KCK'ê ji bo Başûrê Kurdistanê got: Çareserî demokratîkbûn e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, raperîna gel a li Başûrê Kurdistanê rewa û mafdar e û destnîşan kir ku divê daxwaz jî bi rêbazên meşrû bên ziman. KCK'ê bang li hemû hêzên siyasî kir ku bi berpirsyarî rabin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser raperîna gel a çar roj in li Başûrê Kurdistanê dewam dike daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, pirsgirêk tevgera demokrasiyê û bernameya demokratîk çareser dibin.

KCK'ê da xuyakirin ku rabûna gel ji bo demokratîkbûnê cihê serbilindiyê ye û ji bo çareseriyê got, "Platform, komîsyon ya jî komîteya çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî dikare bê avakirin ku partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên demokratîk di nav de cih bigirin û bersiv ji daxwazên gel re bê dayin."

SERSAXÎ JI MALBATAN RE HATE XWESTIN

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hat gotin, "Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi daxwaza demokratîkbûnê xwepêşandanên protestoyî li dar dixe. Em sersaxiyê ji malbatên mirovên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn gelekî zext, zilm û komkujî dîtiye. Li dijî mêtingerî, qirkirin, zext û zilmê berdêlên giran daye, bi vî rengî li ber xwe daye û mafên xwe yên demokratîk neteweyî yên herî biçûk jî bi dayina berdêlên giran bi dest xistiye. Di nava têkoşîna jiyana azad û demokratîk a sed salî de gihîştiye asteke girîng a hişmendiya demokratîk û azadiyê. Bû yek ji wan gelan ku weke civakeke di dîrokê de bê dewlet maye, hişmendiya azadî û demokrasiyê bi rengê herî pak jiya ye. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê rû da, gelê Kurd di asteke kûr de gihandiye hişmendiya demokrasî û azadiyê. Niha li Rojhilata Navîn gelê ku di asta herî bilind de xwedî hişmendiya azadî û demokrasiyê ye, gelê Kurd e.

Gelê Kurd ê bûye xwedî hişmendiya azadî û demokrasiyê, li Başûrê Kurdistanê ku derfet û çeperên girîng bi dest xistiye, dixwaze bi awayekî azad di nava demokrasiyê de bijî. Weke gelekî ku di dîrokê de bi rêbaza civaka li derveyî dewletê jiya ye, li Başûrê Kurdistanê ya bûye xwedî statuyekê, dixwaze di nava azadî û demokrasiyê de bijî û ev jî daxwazeke tê fêhmkirin. Di cîhana heyî de ku dewletên navendî û rejîmên otorîter gav bi gav bê bandor dibin, hesreta gelê me ya li jiyaneke azad û demokratîk daxwazeke gelekî mafdar e. Gelê Başûrê Kurdistanê ev hesreta xwe bi salan, bi wesîle û şêweyên cuda anî ziman."

GEL NÎŞAN DA KU JI SIYASETA LI BAŞÛR NE RAZÎ YE

KCK'ê diyar kir ku gel nîşan da ji rêbaza siyasetê ya li Başûr ne razî ye û di dewama daxuyaniya xwe de got, "Protestoyên dawî yên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê nîşandana hesreta gelê me ye. Ji ber vê yekê divê rast bê fêhmkirin û çareseriyeke rast jê re bê dîtin. Gel bi rêya van protestoyan nîşan da ku ji rêbaza siyasetê ya li Başûr ne razî ye. Rêbazeke jiyana siyasî ya demokratîk tê xwestin, ku gel karibe yekser cihê xwe di nava siyasetê de bigire. Heta rêveberiyên demokratîk ên li nava partiyan, dixwaze rêbaza siyasî ya demokratîk bê bikaranîn. Ev yek di heman demê de daxwaza rêveberiyeke nû ya demokratîk e ku dikare bersivê bide pêwîstiyên gel.

Hêzên siyasî yên bi salan ji bo azadiya gelê Kurd û afirandina statuya Kurdistanê siyaset kirine, divê rabûn û daxwazên gel rast fêhm bikin û bêyî serî li rêbazên zordariyê yên li welatên din bidin, rê û rêbazeke ku çareseriyê ji pirsgirêkan re dibîne, peyda bikin. Li karakterê hêzên siyasî yên Kurd nayê ku mîna hêzên siyasî yên otorîter ên li Rojhilata Navîn otorîteya xwe nîşanî gel bidin û bi gel bidin qebûlkirin. Ji ber vê yekê platform, komîsyon ya jî komîteya çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî dikare bê avakirin ku partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên demokratîk di nav de cih bigirin û bersiv ji daxwazên gel re bê dayin. Ev komîte li her cihî dikare bi gelê rabûye ser piyan re civînan bike û li rêyên çareseriya pirsgirêkan bigere.

Bêguman daxwaza gel a demokrasiyê û liv û tevgera ji bo vê yekê, mafdar û rewa ye. Lê belê divê nekevin nava helwesteke ku vê mafdarî û rewatiya xwe neheq bike û rê li ber bikaranîna şîdetê veke. Pêwîste daxwazên demokratîk bi çalakiyên demokratîk ên meşrû bên ziman. Gelê me dema daxwazên xwe yên demokratîk tîne ziman, divê nekeve nava helwestên şewitandin û xera kirinê. Hêzên ku erka rêveberiyê di destê wan de ye divê li dijî gel şîdetê bi kar nînin. Divê gelê me zanibe, dibe ku hin hêz hebin ku bixwazin van daxwazên mafdar û rewa demokratîk îstîsmar bikin, berevajî nîşan bidin û bi vê têgihiştinê divê bi hişyarî tevbigere.

RABÛNA SER PIYAN JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ, CIHÊ SERBILINDIYÊ YE

Rabûna gel ji bo demokratîkbûnê, ji bo hemû Kurdan cihê serbilindiyê ye. Ji xwe demokratîkbûn bi rabûna ser piyan a gel li her cihî û xwedîderketina li demokrasiyê pêk tê. Ji ber vê yekê, partiyên siyasî yên erka rêveberiyê di destê wan de ye, lazim e ji xwe re weke çavkaniya hêzê û cihê serbilindiyê bibînin ku xwedî rastiyeke bi vî rengî ya gel in. Di vê çarçoveyê de divê rast nêzîk bibin. Ev yek bi têkilî û diyaloga bi gel, partiyên siyasî û hemû hêzan re, dikare nexrêyeke çareseriya pirsgirêkan derxîne holê.

Di demekê de ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime û bûyerên cidî yên siyasî li dora Kurdistanê heye, divê gel esas were girtin, bi hemû hêzên siyasî û derdorên demokratîk re pirsgirêk werin çareserkirin û gelê Kurd ji hemû bûyerên li herêmê biqewimin re, bê amadekirin. Nêzîkatiya siyasî ya xwedî berpirsyarî divê li ser vê bingehê be. Eşkere ye ku ev yek jî bi xwespartiya gel, bi gel re û bi çareserkirina pirsgirêkên gel dikare bibe."

BANGEWAZIYA JI BO ALIYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de ev bangewazî li aliyan kir:

"Di vê qonaxê de kêşeyên civakî û siyasî derketine holê ji qaweta partiyekê an jî ji ya du partiyan zêdetir e. Ji ber vê jî ji xeynî tevger û bernameya demokrasiyê ya ku wê hemû alî xwe tê de bibînin, tu çareserî ji van kêşeyan re nayê dîtin. Ji ber vê jî ji bo demokratîkbûnê him gelê me yê ku rabûye ser pêyan, him aliyên civakî, him jî hêzên siyasî yên ku rêveberî di destê wan de ye û him jî tevgerên din ên siyasî divê bi vê nêzikatiyê tevbigerin. Ev nêzikatiya wan Başûrê Kurdistanê de di serî de, wê ji bo hemû gelên Kurdistanê re tiştekî baş be.

Li ser vê esasî em protestoyên demokratîkbûnê yên gelê xwe bi watedar û bi qîmet dibînin û bang li hemû hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dikin ku divê xetereyan li pêş çavan bigirin û bi berpirsyarî divê helwesta xwe nîşan bidin."