KCK'ê li ser '12'ê Adarê' daxuyaniyek da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser faşîzma 12'ê Adarê, komkujiya Gazî û komkujiya Qamişloyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser darbeya faşîst a leşkerî ku berî 47 salan hate kirin, komkujiya Gazî ya sala 1996'an û komkujiya Qamişloyê ya sala 2004'an hate kirin.

DARBEYA LEŞKERÎ YA FAŞÎST A 12'Ê ADARÊ

Di daxuyaniyê de li ser salvegera darbeya faşîst wiha hate gotin: "Beriya niha bi 47 salan ji bo tepisandina têkoşîna demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê darbeyeke faşîst a leşkerî hate kirin. Tevgera ciwanên şoreşger a 1968'an ku li cîhanê derkete holê, li Tirkiyeyê bi rengekî hê radîkal deng veda, xwe gihand karker, gundî û gelan û rejîma olîgarşîk a li Tirkiyeyê hejand. Di dîroka Tirkiyeyê de yekemcar tevgereke demokratîk şoreşger derkete holê ku li ber dewletê rabû. Ev tevgerên ku li ser xeta sosyalîst derketin holê, Tirkiye ji aliyê aborî û siyasî ve dorteng kirin. Tevgera şoreşger a li Tirkiyeyê rû da kêm jî be bandorek li Kurdistanê jî kir. Sîstema olîgarşîk a ku bi têkoşîna ciwanan û kedkaran hejiya, bi artêşa ku xwe ji NATO'yê xwedî dike, ji bo tepisandina sîstema demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê kete nava liv û tevgerê. Bi hezaran demokrat û şoreşgerên ciwan hatin binçavkirin, êşkence li wan hate kirin û li zindanan hatin bicihkirin. Ji ber van êrîşan bi dehan şoreşger hatin kuştin, ji pêşengên tevgera ciwanan a şoreşger Deniz Gezmiş, Hüseyin İnan û Yusuf Aslan hatin darvekirin. Ji pêşengên tevgera şoreşger Mahir Çayan û hevalên wî li ber xwe dan û şehîd bûn. Ji pêşengên tevgera demokratîk şoreşger İbrahim Kaypakkaya li êşkencexaneyan sir neda, li ber xwe da û şehîd bûn.

Faşîzma 12'ê Adarê xwest bi rêya êşkence, îdam û komkujiyan tevgera şoreşger a li Tirkiyeyê bitepisîne, lê tevgera şoreşger ji sala 1973'an û pê ve li Tirkiye û Kurdistanê bi lez belav bû û di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de rê li ber serdemeke nû vekir. Apoyî û Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rê li ber guhertinên mezin ên demokratîk şoreşger vekir, weke baskê Kurdistanê yê tevgera demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê derkete holê û îro gihîştiye wê astê ku pêşengiyê ji pêşketinên şoreşger demokratîk ên li Rojhilata Navîn re dike.

Biserneketina faşîzma leşkerî ya 12'ê Adarê bû ispata dîrokî ku bi kuştin û girtina şoreşgeran pêşî li têkoşîna demokrasî û şoreşgeriyê nikare were girtin. Îro jî faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze danheviya demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê û şoreşa demokratîk a li Kurdistan û Rojhilata Navîn bitepisîne, lê wê nikaribe bi ser bikeve. Hêzên demokrasiyê û şoreşger wê faşîzma AKP-MHP'ê û hemû hevkar û nokerên wê têk bibin û li ser bingeha 'Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk' tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bikin."

KOMKUJIYA GAZÎ

KCK'ê bi bîr xist ku 12'ê Adarê her wiha salvegera komkujiya Gazî ye ku sala 1996'an li Stenbolê hate kirin. Di vê der barê de KCK'ê got, "Dewleta Tirk a faşîst mêtinger û qirker, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqîne, bi rêk û pêk zext û zilm li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê kir. Ji bo vê jî, taxên Gazî û 1 Mayıs ên ku li dijî faşîzmê helwesta demokratîk û berxwedêr nîşan didan, kir hedef. Li van taxên ku Kurdên Elewî lê dijîn, gule li girseya gel hate reşandin ku gel êrîşên li ser malên cem û qehwexaneyan şermezar dikir. Di encamê de bi dehan welatparêz demokrat hatin kuştin. Reşandina guleyan li ser zarok, jin, extiyar û tevahiya gel, careke din nîşan da ku rejîma faşîst a li Tirkiyeyê dijminê Kurdan, Elewî û demokratan e. Lê belê bi ser neketin û taxên Gazî û 1 Mayıs îro jî weke taxên herî rêxistinbûyî yên hêzên demokrasiyê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê didomînin."

KOMKUJIYA QAMIŞLOYÊ

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 12'ê Adarê salvegera komkujiya Qamişloyê ye û hate gotin, "12'ê Adarê salvegera serhildanên Kurdan e ku piştî rejîma Baas a Sûriyeyê di maçeke futbolê de êrîş bir ser Kurdan, dest pê kir. Di serhildanê de ku ji Qamişlo heta Kobanê û Efrînê gel rabû ser piyan, bi dehan welatparêz şehîd bûn. Lê belê van êrîşan israra gelê Kurd a ji bo jiyaneke azad û demokratîk xurtir kirin. Bû sedem û zemîneke girîng ji bo pêkhatina Şoreşa Rojava ya sala 2011'an."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em hemû şoreşger, demokrat û welatparêzên ji ber êrîşên rejîma faşîst a leşkerî ya 12'ê Adarê, Komkujiya Gazî û serhildanên Qamişloyê şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê bi bîranîna wan Kurdistanê azad bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin, Rojhilata Navîn demokratîk bikin."