KCK: Ji bo karibin dagir bikin hewl didin Kurdistanê vala bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo sivîlên li gundên Şeledizê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest. KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo karibe bi hêsanî dagir bike, hewl dide Kurdistanê ji mirovan vala bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li Başûrê Kurdistanê careke din komkujî kir. Bi koordîneya balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer bombe li gundê navçeya Şeledizê ya Duhokê barandin. Di encamê de sê bira şehîd bûn."

KCK'ê sersaxî ji malbatên şehîdan, gelê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd re xwest û diyar kir ku wê bi têkbirina hêzên dagirker mêtinger re Kurdistanê azad bikin ku ev yek daxwaz û hesreta şehîdan e.

'JI BO KARIBIN DAGIR BIKIN DIXWAZIN KURDISTANÊ VALA BIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa li ser gundan ji bo dagirkirina herêmê ye û got, "Bi rêya bomberdûmana li Başûrê Kurdistanê hewl didin Kurdistanê ji mirovan vala bikin û bi vî rengî hê bi hêsanî dagir bikin. Beriya niha bi demeke kin bombe li gundên li geliyê Balayanê yê Qendîlê barandibûn û çar sivîl kuştibûn. Ev êrîş û komkujiyên hatine kirin ji bo şikandina vîna gelê Kurd e. Çawa ku salên 1990'î ji bo birrîna desteka gel a ji bo gerîla li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund vala kirin û bê mirov hiştin, êrîşên niha jî bi heman zîhniyet û armancê tên kirin."

EGER HELWESTEKE XURT NEYÊ NÎŞANDAN WÊ KOMKUJÎ BIDOMIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Ji têkçûna sala 2008'an a li Zapê û vir ve dewleta Tirk ji gelê Şeledizê gelekî aciz û bi hêrs e. Di dema êrîşên ji bo dagirkirina Zapê de gelê Şeledizê rabûbû ser piyan û li dijî dagirkeriyê derketibû. Gelê Amediyê, Dereluk û Şeledizê bi gerîla re tevgeriya bû û kiribû ku artêşa Tirk bi derbeke mezin têk biçe. Faşîzma AKP-MHP'ê bi rêya vê komkujiyê tol ji gelê Şeledizê hilaniye. Par jî du gundî li Şeledizê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk hatibûn kuştin. Eger hêzên siyasî û gelê li Başûrê Kurdistanê bi helwesteke xurt li ber van êrîşan ranebin, wê komkujî bidomin.

Komkujiya li Şeledizê weke beşek ji êrîşa dagirkeriyê ya li herêma Bradostê hatiye kirin. Balafir bombeyan li her zindiyekî xwe dilivîne dibarînin. Ji ber vê yekê, bi taybetî li herêmên ku dixwazin dagir bikin wê komkujiyên bi vî rengî bikin. Eger helwest li dijî dagirkirina Bradostê neyê nîşandan, wê hin herêmên din jî bên dagirkirin û şer wê li qadeke berfireh belav bibe.

HETA KU DAGIRKERÎ BIQEDE WÊ BERXWEDAN DEWAM BIKE

Tevgera me ya azadiyê wê li dijî dagirkerî û êrîşan heta dawiyê li ber xwe bide. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî bi welatparêziya xwe ya xurt li ber vê dagirkeriyê rabe, li cem gerîla cih bigire û mîna sala 2008'an hêzên dagirker têk bibin. Girîng e bi rola xwe ya dîrokî rabe."