KCK'ê êrîş şermezar kir, bang li gelê Kurd kir ku rabe ser piyan

KCK: Êrîşa li Şengal û Rojavayê Kurdistanê nîşan dibe, bê çekên ji dewleta Tirk re hatine firotin ji bo kîjan armancên qirêj tên bikaranîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuuyaniyê de hat gotin, "Li hemberî van êrîşan, divê gelê Kurd û dostên wan, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat tavilê rabin ser piyan, dewleta Tirk a ku ev êrîş kiriye li tevahiya cîhanê şermezar bikin û heta bê cezakirin, çalakiyên xwe bidomînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên dewleta Tirk ên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê nirxand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi dehan balafirên şer ên dewleta Tirk, di 24'ê Nîsanê roja salvegera Qikirina Ermenî-Asûrî-Keldanî-Suryanî de êrîşî warê Êzidiyan Şengalê û gelê Rojavayê Kurdistanê û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, ku şoreşa herî bingehîn a demokratîk li Sûriye û Rojhilata Navîn dike, kirin. Em hemû şervan û mirovên me yên sivîl ên di vê êrîşê de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, ji malbatên wan, gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê re sersaxiyê dixwazin."

DEWLETA TIRK DIJMINATIYÊ LI KURDÊN AZAD DIKE

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdên azad tê kirin û hat gotin, "Dewleta Tirk, ji ber ku polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan û hemû nasnameyên cuda dimeşîne, dijminatiyê li rastiya Kurdên azad ên li dijî vê polîtîkayê li ber xwe didin, dijminatiyê li qadên azad û demokratîk dike. Her ku Kurd li Bakurê Sûriyeyê û Şengalê azad dibin, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk derba mezin dixwe. Ji ber vê yekê êrîşî van qadên ku jiyana a demokratîk û azad lê şîn bûye, kiriye.

Êrîşa li dijî Şengalê, dewama êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an a DAIŞ'ê ye, ku hewl fermanê li Kurdên Êzidî rakin. Jiholêrakirina civaka herî xweser û cihêreng a etnîkî û olî ya Rojhilata Navîn, asta herî bilind a faşîzmê ye. Afirandina jiyana demokratîk û azad a Êzidiyan tê wateya lêdana derba herî mezin li zîhniyeta yek tîp, polîtîka û pêkanînên faşîst. Bûyîna xwedî jiyaneke azad û demokratîk a Êzidiyan, ne tenê ji bo Kurdistan û Iraqê, wê pêşî li jiyana azad û demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke. Êrîşa 3'ê Adarê, ji bo pêşîgirtina li encamên azadiya Şengalê bû. Êrîşên dewleta Tirk jî, encama derba azadiya Şengalê ya li polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk dixe, ye. Dewleta Tirk ji bo pêşî li avabûna jiyana demokratîk û azad li Rojhilata Navîn bigire û polîtîkayên xwe yên qirkirinê bidomîne, êrîşî Şengalê kiriye.

ÊRÎŞ LI JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK HATIYE KIRIN

Dewleta Tirk ji destpêkê ve dijmijatiyê li Şoreşa Rojava dike. Şoreşa Rojava li hemû parçeyên Kurdistanê derbeke mezin li polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdan xistiye. Her wiha ji bo demokratîkbûna Sûriye û Rojhilata Navîn bûye pêngaveke mezin. Dewleta Tirk ji ber ku ji demokratîkbûna Sûriyeyê ditirse, dixwaze şoreşê bifetisîne. Di destpêkê de bi destê çeteyên dijminê azadî, demokrasiyê û derveyî mirovahiyê êrîş kir. Ji ber ku ji van êrîşan encam negirt, yekser bi xwe kete dewrê. Ji bo Şoreşa Rojava bifetisîne û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji hev bixîne, Cerablûs û Bab dagir kiriye. Dema ku ji vê dagirkeriyê encama dixwest bi dest nexist, yekser û bi awayekî vekirî êrîşî Şoreşa Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk kir. Êrîşên li derdora Dêrik û Qamişloyê, êrîşên li dijî jiyna demokratîk û azad a gelê Kurd, Ereb, Suryanî û hemû gelên din e.

Êrîşa li Şengal û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ne tenê li dijî Kurdan û gelên li van herêman dijîn e; di heman demê de êrîşa li dijî hemû mirovahiyê ye. Ciwanên Kurd, gelê Kurd li Kobanê, Girê Spî (Tel Ebyad), li Şedadê, Minbicê ne tenê ji bo xwe, jib o hemû mirovahiyê şer kirin. Ji ber ku ji bo hemû mirovahiyê şer kirin, mirovahiyê di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de destek dan van şervanên li dijî çeteyên li derveyî mirovahiyê li ber xwe didin. Eger djiminê mirovahiyê DAIŞ li Kobanê û Bakurê Sûriyeyê hatibe têkbirin, îro DAIŞ qels bû be, yên ku ev kirin bi hezaran ciwanên Kurd ên fedayî yên şehîd bûne. Dewleta Tirk, niha êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û gelên li Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk dike, ku ev hêz li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên bûne belayê serê mirovahiyê şer dikin û ji bo demokratîkbûna Sûriye û Rojhilata Navîn têdikoşin. Dewleta Tirk bi van êrîşan re, di şexsê hêzên li Rojhilata Navîn ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, êrîşî hemû mirovahiyê dike. Îro hemû mirovahî xwedî li Şoreşa Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê derdikeve. Bi rêya van êrîşan, dewleta Tirk her wiha li ber mirovahiya xwedî li pêşketina demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê derdikeve, radibe. Dixwaze bêje 'ez ê êrîşî her hêza li dijî polîtîkayên min ên qirkirinê derdikeve, bikim'. Quretiya ku di demên dawî de li hemberî Ewropa û gelek welatan dikir, îro bi êrîşên bi balafirên şer ên li Şengal, Dêrik û Qamişloyê şênber kiriye.  Eger pêşî li van êrîşan neyê girtin, wê dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiya xwedî li nirxên azadî û demokrasiyê derdikevin zêde bike.

Dewleta Tirk bi vê êrîşê re dixwaze pêşî li operasyona Reqayê bigire û bêhnê bîne ber DAIŞ'ê. Tiştekî rasthatî nîne, ku piştî daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirk ku gotibû, ew ê operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Reqayê bisekinîne, ev êrîş hate kirin. Armanca dewleta Tirk ew e ku nehêle Reqa bikeve nava kontrola hezên civakîparêz ên demokratîk ên Bakurê Sûriyeyê. Dewleta Tirk dixwaze Reqayê radestî hêzên dijminê demokrasiyê, dijminê mirovahiyê bike, ku versiyoneke cuda ya zîhniyeta DAIŞ'ê ye. Bi vî awayî dixwaze pêşî li demokratîkbûnê bigire, ku rejîma faşîst a li Tirkiyeyê dixe nava xeteriyê.

ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA GELAN

Dewleta Tirk dixwze vîna gelan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bişikîne û Bakurê Sûriyeyê radestî hêzên li dijî demokrasî û azadiyê bike. Bi vê êrîşê re wê polîtîka û armancên hêzên li ser Sûriyeyê polîtîkayê dikin, derkeve holê. Wê zelal bibe bê kî alîgirê Sûriyeya demokratîk e, kî ne alîgirê vê ye. Qada hewayî ya Sûriyeyê heta niha di kontrola DYA û Rûsyayê de bû. Destûra wan nebe, balafirek jî nikare li qada hewayî ya Sûriyeyê bifire. Her wiha ji bo qezayek an jî şer rû nede, di mijara rabûna balafiran de agahiyan didin hev. Lewma helwesta DYA û Rûsyayê ya li hemberî van êrîşan wê nîşan bide, bê Sûriyeyeke çawa dixwazin. Ya wê alîgirê gelên ku ji bo demokasî û azadiyê têdikoşin û li dijî DAIŞ'ê şer dikin bin, ya jî wê çavên xwe li êrîşên dewleta Tirk bigirin, ku dewleta Tirk ji bo hesabên xwe yên siyasî yên qirêj destek da çeteyên dijî mrovahiyê, dijminatiyê li hêzên demokrasiyê dike, bekçîtiya despotiya Rojhliata Navîn dike û gelan qir dike. Helwesta li pêşberî vê êrîşê, wê zelalbûnekê bafirîne bê ji bo Rojhilata Navîn polîtîkayeke çawa tê tercîhkirin û meşandin. Ji ber vê yekê, eger li dijî çeteyên li dijî mirovahiyê ne, eger alîgirê azadî û demokrasiya li Sûriye û Rojhilata Navîn in, wê helwestê li hemberî dewleta Tirk nîşan bidin.

Êrîşa li Şengal û Rojavayê Kurdistanê nîşan dibe, bê çekên ji dewleta Tirk re hatine firotin ji bo kîjan armancên qirêj tên bikaranîn. Dewleta Tirk, çekên ku ji gelek dewletan digire, ji bo qirkirina Kurdan û parastina despotiya li Rojhilata Navîn bi kar tîne. Ji van çekan, ku berê wan daye jiyana azad û demokratîk a gelan, welatên ev çek firotin e berpirsyar in. Ev êrîş nîşan dide, ku divê hemû dewletên çekan difiroşin Tirkiyeyê, vê rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin. Ji ber ku Tirkiye weke endamekî NATO êrîşî gelan û hêzên demokrasiyê dike, ji vê êrîşê NATO jî berpirsyar e. Lewma, eger NATO dixwaze nîşan bide ku ji vê êrîşê ne berpirsyar e, lazim e helwestê li hemberî dewleta Tirk nîşan bide.

HER ŞÊWE ÊRÎŞ JI HÊZÊN QIRKER Û STATUKOPARÊZ TÊ

Ev êrîş radixe pêş çavan; di demekê de ku hevsengiyên berê xera dibin, hevsengî û statukoyên nû tên avakirin, hêzên qirker û statukoparêz bi her awayî dikarin êrîş bikin. Ev êrîş dide xuyakirin, bê Kurd di nava xeterî û gefeke çawa de ne. Ev êrîş ne tenê li dijî hêzên azadiyê yên li Şengal û Rojava hatine kirin. Hêzên ku ev êrîş kirin, wê êrîşî hemû destketiyên Kurdan û têkoşîna wan a mafdariyê bikin. Ji ber vê yekê, di serî de hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê divê hemû hêzên siyasî yên Kurd li dijî van êrîşan helwestê nîşan bidin.

Ev êrîşa li dijî gelê Kurd û hêzên azadiyê nîşan dide, ku di nava Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de êrîşên bi vî rengî dikarin her tim bên kirin û berfirehtir bên kirin. Ji ber vê yekê divê Kurd û hemû hêzên azadîparêz rêxistiniya xwe xurt bikin, xwe bispêrin hêzên xwe û ji her şêwe têkoşînê re amade bin. Bi van êrîşan re careke din îspat bûye, di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de gelên ku rêxistinbûna xwe, hêzên xwe yên siyasî û leşkerî xurt nekirine û ji hêza xwe ne bawer in, wê her tim di nava xetereyan de bin. Şerê Cîhanê her tim xwedî karakterekî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê lazim e xwe bispêrin hêzên xwe û bi helwesteke bi biryar bersivê bidin van êrîşan. Bi vî rengî gel dikarin di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de jiyana azad û demokratîk qezenç bikin.

DIVÊ ÊRÎŞ LI HER CIHÎ BÊ ŞERMEZARKIRIN

Li dijî van êrîşan, divê gelê Kurd û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tavilê rabin ser piyan, dewleta Tirk a ku ev êrîş kiriye li tevahiya cîhanê şermezar bikin û heta bê cezakirin, çalakiyên xwe bidomînin. Pêwîste gelê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava zanibe ev êrîş li dijî hemû Kurdan e û li her cihî li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker bê navber çalakiyan bike. Divê çalakiyên li Başûr û Bakurê Kurdistanê werin kirin, veguherin têkoşîna têkbirin û derxistina hêzên dagirker ên dewleta Tirk.

Ev êrîş di heman demê de êrîşek li dijî gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê di referandûma 16'ê Nîsanê de hatiye têkbirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê di referandûmê de têk çûye. Ji ber vê yekê, ji bilî şer ti derfetekî xwe yê mayîna li ser desthilatdariyê nîne. Ji bo tepisandina mûxalefeta hundirîn jî wê van êrîşan bi kar bîne. Gel piştî referandûma 16'ê Nîsanê ji bo şermezarkirina referandûma bi fen û fûtan daket kolanan. Armanceke din ji van êrîşan ew e, ku vê protestoya gelan bitepisînin. Ev protesto wê bi 1'ê Gulanê re bigihêjin asteke nû. 1'ê Gulanê û meha Gulanê wê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê veguhere rojên geşbûna têkoşînê. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê, dixwaze bi van êrîşan re pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelan bigire. Ji ber vê yekê, divê hemû gelên Tirkieyyê vê êrîşê weke êrîşek li dijî xwe û têkoşîna azadî û demokrasiyê bibînin. Bi vê wesîleyê divê protestoyên xwe yê piştî 16'ê Nîsanê mezintir bikin; li dijî komploya ku faşîzma AKP-MHP dixwaze bi van êrîşan re li dijî hêzên demokrasiyê bike, têbikoşin.

Ji ber ku ev êrîşên dewleta Tirk li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê ye, di serî de gelên Rojhilata Navîn divê hemû mirovahî li dijî van êrîşan rabin ser piyan, û li dijî dewleta Tirk a dijminê azadî û demokerasiyê ye, helwestê nîşan bidin û têkoşînê geş bikin. Ji ber ku êrîşek li dijî mirovahiyê ye, divê Neteweyên Yekbûyî jî di nav de hemû saziyên navneteweyî bikevin dewrê, li hemberî vê êrîşa dewleta Tirk helwesta pêwîst nîşan bidin û biryarên pêwîst bigirin."