KCK’ê li dijî êrîşên qirkirinê banga çalakiyan kir

KCK'ê diyar kir ku êrîşên qirkirinê bi çalakiya li Enqereyê girêdan, berevajîkirin e. KCK'ê daxuyand ku dewlet û saziyên navneteweyî bi piştgirîdayîna dewleta Tirk dibin şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan û bang li gel kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî êrîşên qirkirinê yên topyekûn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

“Ev çend roj in endamên desthilatdariya faşîst bi taybet şefê faşîst Tayyîp Erdogan gefa êrîş û komkujiyê li Rojava dixwin. Ji îro pê ve li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên berfireh tên kirin. Di van êrîşan de ne tenê gel, pergala jiyana civakî jî hedef girt. Di van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û gelek bend, tesîs û kargeh ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin. Em van êrîşên nemirovane yên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Pêwîste her kes van êrîşan şermezar bike û xwedî helwest be. Ev êrîş qirkirineke eşkere û sûcê mirovahiyê ye. Mirov nikare li hemberî sûcekî wiha bêdeng bimîne, divê destûr nayê dayîn.

ERDOGAN BI DIJMINATIYA KURDAN JEHRÎ BÛYE

Dijminatiya li dijî Kurdan a dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê hatiye rewşekê. Bi vê ferasetê li cîhanê dinêre, li her cihê ku li ser navê Kurdayetiyê pêşketinek çêbibe êrîş dike û li ser navê Kurdayetiyê hewl dide êrîş bike û her tiştî tune bike. Ji ber vê sedemê guh nade tu sînor, rêgez û zagonan. Bêguman ev dewletek nexweş e. Tayyîp Erdogan bi dijminatiya Kurdan jehrî bûye û ev êrîş ji derziya vê jehrê pê ve ne tiştekî din e. Ji ber ku li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk û raya giştî di bin zexteke mezin de ye, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanên ku xeletiyan rexne dikin û heqîqetê eşkere dikin tên binçavkirin û bêdengkirin. Zihniye û polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê ya ku xwe naspêre tu mantiqê weke ku rast bin ji civaka Tirkiyeyê re tên pêşkêşkirin. Her kesê ku bixwaze bêje ne wisa ye, yekser tê tepisandin, binçavkirin û bêdengkirin, her wiha kesayetên ku heft roj û bîst û çar saetan şer dikin, pesnê polîtîkayên faşîst didin û wan mafdar dibînin, li ber bernameyên televizyonê digerînin û didin axaftin. Bi vî rengî dihizirin ku dikarin civakê rastiya faşîzmê qebûl bikin û li ser esasê derewan pergala mêtingeriyê ava bikin. Lê belê weke ku tê dîtin, çalakiya ku li Enqereyê pêk hat, derewên desthilatdariya AKP-MHP'ê û yên ku bi şerê 24 saetan hewl dan faşîzmê li ser civaka Tirkiyeyê ferz bikin, rûyê wan derket holê. Ji ber ku bi vê çalakiyê fermana li ser derewan hatibû avakirin îmha kir, bertek pir zêde bû. Di rastiyê de şer saniyeyekê jî ranewestiya. Yê vî şerî ferz dike hikûmeta AKP-MHP’ê ye. Yê ku dibêje wê her tiştî bi şer çareser bike dewleta Tirk e. Yên pesnê xwe didin ku her roj çend Kurdan dikujin, ew in. Gelê Kurd li hemberî qirkirinê xwe diparêze û li ber xwe dide. Gelê Kurd wê teslîmî faşîzm, qirkirin û mêtingeriyê nebe. Di her şert û mercî de li ber xwe dide û hebûna xwe diparêze.

GIRÊDANA BI ÇALAKIYA LI ENQEREÊ RE BEROVAJÎKIRIN E

Ravekirina êrîşên li dijî Rojava bi çalakiya li Enqereyê tam berovajîkitin û hincet e. Dewleta Tirk bi komkujî û koçberkirina Kurdan biryara dagirkirina Rojava daye. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ev biryar girtin. Ev rastî ye, ji wê wêdetir tiştek derew e. Çend roj berê şefê faşîst Tayyîp Erdogan ev yek eşkere kir û diyar kir ku dagirkirina Rojava mijara amadekarî, dem û hawirdorê ye. Lewma êrîş di çarçoveya qirkirina Kurdan de ne. Divê hem gelê Kurd û hem jî raya giştî vê rastiyê baş zanibin. Li hemberî vê rastiyê nêzîkatiya tu kesî ya ji nedîtî ve û nehesibandinê nayê qebûlkirin.

DIVÊ NEBIN ŞIRÎKÊ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINA KURDAN

Eşkere ye ku cîhan bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd tê ceribandin. Mirov çiqasî rast û wijdan be, bi helwesta wî ya li hemberî vê rastiya ku li aliyê edaletê radiweste diyar dibe. Heta niha tu sazî û dewleteke fermî ya navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, li hemberî van êrîşên dewleta Tirk rexne û helwesteke cidî negirtiye. Berovajî polîtîkayên dewleta Tirk rasterast an jî nerasterast destek kirin. Li ser vê destekê dewleta Tirk van êrîşan pêk tîne û polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan dimeşîne. Em careke din bang li sazî û dewletên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî dikin ku destekê nedin van êrîşên dewleta Tirk û li hemberî van êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin. Ne Neteweyên Yekbûyî, ne NATO û ne jî tu dewlet û sazî bi piştgiriya dewleta Tirk nebin şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan.

HEWCEYÎ BI NÎŞANDANA HELWESTÊN MEZINTIR HEYE

Em bang li gelê welatparêz ê Kurdistanê û hemû hêzên demokratîk ên cîhanê dikin; li hemberî êrîşên qirker ên dewleta Tirk hewceya lezgînî bi nîşandana helwesteke mezintir heye. Faşîzm tenê bi rêxistinbûn û çalakiya demokratîk dikare bê sekinandin, sînordarkirin û tunekirin. Wek tê dîtin, cîhan ji dewletan pêk tê; tawîzê dide dewleta Tirk, li hember kiryarên wan bêdeng dimîne, bi piştgiriyê vê qirkirinê dipejirîne. Weke cîhana demokratîk û raya giştî em nikarin vê yekê qebûl bikin. Divê em bi helwestek tund zexta siyasî li dewlet û saziyan bikin û neçar bikin ku dev ji helwesta xwe berdin. Dewlet û saziyên fermî bi vê nêzîkatiyê rewa nayên qebûlkirin. Li ser vê bingehê gelê me li Kurdistan û derveyî welat li ku derê lê ye divê rabe ser piyan û li dijî êrîşan bertekên xwe yên tund nîşan bide. Divê gel, jin, ciwan, hêzên demokratîk û hemû dost jî ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re dest bi çalakiyan bikin."