KCK’ê ji bo ‘Hefteya Qehremaniyê’ peyamek belav kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya ‘Hefteya Qehremaniyê’ daxuyaniyek weşand û bang kir ku ‘Em AKP-MHP’ê têk bibin.’

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hefteya di navbera 21-28 Adara 2018’an bi navê ‘Hefteya Qehremaniyê’ pîroz dike. Ev hefte ji 21’ê Adara 1982’an dest pê dike ya ku di wê rojê de Mazlûm Dogan li zindana Amedê çalakî li dar xistibû.  Di 28’ê Adara 1986’an de jî fermandarê gerîlayan Mahsûm Korkmaz şehîd bûbû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî ‘Hefteya Qehremaniyê’ daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt derketin pêş:

TÊKOŞÎNA HEBÛN Û AZADIYÊ YA 2630 SALAN

“Têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd 2630 sal in li ser xeta qehremaniyê didome. Ji Kawayê Hesinkar dest pê dike, heta Kawayê Hemdem Mazlûm Doğan, Mahsûm Korkmaz, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan û Ronahî ev têkoşîn didome. 21’ê Adarê ji ber ku ji bo gelê Kurd roja îradeya jiyana azad e, ev roj jî bi giyanê Newrozê hatine avakirin. Vê têkoşîna ku bi Newrozê tê destpêkirin, ji bo her salê dibe xeta û bernameya wê salê. Di nava vê hefteyê de gelek şehîdên me hene. Ji ber vê jî hefteya di navbera 21-27’ê Adarê ji aliyê şehîdên me bi xwe ve, wekî Hefteya Qehremaniyê hatiye îlankirin. Bi hezaran şehîdên me yên ku di nava vê hefteyê de şehîd bûne, îrade û xeta azadiyê ya gelê Kurd derxistiye holê. Ev têkoşîn ew ê wekî berê dîsa li ser xeta qehremaniyê were birêvebirin.

NEWROZA 2006’AN Û PEYAMÊN WÊ

Bersiva herî tund û şênber a jin û ciwanên gelê Kurd serhildana Amedê ya di sala 2006’an de ye. Serhildana sala 2006’an bûye helwesta têkoşîna ku divê were kirin. Helwesta gelê Amedê her dem bûye helwesta gelê Kurd. Helwesta gelê Amedê jî bûye helwesta Serhildana 2006’an.

BERPIRSYARIYA KU DIVÊ FAŞÎZM TÊK BIÇE

Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li her derê êrîşî îradeya gelê Kurd dike, ji bo ku Kurdan qir bike, her rêyê diceribîne. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku du sal berê Cizîr, Nisêbîn, Şirnex di serî de gelek bajarên Kurdistanê hilweşand û di 20’ê Çileya 2018’an de jî Efrîn û derdora wê dagir kir. Li Efrînê bi sedan sivîl qetil kirin û bûne sedem ku bi sed hezaran sivîl ji warên xwe koç bikin. Ji ber van tiştan jî divê têkoşîn li ser xeta qehreman û şehîdan be. Tarzê şoreşa Kurdistanê, tarzê têkoşîna di demên dijwar de ye. Di serhildanên 1990’î de, di serhildana 2006’an a Amedê de, di berxwedanên xwerêveberiyê ya 2015-2106’an de, di sala 2014’an de li Kobanê û Şengalê, di 2018’an de li Efrînê têkoşîna qehremanî, barê têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê daniye ser milê hemû şervanên azadiyê û gelê me.

Em bang dikin ku bi têkoşîna şehîdên me yên qehreman û bi helwesta gelê me yê di Newroza 2018’an de em faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin.”