KCK'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûr bang kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê destnîşan kir ku bombekirina gundên Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, encama polîtîkayeke plankirî ye û diyar kir, hin hêzên navneteweyî jî li ser kuştina Kurdan bazareke qirêj bi Tirkiyeyê re dikin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê li ser komkujiya ku dewleta Tirk roja piştî pîrozbahiya Newrozê li gundên Dola Balayanê ya Qesrê kir, daxuyniyeke nivîskî weşand.

Komîteyê diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê, piştî şeva Newrozê bi balafirên şer li welatiyên ku ji pîrozbahiyê vedigeriyan xistiye û 4 sivîl kuştine.

BI ZANEBÛN Û PLANKIRÎ ÊRÎŞÎ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIKE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk di polîtîkayên xwe yên komkujî û qirkirinê de Başûrê Kurdistanê ji xwe re kiriye hedefeke taybet û got, "Lewma komkujiya ku li Dola Balayanê hatiye kirin komkujiya destpêkê nîne. Her wiha bi şaşitî jî nehatiye kirin. Mîna komkujiyên li Kendakolê, Kortekê, Zergelê, gelek herêmên Behdînan û Xakurkê, ev komkujî jî bi zanebûn hatiye kirin. Gelê me yê Başûr ji berê ve xwedî li têkoşîna gerîla derdikeve û bi xwe bûye parçeyek ji vê têkoşînê. Ji ber vê yekê dewleta TC a faşîst êrîşê dibe ser gelê me yê li Başûrê Kurdistanê. Gelê me yê li Başûr bi rêxistinbûn û çalakiyên xwe di şexsê Kobanê, Efrîn û Sûrê de bi xurtî xwedî li berxwedana hemû parçeyên Kurdistanê derket û bi vê sekna xwe derbên giran li planên dewleta TC da. Em baş pê zanin ku dewleta TC planan amade dike ji bo Başûrê Kurdistanê dagir bike. Têkoşîn û berxwedana gelê me yê Başûr gefeke mezin e li ser van planan. Lewma dewleta TC dixwaze li Başûrê Kurdistanê komkujiyan bike, bi vî rengî çavê gel bitirsîne û gel û hêzên pêşeng ji hev vegire."

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KUŞTINA SIVÎLAN ERÊ DIKIN!

Komîteyê bi bîr xist, komkujiyên ku dewleta Tirk li her parçeyên Kurdistanê li dijî sivîlan dike, ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi bêdengî tên erêkirin û wiha dewam kir: "Her wiha hin hêzên navneteweyî mafên mirovan, nirxên mirovahiyê yên mîna demokrasî û azadiyê bi rengekî bê exlaq binpê dikin û di ser kuştina Kurdan re bi dewleta TC a faşîst re bazereke qirêj dikin. Komkujiyên tên kirin jî bi koordînatên balafirên keşfê yên van hêzan tên kirin."

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê işaret bi sekna hikumeta Başûrê Kurdistanê kir û got, "Mixabin li dijî êrîş û komkujiyan helwest nîşan nedaye. Hikumeta Başûrê Kurdistanê li şûna ku van êrîş û komkujiyên ku cihê xwe di hiqûqê de nîne şermezar bike û pêşî lê bigire, hebûna gerîla jê re dike bahane. Ev jî cesaretê dide rejîma TC a qirker û ji bo êrîşên xwe bidomîne rê li ber vedike. Ev feraset di nava xefletê de ye ku nabîne mejiyê dewleta Tirk mejiyê înkar û qirkirina Kurdan e. Halbûkî ji komkujiyên li Şengal, Kobanê, Efrînê, Balayanê jî eşkere bû ku mejiyê TC'ê mejiyê qirkirin, kuştin û înkarkirina Kurdan e. Li dijî van êrîşên ku bi rengekî vekirî mafê serweriyê yê Iraqê binpê kiriye û dixwaze axa Iraqê dagir bike, hikumeta Iraqê helwestek nîşan da, lê têrker nîne.

DIVÊ HÊZÊN KURD Û IRAQÎ LI BER ÊRÎŞAN RABIN

Eşkere ye, êrîş û komkujiyên ku dewleta TC dike hem li dijî gel û erdnîgariya Başûrê Kurdistanê ye, hem jî li hemberî dewlet û gelên Iraqê ye. Ji ber vê yekê rabûna li ber êrîş û komkujiyan wezîfeya gelê me, hêzên siyasî-civakî yên li Başûrê Kurdistanê, hemû hêzên Kurdistanî û Iraqî ye. Bi vê bîr û baweriyê em çar welatiyên xwe yên li Balayanê hatin kuştin bi rêzdarî bi bîr tînin. Bila Xwedê rehma xwe li wan bîne û ji malbatan û gelê xwe re jî sersaxiyê dixwazin. Di şexsê wan de em hemû şehîdên xwe yên ji ber êrîşên TC'ê şehîd bûne bi minetdarî bi bîr tînin. Di serî de partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên çapemeniyê, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Başûrê Kurdistanê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku helwesta xwe nîşan bidin. Ev helwest û çalakî divê heta ku dagirkeriya TC a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê biqede, heta ku êrîş bên rawestandin bi rengekî bê navber dewam bike."