KCK: Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşînê mezin bikin!

KCK: Di rojbûna 71'emîn de ji bo em bînin bîra xwe ku Rêber Apo ji bo Kurdan, jinan, gelan û mirovahiyê tê çi wateyê, ji bo azadiya rêberekî bi vî rengî divê têkoşîn bê mezinkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya rojbûna 71'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em rojbûna 71'emîn a Rêber Apo li gelê xwe û mirovahiyê pîroz dikin. Ji bo Rêberê xwe ku her kêliya emrê xwe ji bo gelê xwe û mirovahiyê jiya ye, em salên dûdirêj ên têkoşîn û azadiyê hêvî dikin."

RÊBER APO BÛ RÊBERÊ DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YÊ MIROVAHIYÊ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêber Apo ji dayikekê hate dinê. Ev jidayikbûn di heman demê de vejîna danheviya çand û dîrokeke berfireh û kûr e." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ya ku Rêber Apo mezin dike, kûrahî û berfirehiya çandî û dîrokî ya erdnîgariya lê ji dayik bûye, zor û zehmetiya têkoşîna wî ye. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê têkoşîna herî zehmet a azadiyê ye. Li vê erdnîgariyê têkoşîna li dijî dijminê demokrasî û azadiyê, mayina li ser piyan, Rêberê vê têkoşînê mezin kiriye. Eger kesayetê ku vê têkoşînê dimeşîne li erdnîgariyeke berifreh û kûr a çandî, civakî û dîrokî dijî, bêguman wê mezintir bibe. Ji xwe Rêber Apo niha ne tenê Rêberê gelê Kurd e, ew bûye rêberê demokrasî û azadiyê yê Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê.

Rêber Apo jiyana xwe bi temamî diyarî azadiya gelê Kurd kiriye. Rêbertiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji her alî ve rê li ber pêşketin û xurtbûnê vekiriye. Bi kûrbûna xwe ya îdeolojîk û teorîk, paradîgmaya jiyana demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê afirandiye.

JIDAYIKBÛNA RÊBER APO JINÛVE VEJÎNA JINÊ YE

Hînbûna jiyana Rêber Apo hînbûna qanûna têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e. Hînbûna şêweyê rêbertiya gelekî ye. Hînbûna pêkhatina jinûve vejîna gelekî ye. Lewma jidayikbûna Rêber Apo tê wateya jinûve vejîna gelê Kurd.

Jidayikbûna Rêber Apo tê wateiya jinûve vejîna jinê ku civaka neolîtîk afirand, civakîbûn bi pêş ve bir û nirxên mezin ên mirovahiyê derxist holê. Rêber Apo ji bo hurmeta li xaka lê ji dayik bûye, ji bo hurmeta li jina ku li vê xakê civakîbûn afirandiye, ji bo hurmeta li Dayika Uveyş ku weke bermahiya Xwedawendiyê dnirxand, xet û îdeolojiya azadiya jinê afirand. Ji ber vê yekê herî zêde jin rojbûna Rêber Apo pîroz dikin.

Rojbûna Rêber Apo ku em ya 71'emîn pîroz dikin, girîngiya wî ya ji bo mirovahiyê bi derketina vîrûsa koronayê re bêhtir hate fêhmkirin. Rêber Apo kapîtalîzm, endustriyalîzm û modernîteya wê analîz kir, rexne kir, paradîgmaya alternatîfa wê afirand û bi vî rengî xizmeteke mezin ji mirovahiyê re kir. Rêber Apo bi berfirehî raxist pêş çavan ku felaketên mîna vîrûsa koronayê wê derkevin holê, ji ber vê yekê divê kapîtalîzm, endustralîzm û modernîteya wê ji holê bên rakirin. Bi vîrûsa koronayê re hate dîtin ku Rêber Apo xizmeteke çiqasî mezin ji mirovahiyê re kiriye. Her wiha destnîşan kir ku zanyarên di xizmeta kapîtalîzmê de ne felaketên bi vî rengî anîne serê mirovahiyê û bi vî rengî metirsiya ku zanistîperestî tîne serê mirovahiyê nîşan da. Van zanyarên civakî, zanistên di bin fermana kapîtalîzmê de ne, tevî ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn asteng nekirin, her wiha talankirina xwezayê û endustraylîzm jî asteng nekirin ku ji bo mirovahiyê bûn felaket. Bi rewakirina van re ji rahîbên Sumeran xerabtir bûn rahîbên zanistê.

BANGA JI BO MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Di rojbûna 71'emîn de ji bo em bînin bîra xwe ku Rêber Apo ji bo Kurdan, jinan, gelan û mirovahiyê tê çi wateyê, ji bo azadiya rêberekî bi vî rengî divê têkoşîn bê mezinkirin. Lewma em bang li jinan, ciwanan, gelên Tirkiyeyê, mirovahiyê, antîkapîtalîst û civakparêzên demokratîk dikin, ên dixwazin ji kapîtalîzmê û talan wê rizgar bibin, ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin, li ser vê bingehê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê bi pêş ve bibin.

Bi vê wesîleyê, weke sembola sekna ekolojîk a Rêberê me divê her kes 4'ê Nîsanê şitlê daran biçînin û sekna xwe li dijî kapîtalîzmê nîşan bidin."