KCK'ê gerîlayên tevlî operasyona şoreşgerî bûn pîroz kir

KCK'ê hemû fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê yên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûn pîroz kir û hişyarî da pêşmergeyan ku xwe ji çeperên artêşa Tirk vegirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"17'ê Sibata 2024'an gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qada Girê Cûdî ya li eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî artêşa Tirk a dagirker bi navê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan çalakiyek lidar xistin. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel doh bi daxuyaniyekê ji raya giştî re qala armanc, rêveçûn û encamên çalakiyê kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan re careke din derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, kirin ku dewleta Tirk a mêtinger qirker bi rengekî giran têk biçe. Em vê çalakiya serketî silav dikin ku di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan hate lidarxistin û hemû fermandar û şervanên tevlî vê çalakiyê bûn ji dil pîroz dikin û silav û hêviya xwe ya serketinê pêşkêş dikin. Her wiha em Fermandariya xwe ya Biryargena Navenda Parastina Gel jî pîroz dikin.

Di şexsê hevalê Şervan Varto de ku di vê çalakiyê de bi lehengî şer kir û şehîd bû, em careke din şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, li pêşiya bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin, soza xwe ya serketin û dilsoziyê ya ku me dane şehîdan dubare dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan re nîşan dan ku bi çi rengî nêzî rastiya şehîdan dibin, bi çi rengî dilsozê bîranîna şehîdan e. Ev nêzîkatiya gerîla nêzîkatiya PKK'ê ya li rastiyan şehîdan bêkêmasî nîşan dide, temsîl dike. Mîna ku gerîla nêzî rastiya şehîdan dibin divê li her derê heman nêzîkatî bê nîşandan, têkoşîn bê mezinkirin û xwedî li bîranîna şehîdan bê derketin.

GELÊ KURDISTANÊ WÊ DI VÊ TÊKOŞÎNÊ DE BI SER BIKEVE

Gerîla bi vê çalakiya xwe careke din nîşan da ku xwedî wê hêz û hunerê ye ku li dijî dagirkeriyê dikare Kurdistanê biparêze. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst li hemberî çalakiyên gerîla diheje, konsepta xwe ya tasfiye û qirkirinê têk diçe. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê têkçûna xwe vedişêre, nikare lê mikur bê. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ewqasî derewan dike ku li hemberî bûyerên diqewime êdî nizane çi bike, çawa tevbigere. Têgihiştina desthilatdariya AKP-MHP'ê ya bi destê artêşa dagirker, MÎT, çete û nokerên xwe gerîla têk bibe û Kurdan qir bike, nêzîkatiyeke bêbingeh e. Doza rewa ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurd têk naçe. Gelê Kurdistanê wê di vê têkoşînê de serketî be, wê zalimên qirker mêtinger û xayinên noker têk bibe. Bêguman gelê Kurdistanê wê di demeke nêz de desthilatdariya faşîst têk bibe û hesab ji xayinên noker bipirse. Ev dem dûr nîne, nêzîk e.

REWŞENBÎRÊN TIRKIYEYÊ DIVÊ JI CIVAKÊ RE QALA RASTIYA AKP-MHP'Ê BIKIN

Divê rewşenbîrên Tirkiyeyê, rojnamevanên xwedî wijdan û berpirsyariyê ji civakê re qala rastiya AKP-MHP'ê bikin, civakê li pêşberî rastiyan serwext bikin. Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bilî felaketê tiştekî din nîne serê Tirkiye û gelan. Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên dijminatiya li Kurdan herî zêde zerarê dide Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê. Divê bê vegotin bê ev polîtîka Tirkiyeyê ber bi ku ve dibe, welêt bi temamî talan, wêran dike, pêşkêşî bazirganan dike, ked, xweza û çavkaniyên welêt talan dike. Her roja ku desthilatdariya AKP-MHP'ê Tirkiyeyê bi rê ve dibe Tirkiye hinekî din ber bi felaketê ve diçe. Gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk sosyalîst divê li her qadê hîn bêhtir piştevanî û tifaqê bi gelê Kurd re bikin û ji bo hilweşandina vê desthilatdariya faşîst têkoşînê xurt bikin.

DIVÊ KES LI GEL POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA LI KURDAN CIH NEGIRE

Me berê jî ragihandibûn ku divê pêşmerge xwe nêzî çeperên artêşa Tirk nekin. Em vê hişyariya xwe dubare dikin. Di serî de pêşmerge divê hemû hêz xwe ji artêşa Tirk a dagirker û çeperên wan vegirin. Divê kesek li gel polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP a faşîst û dewleta Tirk nesekine, piştgiriyê pê re neke."