KCK: Gelên Rojhilata Navîn dijî Tirkiyê divê xwedî helwest bin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Em bang li gelên Rojhilata Navîn û welatên wê dikin ku li dijî vê dewleta Tirk a hegonom û xwedî hişmendiya netew-dewlet a dagirker e, bibin xwedî helwest, têkoşîna têkbirina vê êrîşkariyê geş bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişande ser ku dewleta Tirk dixwaze erdnîgariya ku Împeratoriya Osmanî serwerî lê kirî, dagir bike û bixe bin serweriya xwe de û got, “Gotina Wezîrê berê yê Karê Derve yê Misrê Amr Mûsa ya, 'Tirkiye êrîşî welatên Ereban dike, dijminahiya Ereban dike' û dîsa tehşîrkirina polîtîkayên AKP-MHP’ê girîng in.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da bal kişand ser van aliyan: “Dewleta Tirk  dixwaze gelê Kurd, ku yek ji wî gelî yê li ser erdnîgariyê ye, ku gava pêşî a civakîbûna mirovatiyê ye, qir bike; dixwaze erdnîgariyên ku Împeratoriya Osmaniyan serwerî lê kirî, dagir bike û êrîşên ku bixe bin serweriya xwe  bi rê ve dibe. Bi artêşa xwe êrîşî Sûriye, Iraq û Lîbyayê dike, hemû welatên din ên Ereban jî tim tehdîd dike. Karaktera xwe ya dagirkirina welatên din û avakirina serweriya xwe ya ji Osmaniyan weke genetîk (irsî) wergirtiye, kiriye polîtîkaya li ser herêmê. Bi çanda serwer a Osmanî, dixwaze netew-dewletê hişmendiya hikûmkirina cêgir a bi Tirkbûnê re kirina yek, îro ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêzeke êrîşkar a tahloke. Vê polîtîkaya xwe û êrîşên din ên şikandina vîna gelên din jî bi maskeya îslamê dixwaze binixûmîne. Îslamê bi qasî ti desthilatekê dîsa bi qasî ti dewletekê bikar neanî, ji bo berjewendiyê xwe bikar tîne.

BI GOTINA ‘LI DIJÎ TERORÊ TÊKOŞÎNÊ DIKIM’ DIXWAZE ÊRÎŞÊN XWE YÊN DAGIRKERÎ Û BI XWE VE GIRÊDANÊ VEŞÊRIN

Her cihê dagir dike ala xwe lê diçikîne, dibistanên Tirkî vedike, polîs û asayîşên girêdayî xwe rêxistin dike, çawa ku weke li Sûriyeyê ku pereyê xwe kiriye piyaseyê, ji bo bi xwe ve girê bide, bingeh ava dike. Bi vê yekê bikaranîna maskeya Îslamê, gotina ez li dijî terorê têkoşîn dikim, divê were fêmkirina ku bi temamî bi armanca veşartina êrîşên dagirkerî û bi xwe ve girêdanê ne. Bi polîtîkayên xwe yên li Sûriiye û Iraqê, dîsa bi gotina Lozan serneketin bû, bi rengekî zelal danî holê, berê xwe dayîna Lîbyayê jî weke ku bêjin ev axa kalikên me yên berê ne, mîrasê me ye, weke ku bêjin li beramberî wan berpirsyariyên me hene radigihînin. Dewleta Tirk a ku dixwaze qira Kurdan bîne, Kurdistanê bike qadeke belavbûna Tirkan, bi dagirkirina xakên netewa Ereb re xakên berê dikevin di nava sînorên Osmaniya de dike hedef ku bixe di bin serweriya netew-deweleta Tirk de.

HESTYARÎ Û NENRAZÎBÛNÊN YEKÎTIYA EREB Û WELATÊN EREBAN BIQEDR E

Yekîtiya Ereban vê armanca desthilata AKP-MHP’ê dîtiye, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li Iraq, Sûriye û Lîbyayê helwestekî zelal nîşan daye. Dane nîşandan ku polîtîkayên dewleta Tirk êrîşkar, dagirker û belavkar in. Êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd jî şermezar kirine. Gotina Wezîrê berê yê Karê Derve yê Misrê Amr Mûsa ya, 'Tirkiye êrîşî welatên Ereban dike, dijminahiya Ereban dike' û dîsa tehşîrkirina polîtîkayên AKP-MHP’ê girîng in. Daxuyaniyên Yekîtiya Ereban û welatên Ereban dide nîşan ku armancên dewleta Tirk baş dîtine û ji bo pêşiya van polîtîkayan bigirin jî dawaza Yekîtiya Ereban helwestekî hevpar nîşan bidin, jî gelek girîng e. Yanî Yekîtiya Ereban, siyasetmedarên Ereb û reweşenbîrên wan nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan dayîn jî pir watedar e. Ji ber vê hestyarbûna wan spasiyên xwe pêşkêşî Yekîtiya Ereb û welatên Ereb dikin.

BI HIŞMENDIYA QIRKER A NETEW-DEWLETÊ DIXWAZE BIBE SERWER

Zêdetirî sed sal in li Rojhilata Navîn herî zêde polîtîkayên parçekirin û lewazkirinê li ser Ereb û Kurdan tê birêvebirin. Tinekirina vîna gelê Ereb û Kurd, têkbirin û parçekirin, bê hêzkirin bûye polîtîkayên esasî yên hêzên navneteweyî û dîsa welatên herêmî yên mîna Tirkiye yê. Bi taybet dewleta Tirk ti demê qebûl nekirine ku Kurd û Ereb bibin xwedî vîn û bi hêz bibin. Niha dixwaze li deverên demê Împaratoriya Osmaniyan serwer bûn, bi hişmendiya netewe-dewletê bibin serwer. Her çendî bi vekirî dixwaze Kurdan qir jî bike, bi hişmendî û polîtîkaya heyî, li hemû qadên dagirkirî û bi xwe ve bide girêdan Tirkbûnê bike civakekî serwer.

Hatina ba hev a hemû gel, welat û hêzên siyasî yên Rojhilata Navîn a li dijî polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk, dîsa li dijî êrîşên dewleta Tirk rabin wê ji bo aramî û aştiya Rojhilata Navîn gelek watedar be. Êrîşên dewleta Tirk ên bûne mîna eşqiyayê Rojhilata Navîn, enceq bi yekîtiya gelan, bîna hevpar, bi têkoşînê têk biçe. Dema ku ev eşqiya hate têkbirin, wê demê wê bibe erdnîgariyeke ku xwe dispêre demokrasiyeke rasteqîn ku gelên Rojhilata Navîn di nava aştî û aramiyê de ku xwe dispêre biratî û wekheviya gelan pêk were.

Dewleta Tirk ne tenê dijminê Gelê Kurd e. Genên ku karekterên dewleta Tirk pêk tîne, dagirker, parveker, hegonomîk û qirker e. Divê ti dewlet, welat û civak ji demogojî û xapandinên şerê taybet ê dewleta Tirk ku dixwaze xwe bigihîne armancên xwe, bawer neke. Hişmeniya heyî neyê têkbirin, dewleta Tirk wê weke hêzeke dijmin, dijminahiya di serî de li ser gelê Kurd û etnîsîteyên cihê yên din û civakên olî dîsa li ser civaka xwe û welatê xwe bidomîne.

Em gelê Kurd, em ê li dijî vê sîstema qirker li ber xwe bidin. Bang li gelên Rojhilata Navîn û welatên wê dikin ku li dijî vê dewleta Tirk a hegonom û xwedî hişmendiya netew-dewlet a dagirker e, bibin xwedî helwest, têkoşîna têkbirina vê êrîşkariyê bilind bikin.”