KCK'ê ji bo Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo peyama sersaxiyê da

KCK'ê ji bo Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo yên di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn, peyama sersaxiyê da û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van welatparêzan derkeve û ji bo parastina destketiyên wan, têkoşînê mezin bikin."

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Welatparêzê mezin Yûsûf Gulo ku bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo dihate naskirin û xizmetên gelekî hêja û bi qîmet li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, tevî xizmên xwe Mûhammed û Mazlûm Gulo li Qamişloyê di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Bila rehma Xwedê li şehîdên me yên hêja Yûsûf Gulo, Mûhammed Gulo û Mazlûm Gulo be û serê malbata Gulo û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Malbata Gulo di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek şehîd dane. Ev endamên hêja yên malbata Gulo wê ti carî neyên jibîrkirin. Bi Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk wê xwedî li hesreta wan bê derketin.

Yûsûf Gulo dostekî hêja yê Rêber Apo û şopdarekî wî yê dilsoz bû. Yek ji welatparêzên sereke û bi mînak ê Rojava bû. Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê wan ji bîr neke. Bi afirandina Sûriyeya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya Azad wê hesreta wan bi cih bê anîn.

Dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze welatparêzên ku keda wan di pêkhatina Şoreşa Rojava de heye bêzar bike, têk bibe. Lê belê bi van êrişan wê gelê me yê Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî têk neçin, wê herêma xweseriya demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heta dawiyê bê parastin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li her derê êrişî Kurdên azadîxwaz dike û bi vî rengî dijminatiya xwe ya li Kurdan nîşan dide. Vê êrişê bi rengekî eşkere raxistiye pêş çavan ku mêtingeriya qirker di dijminatiya li Kurdan de serî li rê û rêbazên çiqasî nemerdane dide. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, li Rojava jî bi amûrê bêmirov bombeyan li wesayitan dibarîne û mirovên me bi saxî dişewitîne. Ev êriş hêrsa gelê me jî hêrsa me jî mezintir dike. Ev hêrs wê têkoşîna me mezintir bike, wê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminê Kurdan li her parçeyên Kurdistanê têk bibe.

Welatparêzên mîna Yûsûf Gulo yê 82 salî wê ti carî neyên jibîrkirin û Kurdistana Azad a ku hesreta wan e, wê teqez bê pêkanîn. Ev têkoşîn bi saya welatparêzên bi vî rengî yên mezin heye û dewam dike. Erk û wezîfeya me ew e ku hesreta wan pêk bîne.

Em ji Yûsûf Gulo re dibêjin xweş razê. Hesreta te wê teqez pêk bê, tola we wê teqez bê hilanîn. Em bang li gelê xwe jî dikin ku xwedî li van welatparêzan derkeve, ji bo parastina destketiyên ku keda wan a mezin di nav de hene, têkoşînê mezin bike."