KCK’ê şehîdên Enfalê bi bîr anî: Em dikarin rê li ber Enfalên nû bigrin

Hevserokatiya KCK’ê diyar kir ku Enfal ne tenê sûcê qirkirinê, di heman demê de tevkujiya jin û ekolojiyê ye û wiha got, “Em bi pejirandina banga Rêber Apo wekî paradîgmaya têkoşînê dikarin rê li ber Enfalên nû bigrin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 14’ê Nîsanê ku qurbaniyên Enfalê tên bibîranîn ku rejîma Saddam 37 sal berê li Başûrê Kurdistanê pêk anî, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye; “Em di 37’emîn salvegera sûcê mirovahiyê qirkirina Enfalê ku rejîma Saddam li dijî gelê Başûrê Kurdistanê pêk anî de ne. Di vê qirkirinê de bi taybet jin û zarok 182 hezar Kurd bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Enfal ne tenê cinayetekî qirkirinê ye, di heman demê de qirkirina jinê û qirkirina ekolojîk e. Ji ber ku di erdnîgariyekî girîng a Başûr de qadên jiyana xwezayî, gund û gundikên gelê Kurd wisa hat wêrankirin ku êdî lê neyê jiyankirin. Em rejîma Baas ê Saddam ku vê qirkirin, tevkujiya jinê û qirkirina ekolojîk pêk anî û zîhniyet û siyaseta li pişt wî şermezar dikin, rehma Xwedê li ser kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane be. Em bejna xwe li ber bîranînên wan bi rêzdarî ditewînin, sersaxî ji bo gelê Kurd bi taybet ji bo malbat û xizmên wan dixwazin.

Qirkirina Enfalê tenê yek ji êrîşên qirkirinê ye ku di dîroka nêzik de li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Siyaset û zîhniyeta ku hebûn û azadiya gelê Kurd înkar dike, her ku firsendê dîtiye wekî Enfalê êrîşên qirkirin û komkujiyê pêk aniye. Sedemên esas ên ku rê li ber qirkirinên wekî Enfalê vedike, berjewendiyên hêzên Modernîteya Kapîtalîst ku sed sal berê li Lozanê derket û karekterên zayendperest, netewperest, olperest û faşîst ên dewlet-neteweyên li herêmê ku wekî acenteya wan in. Ji ber vê yekê ye ku piştî Lozanê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd sûcên qirkirinê hatin kirin. Piştî Komkujiyên Dersim û Geliyê Zîlan, Helebce, Enfal, Şengal, Sînameya Amudê û her dawî jî komkujiyên gundê Berxbotan a li Rojava hatin kirin.

Gelê Kurd li dijî vê zîhniyet û siyaseta qirker ku bingeha Lozanê çêkiriye, têkoşîn û berxwedanên pir mezin daye û bi dayîna berdelên giran di hebûn û jiyana xwe ya azad de israr kiriye. Dema di sedsala nû de jî herêm ji nû ve tê dizaynkirin, komplo û planên curbebur ên hêzên herêmî li dijî hebûn û azadiya gelê Kurd çêdibin. Di qonaxekî wiha dîrokî de Rêber Apo ji bo ku gelê Kurd ji qirkirinên nû yên wekî Enfal, Helebçe û Şengalê, tevkujiya ekolojîk û jinan biparêze û ji bo ku stratejiyeke nû ya têkoşînê diyar bike banga, ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ kir ku wekî Manîfestoya Sedsalê tê binavkirin. Wekî gelê Kurd û hemû gelên herêmê em dikarin bi xwedîderketina li bangê, bi têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, pejirandina bangê wekî paradîgmaya têkoşînê û bi pêkanîna tiştên pêwîst li hemû qadên jiyanê, dikarin rê li ber Enfalên nû bigrin û hebûn û azadiya gelê Kurd û gelên herêmê misoger bikin. Em li ser vê bingehê careke din şehîdên qirkirina Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi mezinkirina têkoşîna azadî û civaka demokratîk xwedî li bîranîna wan derkevin.”