê û rêbazên huqûqî, bi rêbazên AKP û Erdogan tê birêvebirin. Bi rêbazên Erdogan-Bahçelî tê birêvebirin, bi faşîzmê tê birêvebirin. Qanûnên heyî danîne aliyekî û li gorî berjewendiyên xwe welat birêve dibin. Ji bo kirasê derewîn li kiryarên xwe bikin, di nava wê hewldanê de ne ku qanûnên fermî jê re çêbikin. Hemû saziyên qanûn, rêveberî û dadê xistiye bin destê xwe. Hêzên bingehîn û esasî di nava destê xwe de girtine. Ti çareyek Tirkiyê nemaye, ew jî ewe ku demek ji ya din zûtir xwe ji esareta Erdogan û AKP’ê xilas bike. Demokrasiya Tirkiyê di pêvajoya referanduma li pêşiya me de divê ji faşîzma heyî ya AKP-MHP’ê re bêje Na. Bi Na’yek mezin, Tirkiye dikare ji vê esaretê xwe rizgar bike."
'GELÊ KURD WÊ HETA MIRINÊ XWEDÎ LI PÊŞEROJA XWE DERKEVE'
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di rewşa heyî de gelê Kurd, bûye xwedî wê îradeyê ku komploya navdewletî û esareta li Îmraliyê bidawî bike. Azadiya Rêber Apo di rojeva gelê me de ye û her roja li her cihê ku lê ye, têkoşîna vê yekê dike. Em vê sekna çalakger û birêxistinkirî ya gelê xwe, silav dikin. Di rewşek wiha de, pîlan û projeyên ku jiyana Rêber Apo elaqedar dike, divê were zanîn ew bi agir dilîzin. Em van hêzan hişyar dikin. Divê were zanîn wê negihêjin armanca xwe. Tendurustî û ewlekariya Rêber Apo, tê wateya pêşeroja gelê Kurd. Gelê Kurd jî wê heta mirinê xwedî li pêşeroja xwe derbikeve.
'EM Ê BI TÊKOŞÎNEKE MEZIN MISOGER SERBIKEVIN'
Ev bêbextî, bêbextiya herî mezin a sedsala 20. e û dozeke ku mohra xwe li serdema me da. Li Kurdistanê êdî rojên azad nêz in. Wê mehên pêşiya me bibe pêvajoya azadiya Rêbertî û demokratîkbûna Tirkiyê. Wek ku hevrêyê me Şehîd Ciyager li Sûrê beriya nefesa dawî bide, gotibû û hevrêyê me Şehîd Mehmet Tunç li Cizîrê bi wê baweriyê ku; ‘Wê Dawiyek Muhteşem Be!’ Xeyalên serkeftinê yên Dayika Taybet a Botanê, Cemîlaya biçûk a dilê wê mezin, êdî nêz in. Wek ku Rêbertiya me gelek caran got; Hêvî ji serkeftinê hêjatire! Divê em bi ruhek tije hêvî û bawerî xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Di oxira rojên bedew de têkoşî û berxwedaniya xwe bilind bikin. Her kes wê bibîne ku tenê dilopek xwîna Kurdan jî vala neçûye û wê bi serkeftinê ev yek îspat bibe. Em ê bi gelê xwe re 'Misoger Serbikevin'. Em ê li ser sûrên Amedê Rêbertiya xwe, bihevre û bi azadiyê pêşwazî bikin."